Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

KCK: Jin dê dawî li desthilatdariya AKP-MHP’ê bînin

Hevserokatiya Konseya Rêveberiya KCK’ê derbarê 8’ê Adarê de daxuyaniyek da û diyar kir ku dê jin dawî li desthilatdariya AKP-MHP’ê bînin

Hevserokatiya Konseya Rêveberiya KCK’ê têkildarî 8’ê Adarê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Tirkiye veguheriye navenda paşverûtiyê ya bi serweriya mêr û wiha hat gotin: “Ya ku vê paşverûtiyê temsîl dike, desthilatdariya AKP-MHP’ê ye. Dijminatiyê li jinan dike. Lewma di sala 2020’î de herî zêde êrîşî jinan kir, bi sedan siyasetmedarên jin ên têkoşîna azadiyê ya jinan xist zindanê. Destavêtin û kuştina jinan jî weke amûrek ji bo xurtkirina serweriya mêr bi kar anî.”

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê wiha ye: “Em 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê pîroz dikin, jinên ku di têkoşîna dijî sîstema bi serweriya mêr şehîd bûn bi minet û rêzdarî bi bîr tînin.

8’ê Adarê ew roj e ku ji zivistana bi serweriya mêr derbasî bihara azadîparêziya jinan dibe. Bi rabûna jinan re mirovahî ji bo paşerojê hîn bi hêvî dibe. Ji ber ku têkoşîna azadiyê ya jinan, têkoşîna rizgariya tevahiya mirovahiyê ye. Jin bi têkoşîna ji bo azadiya xwe, têkoşîna rizgariya tevahiya mirovahiyê dimeşînin. Eger mêr jî dixwazin bi rastî azad bibin û bi rengekî demokratîk bijîn, divê bibin parçeyekî çalak ê têkoşîna azadiya jinan. Heta ku jin azad nebe, mêr wê mîna koleyê sîstema mêtinger, zordar û desthilatdarîperest bimîne; wê neçar bimîne ku bi qirêjiya sîstema bi serweriya mêr bijî. Azadiya jinan herî zêde rizgariya mêr a ji qirêjî û sûcên xwe ye. Rêber Apo bi vê têgihiştinê teza ‘kuştina mêr’ afirand. Di şexsê xwe de mêrtiya sûcdar û qirêj kuşt.

Rêber Apo li dijî sîstema bi serweriya mêr, têkoşîna herî mezin a dîrokê geş kir

Rêber Apo di şexsê xwe de bi kuştina mêrtiyê re li dijî sîstema bi serweriya mêr têkoşîna herî mezin û pîroz a dîrokê geş kir. Afirînera pîrozmendiyan; jin ji nû ve rakir ser piyan û heta dawiyê pêşî lê vekir ku di nava pîroziyên mirovahiyê de bijî. Bidawîbûna serweriya mêr da destpêkirin ku 5 hezar sal in dîroka mirovahiyê bi rê ve dibe û dîroka mirovahiyê ya bi pêşengiya jinan da destpêkirin. Sîstema bi serweriya mêr çiqasî hewl bide jî, wê mirovahî ji niha û pê ve bi pêşengiya jinan bi rê ve biçe.

Rêber Apo karakterê civakî yê jinan ê li nava dîrokê û bûyerên bi serê wê ve hatin analîz kir û îdeolojiya rizgariya jinan afirand. Ya rast, ev yek îdeolojiya rizgariya tevahiya mirovahiyê ye. Bi vî awayî ne tenê dîroka jinan, her wiha dîroka mirovahiyê jî hatiye ronîkirin. Bi vê ronîbûna mezin re di şexsê jinan de dîroka rabûna ser piyan a mirovahiyê da destpêkirin. Îdeolojiya rizgariya jinan a ku ji aliyê Rêber Apo ve hate afirandin, ji bo mirovahiyê bû mîladek. Jin bi rêya vê îdeolojiyê bûn pêşenga şoreşger a rizgariya mirovahiyê. Pêngav û têkoşîna herî şoreşger a dîrokê dimeşînin ku sîstema bi serweriya mêr a 5 hezar salî dihejîne.

Tu astengî êdî li ber bayê têkoşîna azadiyê ya jinan nikare bisekine

Di vê serdemê de têkoşînên ku azadiya jinan ji xwe re dikin esas, wê di çarçoveya jiyana demokratîk û azadiya mirovahiyê bi rê ve biçin. Avaniyên îdeolojîk û siyasî yên ku azadiya jinan ji xwe re nakin esas, neçar in ku li paş bimînin û têk biçin. Ji ber ku çerxa dîrokê wê ber bi aliyê têkoşîna azadiya jinan ve bigere. Lewma di şexsê têkoşîna azadiya jinên kurd de ya Rêber Apo, wê têkoşîna azadiyê ya gelên Rojhilata Navîn bi teşiya kurd bigere, wê Rojhilata Navîn bigihîne şaristaniya demokratîk. Teşiya kurd ku îro weke têkoşîna azadiyê ya jinan digere, ne tenê ji bo Rojhilata Navîn her wiha ji bo tevahiya mirovahiyê digere ku bigihîne şaristaniya demokratîk.

Piştî ku jin bûn xwedî bingeha îdeolojîk-teorîk a rizgariyê, têkoşîna azadiya jinan li her cihî bi pêş ket. Ji ber vê yekê, tevî ku sîstema bi serweriya mêr hewl da Covîd-19 bike hinceta astnegkirina têkoşînê jî, sala 2020’î bû saleke ku têkoşîna azadiyê ya jinan lê bi pêş ket. Jin wê ji 8’ê Adarê dest pê bikin, astengiyên bi hinceta nexweşiya şewbê ji holê rakin û sala 2021’ê jî bikin sala xurtkirina têkoşînê. Êdî tu astengî wê li pêşiya bayê têkoşîna azadiyê ya jinan nikaribe bisekine. Jinên ku çavên xwe li jiyana azad vekirine, bi îdeolojiya rizgariyê wê mirovahiyê li dora xwe bicivînin û bi ser sîstema bi serweriya mêr ve biçin. Tirsa di dilê sîstema bi serweriya mêr de wê mezintir bibe, bi rêya têkoşîna bi pêşengiya jinan dê tirsa vê sîstemê pêk were.

Têkoşîna demokrasiyê ya bi pêşengiya jinan dê dawî li vê desthilatdariyê bîne

Tirkiye veguheriye navenda paşverûtiyê ya bi serweriya mêr. Ya ku vê paşverûtiyê temsîl dike, desthilatdariya AKP-MHP’ê ye. Dijminatiyê li jinan dike. Lewma di sala 2020’î de herî zêde êrîşî jinan kir, bi sedan siyasetmedarên jin ên têkoşîna azadiyê ya jinan xist zindanê. Destavêtin û kuştina jinan jî weke amûrek ji bo xurtkirina serweriya mêr bi kar anî. Lewma têkoşîna jinên kurd, tirk, ereb, çerkez, misilman, xiristiyan, êzidî, elewî ya li dijî desthilatdariya AKP-MHP’ê bûye têkoşîna rizgariya mirovahiyê. Têkoşîna jinan a li dijî desthilatdariya AKP-MHP’ê ya dijminê jinan û mirovahiyê, ku wê di 8’ê Adara 2021’ê de hîn geştir bikin, ji bo têkoşîna demokratîkbûna Tirkiyeyê û azadiya Kurdistanê wê diyarker be. Jin wê ji binî ve dawî li desthilatdariya AKP-MHP’ê bînin.

Di sala 2021’ê de têkoşîna azadiyê ya jinan dê di hilweşandina desthilatdariya AKP-MHP’ê de bi rola xwe rabe û desthilatdariyên paşverû yên li cîhanê hemûyan ji binî ve bihejîne. Piştî ku êrîşa li ser Garê ya ji bo dirêjkirina temenê desthilatdariya AKP-MHP’ê hate têkbirin, ev desthilatdarî bêhtir lawaz bû. Têkoşîna demokrasiyê ya bi pêşengiya jinan wê dawî li vê desthilatdariyê bîne. Ev têkoşîna azadiyê, ne tenê gelên Tirkiyeyê, her wiha wê gelên Rojhilata Navîn ji vê desthilatdariya dijminê jinan rizgar bike û pêşî li demokrasiyê veke.

Bi 8’ê Adarê re rabûna jinan li Kurdistanê, Tirkiye û cîhanê wê ewrên reş ên li ser mirovahiyê belav bike, wê jiyana demokratîk û azad a mirovahiyê mîna rojê hilîne.” BEHDÎNAN 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar