Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

KCK: Jin bi dirûşma Jin Jiyan Azadî ber bi azadiyê ve diçin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê têkoşîn û berxwedana jinan a ku bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' ber bi azadiyê ve dimeşin, silav kir

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê daxuyaniyek weşand.

KCK’ê di daxuyaniya xwe de wiha got: “8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ku sembola piştevanî û berxwedana jinan a li dijî her cure mêtingeriya sîstema serweriya mêr e, li jinan hemûyan pîroz be, em têkoşîna jinan a ji bo azadkirina mirovahiyê û xwezayê silav dikin, hêviya xwe ya serketinê tînin ser ziman. Di rojeke bi vî rengî de ya bi wate, em baweriya xwe tînin ziman ku jinên li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê bi hestên piştevanî û berxwedanê wê têkoşîna azadiyê mezin bikin û me hîn bêhtir nêzî azadiyê bikin.

Nirxên ku ji dîrokê heta niha hatine afirandin encama berxwedan, piştevanî û berdêlên mezin e. Ya ku 8’ê Adarê afirand û bi wate kir, berxwedan û têkoşîna jinan e. Jin di dîrokê de her tim li dijî sîstema bi serweriya mêr li ber xwe dan, bûn xwedî seknekê. Ya ku hêviyê dide mirovahiyê û jiyanê dewam dike, ev berxwedana dîrokî ya jinan e. Sekna jinan a ku li ber her cure mêtingeriyê radibe û azadiyê ji bo mirovahiyê destnîşan dike, mohra xwe li tevahiya dîrokê xistiye.

Piştî ku aqlê serwer ê mêr bi dek û dolaban, bi xapandin û komployan serwerî li ser jinan çêkir, têkiliyên mêtingeriyê ket dîroka mirovahiyê. Mirov vê rastiyê bi rengekî şênber di dîrokê de dibîne. Ji xwe dîroka devkî û nivîskî ya pêvajoya serweriya mêr qalê dike bê çawa jin xistine bin serweriya xwe û sîstema mêtingeriyê çawa ava kiriye. Bi nirxandina dîrokê ya dûrî fikrê serweriya mêr, ev rastî dikare bê dîtin û fêhmkirin. Nêzîkatiya serweriyê ya li jinan tê ferzkirin, di heman demê de mêtingerî û desthilatdariya li ser jiyan û civakê bi xwe re aniye. Mêtingerî û serweriya li ser jinan encameke bi vî rengî bi xwe re aniye. Her ku nêzîkatiya mêtingerî û serweriyê ya li ser jinan zêde bû, têkiliyên mêtingerî, serwerî û koletiyê yên li nava civakê jî kûr bûn. Ev yek jî rastiyeke din e ku dîrokê nîşanî me daye.

Rastiyeke din a dîrokî ya ku dîroka mirovahiyê nîşanî me daye ew e ku bi destpêkirina mêtingerî û serweriyê re têkoşîn û berxwedanê jî destpê kiriye û heta vê demê dewam kiriye. Jin tevî ku çîn, zayend û neteweya destpêkê bû ya ku serwerî û mêtingerî lê hat ferzkirin, di heman demê de çîn, zayend û neteweya destpêkê ye ku helwesta berxwedanê nîşan da. Berxwedana jinan a li hemberî serwerî û mêtingeriyê, bû mijar ji destan, stran, mîtolojî û hunerê re. Tevî hewldanên sîstema bi serweriya mêr ên ji bo veşartin û berevajîkirinê jî mohra xwe li dîrokê xistiye. Ev berxwedana jinan ku azadiya xweza û civakê nîşan dide, bû çavkanî ji berxwedana hemûyan re. Di vê serdemê de jî pêşengiya jinan a ji azadiya jiyanê û parastina civakî re ya li dijî mêtingerî û serweriyê, vê rastiya dîrokî ispat dike.

Sîstema modernîteya kapîtalîst sîstemeke welê ye ku herî zêde êrîşî civakîbûnê dike û mêtingeriyê kûrtir dike. Bi vî rengî şêweyê herî giran ê sîstema serweriya mêr e. Sîstema kapîtalîst ji ber karakterê xwe yê dijminatyia li civakê ewçendî êrîşî jinan û xwezaya jinan dike. Ji ber ku jin nîşaneya jiyanê, parvekirinê û civakîbûnê ye, sîstema bi serweriya mêr ji bo van hestan tune bike, civakîbûnê bi temamî ji holê rake bi rengekî piralî êrîşan dike. Modernîteya kapîtalîst bi çanda serweriya mêr, zext, mêtingerî, komkujî û têgihiştina azadiyê ya sexte ku li ser xwezaya jinan ferz dike, hewl dide vê rastiya xwe ya dijminatiya li jinan veşêre. Ev rewş ku berevajîkirineke mezin e, rastiya komploger, xapînok û fêlbaz a aqlê mêr ê serwer radixe pêş çavan. Modernîteya kapîtalîst ji azadîparêziyê bêhtir, sîstema herî mêtinger û koledar e. 8’ê Adarê ev rastiya modernîteya kapîtalîst bi rengê herî şênber nîşan daye. 8’ê Adarê nîşanî me da ku têkbirina sîstem û aqlê serwer ê mêr wê bibe hilweşandina sîstema kapîtalîst. Di vê serdemê de yekane rêya têkoşînê ya azadkirina mirovahiyê, civakîbûn û jiyanê ew e ku jin bi vê hişmendiyê û vê xetê berxwedana xwe mezin bike û sîstema kapîtalîst red bike û ji holê rake ku sîstema herî giran a bi serweriya mêr îfade dike.

Rêber Apo nêzîkatiyên modern û kevneşop hemû red kir û hewl da ku xwezaya jinan fêhm bike û pê re bi rengekî rast bijî. Ev nêzîkatiya Rêber Apo û hewldana wî, kir ku di azadiya jinan de kûr bibe. Rêber Apo baweriya xwe bi wê yekê anî ku tenê bi azadiya jinan civak dikare azad bibe û jiyan jî dikare bi wate bê kirin. Lewma ji bo jin bibe xwedî îrade û bi hêza xwe têbigihêje gelekî hewl da. Rêber Apo karên xwe û şoreşa ku pêşengiyê jê re dike weke şoreşa jinan pênase kir, paradîgmaya xwe jî spart azadiya jinan û bi vî rengî nêzîkatiya xwe ya ji bo jinan nîşan da. Ev nêzîkatiya Rêber Apo karakterê şoreşa Kurdistanê diyar kir, kir ku şoreşa Kurdistanê li ser xeteke azadîparêziya jinan bi pêş bikeve. Rêber Apo paradîgmaya azadîparêziya jinan ne tenê ji bo jinên kurd, her wiha ji bo jinan hemûyan destnîşan kir. Ji xwe ji ber vê yekê li her devera cîhanê jin diçin ser fikrê Rêber Apo, ji bo azadiya wî ya fîzîkî bi rengekî çalak têdikoşin û xwedî li Rêber Apo derdikevin. Rêber Apo ji ber ku her cûre nêzîkatî û jiyana bi serweriya mêr red dike, ketiye nava lêgerîna jiyaneke nû ya xwe dispêre azadiya jinê û ji bo vê têdikoşe, hêzên modernîteya kapîtalîst ew kir armanca xwe. Lewma gelekî bi wate ye ku jin pêşengiyê ji xwedîderketina li Rêber Apo re dikin. Jinên ku azadiya xwe di azadiya Rêber Apo de dibînin û lê xwedî derdikevin, li gorî me ev hewldanên wan gelekî hêja ne û em wan pîroz dikin.

Tevgera me li ser bingeha vê paradîgmayê ku Rêber Apo destnîşan kiriye, li ser xeteke azadîparêziya jinan têdikoşe, baweriya xwe bi wê tîne ku jiyana azad û bi wate bi azadiya jinan dibe. Jinên ku di vê serdemê de hişmendî, îrade û rêxistiniya xwe bi pêş ketiye, gihîştine wê astê ku pêşengiyê ji têkoşîna azadiya mirovahiyê re bikin. Mînaka herî şênber a vê yekê jî pêşengiya jinan a ji têkoşîna demokrasî, wekhevî û azadiyê ya li rojhilatê Kurdistanê û Îranê ye. Êdî li her derê civak li dora jinan dicive, azadiya xwe di nava azadiya jinan de dibîne. Jinên ku di vê serdemê de pêşengiyê ji têkoşînên civakî re dikin, nîşan didin ku em gelekî nêzî azadiyê ne. Em di wê baweriyê de ne ku jinên bûne xwedî îrade, xwe bi rêxistin kirine û têkoşîna xwe mezin dikin wê jiyanê azad bikin, wê sîstema mêtingeriyê ji holê rakin. Di vê demê de ku modernîteya kapîtalîst a ku şêweyê herî giran ê sîstema bi serweriya mêr e civak û xweza xistiye halekî welê ku jiyan lê zehmet e û bi temamî dirize, armanceke bi vî rengî ne ji bo paşerojê ye, bûye armance ji bo vê rojê.

Weke ku tê zanîn di 6’ê sibata 2023’yan de li Kurdistanê erdhejeke mezin qewimî. Dewleta tirk û desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst gel di nava mirinê de hişt. Li hemberî vê yekê bi pêşengiya jinan piştevanî û alîkariyeke civakî ya gelekî bi wate hat kirin. Ev piştevanî nîşan dide ku jin û gel xwedî potansiyelek çiqasî mezin e, xwedî wê hêzê ne ku dikarin jiyana xwe û azad ava bikin, rêveberiya xwe ava bikin.

Gelekî bi wate ye ku di vê 8’ê Adarê de jin piştevaniyê ji herêmên erdhejê re dikin, pêşengiyê ji piştevaniya civakî re dikin. Her wiha tê dîtin ku ji her demê bêhtir li hemberî sîstema bi serweriya mêr, li dijî vê faşîzma sîstemê û her cureyên wê di nava têkoşînê de ne, em vê yekê jî silav dikin. Em careke din 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li jinan hemûyan pîroz dikin, bi vê wesîleyê têkoşîn û berxwedana jina ya bi dirûşma Jin, Jiyan, Azadî ber bi azadiyê ve dimeşin, silav dikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar