Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...

Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...
Çarşamba - 17 Temmuz 2024

Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...

KCK: Kesên Şukru Serhad kuştine dê teqez werin cezakirin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê der barê Şukru Serhad de daxuyanî da û wiha got: “Kesên êrîş kirine û êrîş dane kirin dê teqez werin cezakirin.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê derbarê şehîdxistina Endamê Komîteya Hevgirtina bi Malbatên Şehîdan a Başûrê Kurdistanê Yasîn Bûlût (Şukru Serhed) ê ji aliyê MÎT a tirk ve, daxuyaniyeke nivîskî weşand û wiha got:  “Hevrêyê me Şukru Serhad ê ku hemû temenê xwe daye têkoşîna azadiyê û Endamê Komîteya Hevgirtina Bi Malbatên Şehîdan a Başûrê Kurdistanê bû, li Silêmaniyê ji aliyê MÎT’ê ve hat kuştin. Em hevrêyê xwe yê şehîd bi hurmet bi bîr tînin û sozê didin ku kesên ev êrîş pêk anîne û dane kirin dê werin cezakirin.”

Di daxuyaniyê de ev tişt hat diyarkirin:

“Welatparêzekî ku ji ber zilma faşîst a li Tirkiyeyê li başûrê Kurdistanê bi cih bûbû çend roj berê li Silêmaniyê êrîşî wî hatibû kirin û bi giranî birîndar bûbû. Pêşmergeyekî Dêrin ê ku li dijî dagirkeriyê bû MÎT’ê êrîşî wî kirbû. Ev jî diyar dike ku li başûrê Kurdistanê MÎT’ê gelekî xwe rêxistin kiriye û dê ji niha şûnde van êrîşan bidomîne.

Armanc qirkirin e

Ev êrîşên li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurdan û ya li dijî welatparêzên kurd diyar dike ku ev êrîş ji bo qirkirina kurdan e. Ev êrîşa li dijî heval Şukru wekî parçeyekî vê polîtîkayê ye. Zilm û zexta li bakurê Kurdistanê, êrîşên dagirker ên li dijî Rojava û êrîşên li ser Mexmûr û Şengalê bi kîjan armancê tê kirin, ev cînayet jî bi vê armancê tê kirin.

Dewleta tirk tundiyek wisa dike ku li dinyayê tu mînakeke wê tune û ev jî diyar dike wê hebûna xwe bi qirkirina kurdan girêdaye. Sedema ku tifaqa faşîst a AKP û MHP’ê li ser desthilatdariyê dimîne jî li ser esasê tasfîyekirina Tevgera Azadiyê ya kurdan e. Hebûna xwe di têkbirina têkoşîna azadiyê ya gelê kurd û qirkirina kurdan de dibîne.

Polîtîkayên qirkirinê teşwîq dikin

Dewleta qirker û mêtinger xwe difiroşe, welatên Ewropa û DYE’yê jî dike piştgirên polîtîkaya xwe ya qirkirinê. Ewropa û DYE jî piştgiriyê didin tasfiyekirina Tevgera Azadiyê ya Kurdan û polîtîkaya qirkirinê ya li ser kurdan, Rojhilata Navîn di serî de Tirkiyeyê li qadên cihê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne. Ji vî aliyî ve DYE û welatên Ewropayê li her derê şirîkên sûc in. Car caran ji bo ku vê piştgiriya xwe ya di êrîş û polîtîkayên qirêj de veşêrin, dibêjin bila sivîl neyên kuştin. Bi van gotinên xwe polîtîkayên qirkirina kurdan ên tifaqa faşîst a AKP û MHP’ê teşwîq dikin.

Kî meşru dibîne ew şirîk in

Em bi aşkera vî tiştî dibêjin, kîjan dewlet û hêza siyasî êrîşên dewleta tirk normal û meşrû dibîne, ew dewlet û hêza siyasî jî şirîkê qirkirina li ser kurdan e.

Dewleta tirk bi piştgirî û şirîkatiya DYE û Ewropayê li hemberî Tevgera Azadiyê ya Kurdan konsepteke tasfiyeyê dimeşîne. Vê konsepta êrîşê ji aliyê desthilatdariya herî neheq, herî qirêj, herî sûcdar û herî derveyî mirovayetiyê û ji aliyê piştgirên wê tê meşandin. Helwesta li hemberî vê qirkirina li ser kurdan, têkoşîna li hemberî wê, hilweşandina desthilatdariya AKP û MHP’ê berxwedana herî mafdar û meşrû ye. Ev berxwedan gelên Rojhilata Navîn di serî de ji bo hemû mirovayetiyê dibe xizmeteke mezin.

Dewleta tirk diyar dike ku li ku derê siyasetmedarekî xwedî fikreke azad û kurd hebe, ew ê wan bikuje. Jixwe li her derê êrîşî şoreşgerên li dijî qirkirinê, siyasetmedarên xwedî fikra azad û kurdan dike. Bêdengiya li hemberî van êrîşan, kurdên azad sûcdar û kesên polîtîkaya qirkirinê bi rê ve dibin jî mafdar nîşan dide. Divê her kes bizanibe ku Tevgera Azadiyê ya Kurdan û kurd têkoşîna herî mafdar dimeşînin. Têkoşîna li dijî mêtingeriya qirker mafê kurdan e. Li ku derê hêzên mêtinger hebe, ew ne bi tenê hedefa têkoşîna azadiyê ne ya ku PKK pêşengtiya wê dike, di heman demê de hedefa kurdan û hêzên demokrasiyê ya şoreşgeran e. Yên sûcdar ev in ku tifaqa faşîst a AKP û MHP’ê ye ya ku polîtîkayên qirkirina kurdan didomînin û hêzên îstîxbaratê, hêzên milîtarîst û hevkarên wan in ên ku xizmeta wan dikin.

Li her cihê ku kurd hene PKK jî heye

Li her cihê ku kurd hene, PKK jî heye. Tu kes nikare bibêje ku kesên fikra Rêber Apo diparêzin divê li vir bin û ne li cihekî din bin. Wê kurd xwedî li fikra siyasetmedar, fikirdar û zanayê herî mezin ê di dîroka kurdan de derkevin. Kesên li dijî vî tiştî faşîst, dijminên fikrê û qirkerên kurdan in. Li ku derê kurd hebin wê fikrên Rêbertî li wir bin. Êrîşa li dijî kesên xwedî li vê fikrê derdikevin, tê wateya dijminatiya kurdan. Jixwe desthilatdariya AKP û MHP’ê ji ber ku dijminê kurdan e, li Bakur, Rojava, Başûr, Şengalê û li her cihê ku Kurd lê hene, êrîşan dike. Li Ewropayê li Parîsê êrîşa li dijî heval Sakîne, Fîdan û Leyla encama vê ferasetê ye.

Dewleta tirk divê were darizandin

Dewleta tirk tu hiqûq, qanûn û normên navneteweyî qebûl nake û êrîşan dike. Sivîlan qetil dike, nexweşxaneyan bomberdûman dike û daristanan dişewitîne, gaza jehrî û çekên kîmyewî bi kar tîne. Ev sûcên wisa ne ku divê li dadgeha mafên mirovan were darizandin. Heke li vê dinyayê mafên mirovan, heq, hiqûq, demokrasî, wijdan û exlaq mabe, divê dewleta tirk were darizandin.

DYE divê dîktator û kujeran meşru neke

Serokê Dewleta DYE’yê Bîden dema hate ser desthilatdariyê got wê girîngiyê bide mafên mirovan, demokrasî û hiqûqê. Serokê dewletekê yê ku wisa dibêje dema sûc û êrîşên desthilatdariya AKP û MHP’ê nabîne û wekî nûnerên desthilatdariyeke normal e hevdîtinan dike, ji bo gelê Amerîkayê û hemû mirovayetiyê tê wateya meşrûkirina dîktator û kujeran. Heke dê di warê demokrasî û azadiyê de wê gotinên mirov hevdu bigire, divê nirxên wisa nebin qurbaniyên berjewendiyan.

Li cîhana modernîteya kapîtalîst ya ku berjewendî dikeve pêşiya her cure nirxan, divê gelê kurd li hemberî her cure êrîşan yekitiya xwe pêk bîne, bi helwesta xwe ya welatparêz divê li hemberî wê têbikoşe. Bi taybetî îro têkoşîn û helwesta li hemberî dewleta tirk, dahatûya azad û demokratîk a gelê kurd eleqedar dike. Ji ber vê jî divê hêzên siyasî yên li her çar parçeyên Kurdistanê divê li hemberî êrîşên li ser şoreşgerên li ser fikra Rêber Apo derkevin. Bêhelwestbûna li hemberî êrîşên dewleta tirk û bêdengî tê wateya ku dewleta tirk hemû kurdan wekî eşqiya, hov û terorîst dibîne. Ev jî gelekî aşkera ye ku ji bo hemû kurdan rastiyeke li hemberî rûmetê ye.

Divê dijminên kurdan û hevkarên wan ji holê winda bibin

Gelê Silêmaniyê di serî de divê gelê Başûr û hêzên siyasî wekî şoreşgerekî welatparêz ê kurd xwedî li heval Şukru derkevin û divê ev bibe helwesteke mînak. Li ku derê kurd, kadroyekî PKK’ê yan jî sempatîzanekî xwedî li fikra Rêber Apo derdikeve were kuştin, divê xwedî lê were derketin. Bersiva herî rast a li hemberî mêtingeriya qirker jî ev. Bi nêziktêdayînên wisa ev êrîş dikarin werin sekinandin. Divê gelê kurd bi ruhê yekitiya neteweyî li hemberî desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê helwesteke wisa nîşan bidin ku divê îstîxbaratvanên faşîzma AKP û MHP’ê, hêzên wan ên milîtarîst li Başûr û li tu dera Kurdistanê nikaribin bimînin. Divê qirker û hevkarên wan ên ku dijminatiya kurdan dikin, ji holê winda bibin.

Gelê kurd û zarokên wan ên fedaî gerîla li hemberî her cure dijwariyê berdêlên giran didin û têdikoşin, wan desthilatdariya AKP û MHP’ê anîna ber asta hilweşandinê. Hemû kurd û hêzên siyasî yên li her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat heke li hemberî vê desthilatdariyê helwesta xwe diyar bikin û têbikoşin, wê di demeke nêzik de ev desthilatdarî hilweşe. Dema ku desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê were hilweşandin, dê li Tirkiyeyê pêşiya demokratîkbûn û çareseriya doza kurdan vebe, ev jî wê ji bo mîsogeriya destkeftiyên kurdan û demokratîzebûna Rojhilata Navîn de gaveke mezin be.

Li ser vî esasî em bang li hemû hêzên siyasî yên kurdan û hêzên demokrasiyê dikin ku li hemberî desthilatdariya AKP û MHP’ê têkoşînê geş bikin, Kurdistanê azad û Tirkiye û Rojhilata Navîn jî demokratîk bikin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar