Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

KCK: Komploya navneteweyî dewama sîstema qirkirina gelê kurd e

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku hêzên navneteweyî bi Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê re xwestin ku di şexsê Ocalan de Tevgera Azadiyê ya Kurd tasfiye bikin û qirkirina kurdan bidomînin. KCK’ê diyar kir ku komplo bi saya têkoşîna gelê kurd ji gelek aliyan ve hatiye pûçkirin û da zanîn ku bi mezinkirina têkoşînê dikare ev komplo bi temamî ji holê bê rakirin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi boneya 20’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Hevserokatiyê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku komploya 15’ê Sibatê yek ji sûcên herî giran ên cihê xwe li nava dîrokê de girtiye û yên ku cihê xwe di vê komployê de girtin, bûne hevparê sûcê qirkirinê ku 100 sal in li dijî gelê kurd tê kirin.

Di daxuyaniyê de Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku bi ruhê berxwedana ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ li dijî komploya navneteweyî 20 sal in têkoşîneke mezin tê kirin û ev tişt parve kirin: “Bi vê têkoşînê, komplo ji gelek aliyan ve hatiye pûçkirin. Bi komployê re hate xwestin ku bi dîlgirtina Rêber Apo re Tevgera Azadiyê ya Kurd were tasfiyekirin. Lê encamên berevajî vê derketin holê. Nêrîn û hêza siyasî ya Rêber Apo mezintir bû û Tevgera Azadiyê jî her bi pêş ve çû. Têkoşîna azadiyê ya gelê kurd li ser xeta Rêber Apo bê navber dewam dike. Têkiliya navbera Rêber Apo, Tevgera Azadiyê û gelê kurd xurtir bû, di têkiliya navbera komplogeran de pirsgirêkên girîng derketin holê; bereya komploya navneteweyî gelekî hate qelskirin.”

Hevkarên sûcê qirkirina gelê kurd

Hevserokatiyê diyar kir ku piştî Şerê Cîhanê yê 1’emîn li dijî gelê kurd komployeke navneteweyî hat kirin û wiha domand: “Di berdêla qirkirina kurdan de Mûsil û Kerkûk ji Iraqa di kontrola Îngilistanê de hate hiştin. Ji ber vê yekê, hêzên navneteweyî sed sal in çavên xwe li qirkirina kurdan a li bakurê Kurdistanê bi destê Tirkiyeyê tê kirin, digirin. Sîstema siyasî ya Rojhilata Navîn a sedsala 20’an li ser qirkirina kurdan ava kirin. Ji ber vê yekê, hêzên navneteweyî hevparê sûcê qirkirinê ye ku dewleta tirk in. Komploya navneteweyî ya 9’ê cotmeha sala 1998’an dest pê kir û 15’ê sibata sala 1999’an de Rêber Apo dîl girt, bûye dewama sîstema qirkirinê ya ku destpêka sedsala 20’an hate avakirin.”

‘Bereya hêzên komploger parçe bûye’

Daxuyaniya hevserokatiyê wiha dom kir: “Bi komploya navneteweyî re xwestin, sîstema ku li ser qirkirina kurdan li Rojhilata Navîn hatiye avakirin, bidome. Lê belê ev sîstem bi têkoşîna kurdan û Şerê Cîhanê yê 3’yemîn ê li Rojhilata Navîn re di asteke girîng de ji hev ketiye. Bereya hêzên komploger a Rêber Apo dîl girt, deriziye û parçe dibe. Ev yek ji aliyê gelê kurd ve hatiye kirin ku 20 sal in bi dayina berdêlên giran têdikoşe û di Şerê Cîhanê yê 3’yemîn de pêngava demokrasî û azadiyê de pêşengiyê dikin.

Dixwazin komployê bidomînin

Di serî de dewleta tirk, hêzên dijminê Tevgera Azadiyê û yên polîtîkaya qirkirinê li ser kurdan dimeşînin, dixwazin sîstema Rojhilata Navîn a li ser qirkirina kurdan hatiye avakirin, jinûve ava bikin. Lewma dewleta tirk hewl dide sîstema qirkirina kurdan li cîhanê tev ferz bike. Dewleta tirk ku piştî Şerê Cîhanê yê 1’emîn Mûsil û Kerkûk radest kir û xwest kurdan qir bike, niha jî di oxira qirkirina kurdan de Tirkiyeyê pêşkêş dike, bi rengekî herî qirêj û gemarî hevkariyê dike. Komploya ku li ser vê bingehê sala 1999’an li dijî Rêber Apo hate kirin, bi hedefkirina rêveberiya Tevgera Azadiyê ya kurd re dixwazin bibin serî. Biryara DYA’yê ya ji bo tasfiyekirina rêveberiya Tevgera Azadiyê ya Kurd, desteka ji bo polîtîkaya dewleta Tirkiyeyê ya ji bo qirkirina kurdan e, teşwîqa ji bo êrîşa li dijî têkoşîna azadiyê ya gelê kurd e. Ev biryara ku li dijî rêveberiya Tevgera Azadiyê hate derxistin, dema ku mirov li gel tecrîdkirina Rêber Apo dinirxînin, dibînin ku hewl tê dayin komploya navneteweyî ya li dijî têkoşîna azadiyê ya gelê kurd hatiye kirin, di nava şert û mercên nû de bê domandin.

Çalakiya Leyla Guven

Tevgera me ya azadiyê ku ev rastî dîtiye, dest bi pêngava berxwedanê ya ‘Em tecrîdê rakin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin’ kiriye. Siyasetmedara demokratîk a kurd Leyla Guven ku dît tecrîdkirina Rêber Apo navenda qirkirina kurdan, zext û tecrîdkirina gel e, dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir û bû pêşenga xwezayî ya vê pêngavê. Bi ruhê kûr ê welatparêziyê û berpirsyariya rêbertiya gel, wateya dîrokî ya têkoşîna li dijî tecrîdê dîtiye. Leyla Guven ji ber ku karakterê pêvajoyê baş fêhm kir, nîşan da ku bûye xwedî karakter rêbereke xurt a gel. Beriya ku tevgera me ya azadiyê pêngava li dijî tecrîdê ya ku biryar li ser dayî bide destpêkirin, destpêkirina vê çalakiyê ya Leyla Guven nîşan dide ku tevgera me ya azadiyê ev pêvajo rast xwendiye û di dema xwe de bi înîsiyatîf rabûye.

‘Desthilata AKP-MHP’ê di rewşeke qels de ye’

Divê were dîtin, hewl tê dayîn ku komploya navneteweyî ya dikeve sala 21’ê di nava Şerê 3’yemîn ê Cîhanê de bê dewamkirin û qira kurdan bê anîn. Lewma, wezîfeyeke dîrokî ye ku têkoşîn bê mezinkirin. Dewleta tirk a ku faşîzma AKP-MHP’ê li desthilatê ye û bi hemû hêzên dijminê kurdan re dema ku dibînin kurd di şertên Şerê Cîhanê yê 3’emîn de xurt dibin û dê statûyê bi dest bixin, êrîşên xwe zêde kiriye. Desthilata AKP-MHP’ê hem di rewşeke qels de ye û hem jî desteka navneteweyî bi qasî ku ew dixwaze nabînin. Ev rastî nîşan dide ku dema têkoşîn were dayîn, bi şikandina tecrîdê û têkbirina faşîzmê azadkirina Kurdistanê nêz e. Ji bo vê jî di serî de ciwan û jinan, gelê kurd û hêzên demokrasiyê hemû li dijî faşîzma AKP-MHP’ê divê têkoşînê hê geştir bikin û pêngava şoreşger demokratîk bi ser bixin.

‘Geşbûna têkoşînê bi saya bihezaran şehîdan e’

Di dîroka têkoşîna azadiyê ya kurd de em ji serdemeke dijwar û pir girîng derbas dibin. Di vê serdemê de têkbirina dijmin û bidestxistina azadiyê bi berdêlan pêkan e. Ev 40 sal in seraqet geşbûna têkoşînê bi deh hezaran şehîd, bi sed hezaran girtiyan çêbûye. Şehîdên me têkoşînê li ser pêyan dihêlin û geş dikin. Heta ku têkoşîna azadiyê were biserxistin bi vê hişmendî û canbexşane wê berxwedanî hebe.

Berxwedana îro ya, ’em tecrîdê bişikînin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin’ bi giyanê fedayî yên berxwedêrên ‘hûn nikarin roja me tarî bikin’ ku li dora Rêber Apo bûne barîkat, geş dibe. Heke ne ji berxwedana fedayî ya berxwedêrên ‘hûn nikarin roja me tarî bikin’ bûye, ne têkoşîn li ser pêyan dima û ne jî me dikarîbû giyanê berxwedanê yê fedayî yê niha li ser pêyan bigirin. Di temambûna sala 20’an a Komploya Navneteweyî de û di sala 21’ê de em careke din berxwedêrên ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ bi hurmet û minet bi bîr tînin, em careke din sond dixwin ku em ê tecrîdê bişikînin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar