Xwendina Azadiyê azad dike

Rêber Abdullah Ocalan piştî hat girtin li Zindana Îmraliyê tevî şertên herî giran û xerab, gelek pirtûk nivîsandin. Pirtûka Parastina Rihayê, Parastina Atînayê, Parastina...

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Xwendina Azadiyê azad dike

Rêber Abdullah Ocalan piştî hat girtin li Zindana Îmraliyê tevî şertên herî giran û xerab, gelek pirtûk nivîsandin. Pirtûka Parastina Rihayê, Parastina Atînayê, Parastina...

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...
Perşembe - 29 Ağustos 2024

Xwendina Azadiyê azad dike

Rêber Abdullah Ocalan piştî hat girtin li Zindana Îmraliyê tevî şertên herî giran û xerab, gelek pirtûk nivîsandin. Pirtûka Parastina Rihayê, Parastina Atînayê, Parastina...

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

KCK: Ji bo têkbirina êrîşan divê gel bi gerîla re bibe yek

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê diyar kir ku êrîşa dagirkeriyê ya li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê ji bo qirkirinê ye û got ku ji bo têkbirina êrîşan divê gel bi gerîla re bibe yek û bersivekî dîrokî bide wan êrîşan

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên dagirkeriyên yên dewleta tirk a li ser Qadên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê wiha ye:

“Dewleta tirk di şeva 23-24’ê Nîsanê de li herêmên Parastinê yên Medyayê ku gerîla lê serwer e, dest bi êrîşeke berfireh kir. Piştî têkçûna 10’ê Sibatê ya li Garê, dihate payin ku êrîşekê bike. Jixwe Plana Têkbirinê ya ku havîna 2014’an hate amadekirin, bi tasfiyekirina têkoşîna azadiyê ya gelê kurd re ji bo temamkirina qirkirina kurdan bû. Ev êrîş jî ji bo temamkirina qirkirina kurdan êrîşeke berfireh e. Êrîş li ser beşeke mezin a Herêmên Parastinê yên Medyayê tê kirin ku gerîla lê serwer e. Ev êrîş ji bo armanceke bi vî rengî ye.

Bi zanebûn û bi plankirî di Qirkirina Ermenan de dest bi vê êrîşê kirin. Bi rengekî aşkera peyama ‘çawa ku me ermen qir kir, qedera we jî qirkirin e’ dide. Çawa ku Qirkirina Ermenan bi piştgiriya Almanyayê û bi bêdengiya welatên Ewropayê û DYE’yê hate kirin, dixwaze qirkirina kurdan jî bi piştgirî û bêdengiya DYE, Almanya û welatên Ewropayê pêk bîne. Beriya vê êrîşa ji bo qirkirinê, rayedarên dewleta tirk bi DYE û welatên Ewropayê re hevdîtin kirin û ev yek jî nîşan dide ku ev êrîş bi piştgirî û destûra van welatan hatiye kirin. Her wiha bi Serokwezîrê başûrê Kurdistanê re jî li ser vê êrîşê axivîne û wî jî ev êrîş erê kiriye. Komploya navneteweyî ya ku sala 1999’an di şexsê Rêber Apo de li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd hate kirin, îro jî bi vî rengî tê meşandin. DYE û welatên Ewropayê ji ber berjewendiyên xwe yên şexsî û ji bo dewleta tirk bi kar bîne, qirkirina kurdan erê dikin, piştgiriyê didin vê yekê. Her wiha bi piştgiriya ji bo qirkirina kurdan dixwazin hin pirsgirêkên xwe yên bi dewleta tirk re çareser bikin. Dewleta tirk jî ji bo qirkirina kurdan, Tirkiyeyê pêşkêşî gelek hêzên navneteweyî dike û tawîzan dide.

Hêzên navneteweyî û PDK’ê erê kirin

Dewleta tirk erêkirin û piştgiriya hêzên navneteweyî wergirt. Di serî de PDK bêdengiya hin hêzên siyasî yên kurd jî tê wateya rewakirin û erêkirina van êrîşan. Li ku derê li dijî kurdan êrîşek bê kirin divê hêzên siyasî û gelê kurd nerazîbûnê nîşan bidin. Li gorî berpirsyariya neteweyî bêdengmayîna hêzên siyasî yên kurd nayê qebûlkirin. Dema ku li ser başûrê Kurdistanê yan jî cihekî din êrîş hate kirin, PKK’ê, gerîla û gelê kurd di cih de helwest nîşan da û li ber rabû. Manîdar e ku li pêşberî êrîşeke welê berfireh PDK bi rengekî aşkera li ber ranebûye. PDK’ê jixwe zêdeyî saleke gelek qadên gerîla dorpêç kiriye, weke ku li qada Xakurkê hate dîtin bi rengekî aşkera piştgirî da dewleta tirk û bi vî rengî nîşan da ku helwesta wê ya li pêşberî vê êrîşa dagirkeriyê ya dewleta tirk wê çi be. Lê belê gelê kurd li bendê ye ku PDK li dijî êrîşên bi vî rengî yên dagirkeriyê helwesteke zelal nîşan bide. Ji ber ku êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk li ser vê bingehê tê rewakirin û piştgiriyê ji hêzên navneteweyî werdigire. PDK li gel artêşa tirk tev li van êrîşan nebe jî, bi helwest û bêdengiya xwe ya li pêşberî êrîşan, dikeve wê rewşê ku êrîşa dagirkeriyê erê kiriye û piştgiriyê dide. Eger PDK û hêzên siyasî yên kurd li ber van êrîşan rabe, dewleta tirk wê nikaribe li qada navneteweyî piştgiriyê werbigire, di vê astê de wê newêribe êrîşan bike.

Ev êrîşa dewleta tirk di heman demê de êrîşeke welê ye ku îradeya siyasî ya Iraqê ji nedîtî ve tê û gefê li yekparebûna Iraqê dixwe. Lewma eger Iraq helwestê li dijî van êrîşan nîşan bide ev yek wê nerewatiya êrîşan destnîşan bike û lawaz bike. Eger Iraq li dijî van êrîşan helwestê nîşan nede wê ev êrîşên dewleta tirk asayî bibin û dema bê wê li dijî yekparebûna Iraqê jî êrîşan bike. Iraq eger van êrîşan li dijî yekparebûna xwe dibîne, wê demê divê tavilê daxuyaniyê bide, bixwaze ku dawî li van êrişên dagirkeriyê bê anîn û bi vî rengî berpirsyariya xwe bi cih bîne. Naxwe desthilatdariya heyî ya Iraqê wê bibe hevparê van êrîşan, ji aliyê Iraqê ve wê weke helwesteke ku pêşî li êrîşên dewleta tirk vedike cihê xwe di dîrokê de bigire.

Ev êrîş ji bo qirkirinê ye divê gelê kurd li her cihî rabe ser pêyan

Gelê kurd, dost û hêzên demokrasiyê divê zanibin ku ev êrîş ji bo qirkirinê ye. Ne tenê li dijî gerîla tê kirin, di şexsê gerîla de li dijî tevahiya gelê kurd tê kirin. Bi tasfiyekirina gerîla re tê xwestin ku qirkirina kurdan bê temamkirin. Ne tenê li bakurê Kurdistanê, dixwazin ku hêzên azadiyê yên li hemû parçeyên Kurdistanê tasfiye bikin û bi vî rengî kurdan qir bikin. Lewma ev êrîş di heman demê de li dijî destketî û qadên azad ên li başûr û rojavayê Kurdistanê ye.

Divê mirov nekeve nava bendewariyeke welê ku tenê bi berxwedana gerîla dawî li vê dagirkeriyê bê anîn. Ev êrîş li dijî temamiya kurdan e. Êrîşek ji bo tunekirina hebûna kurdan e. Ji ber vê yekê divê gelê kurd li her cihî rabe ser pêyan û bi gerîla re bibe yek. Têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelekî tenê bi têkoşîna gerîla bi ser nakeve. Divê gel û gerîla bibin yek, li dijî mêtingeriya qirker têkoşîneke topyekûn bê meşandin. Rabûna gelê kurd a li Newrozê û helwesta ku nîşan da, divê bi têkoşîna gerîla re bibe yek. Gerîla bi ruhê Cenga Heftanînê û Garê bi rengê fedayî li ber xwe dide. Di vê çarçoveyê de ji bo şikandina vê êrîşa berfireh divê gel bi gerîla re bibe yek û bersiveke dîrokî bide van êrîşan. Dem ew dem e ku bi ruhê pêngava ‘Dema azadiyê’ li her derê rabe ser pêyan û li ber xwe bide.

Ruhê berxwedanê divê li tevahî Başûr belav bibe

Êrîşa dagirkeriyê ya dewleta tirk a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê di heman demê de êrîşa dagirkirin û biserxwevekirina başûrê Kurdistanê ye. Bi tasfiyekirina gerîla re dixwazin ku navend û çavkaniya herî berxwedêr a başûrê Kurdistanê bêbandor bikin, îradeya hêzên siyasî yên başûrê Kurdistanê bişikînin û başûrê Kurdistanê jî bixin nava sîstema qirkirinê. Lewma hunermend û rewşenbîrên başûrê Kurdistanê ku hişmendî û rûmeta gel e, divê tavilê li dijî vê êrîşê helwestê nîşan bidin, bi gelê başûrê Kurdistanê re li dijî dagirkeriyê dest bi pêngaveke berxwedanê bikin. Her bajar, her bajarok, her navçe divê veguhere qada berxwedanê ya li dijî dagirkeriyê. Girîng e gelê başûrê Kurdistanê hişmendiya xwe ya mezin a welatparêziyê nîşan bide. Ruhê berxwedanê yê ku xelkê Amediyê, Dêralokê û Şêladizê li dijî dagirkeran nîşan dan, divê li tevahiya başûrê Kurdistanê belav bibe. Divê gerîla jî berê xwe bidin nava refên gerîla û li dijî dagirkeran li ber xwe bidin.

Hêzên demokrasiye yên gelên Rojhilata Navîn divê li cem kurdan bisekinin

Hemû gelên Rojhilata Navîn û hêzên demokrasiyê divê zanibin ku ev êrîş êrîşeke li ser vîna azadî û demokrasiyê ya gelên Rojhilata Navîn e. Dewleta tirk dijminê hemû hêzên azadî û demokrasiyê yên li Rojhilata Navîn e. Ji ber ku pergala xwe ya mêtingeriya qirker encex di nav şertên wiha de ku hêzên demokrasiyê û azadiyê tasfiye kirî dikare bidomîne. Ji vî alî ve di serî de yên Tirkiye, hemû hêzên demokrasî û azadiyê yên gelên Rojhilata Navîn divê li cem gelê kurd û berxwedana gerîla bisekinin. Ev berxwedan her wiha berxwedana azadî û demokrasiyê ya we ye jî.

Hemû hêzên demokrasiyê yên cîhanê divê rabin ser pêyan

Hemû hêzên demokrasiyê yên cîhanê jî li dijî van êrîşan ku bi desteka ji DYE û Ewropayê standine qirkirina kurdan kirine hedefa xwe divê rabin ser pêyan û li cem gelê kurd û berxwedana gerîla bisekinin. Dewleta tirk îro bûye navenda dijminatiya li azadî û demokrasiyê, her wiha Kurdistan jî bûye ocaxa azadî û demokrasiyê. Serketina gelê kurd û berxwedana gerîla wê bibe serkeftina hemû hêzên azadî û demokrasiyê yên cîhanê.

Di serî de li DYE û Ewropayê, li hemû wan hêzan ku êrîşên Tirkiyeyê dipejirînin û destekê didin ev e; desteka xwe ji pişt vê êrîşê bikişîninin ku desthilata faşîst a AKP-MHP’ê qirkirina kurdan û bi temamî çewisandina hêzên demokrasiyê daye ber xwe. Nebin hevkarê qirkirina kurdan! Bêdengiya we ya li qirkirina 1915’an û desteka Almanya ya li vê niha jî di qirkirina kurdan de berbiçav dibe. Ji vî alî ve li ser navê gelên DYE û Ewropayê hemû desthilatên ku li rêveberiyê ne, li dijî van êrîşên dewleta tirk divê wê helwestê nîşan bidin ku nabin hevkarê qirkirina kurdan û li dijî vê rabin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar