Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

KCK: Li dijî dagirkeriyê bi ruhê Şêladizê helwestê nîşan bidin

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê têkildarî êrîşên dewleta tirk daxuyaniyek da. KCK’ê diyar kir ku armanca êrîş û dagirkeriya dewleta tirk qirkirineke nû ye. KCK’ê bang li hemû kurdistaniyan kir ku li gorî ruhê yekitiya neteweyî tevbigerin û li dijî dagirkeriyê erka ku dikeve ser milê wan pêk bînin

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê der barê êrîşên dagirkeriyê yên artêşa tirk ên li dijî başûrê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniya KCK’ê de hat destnîşankirin ku divê kurd û gelên li Kurdistanê hemû zanibin, êrîşên nû yên dagirkeriyê dê bingehê ji komkujî û qirkirinên nû re ava bike. KCK’ê bang li hemû kurdistaniyan kir ku bi ruhê Şeladizê li her deverê helwestê nîşan bidin.

Daxuyaniya KCK’ê wiha ye:

“Artêşa tirk li dijî herêma Bradostê ya başûrê Kurdistanê dest bi êrîşeke nû ya dagirkeriyê kiriye. Roja ku li Parlamentoya Başûrê Kurdistanê hilbijartina serokatiyê dihate kirin, her wiha roja ku serokkomarê Iraqê serdana Tirkiyeyê kir, vê êrîşê dest pê kir. Bi vê yekê re peyam hem ji başûrê Kurdistanê hem jî ji Iraqê re hatiye dayin. Lê belê ne hikûmeta Iraqê ne jî rêveberiya Başûr li dijî van êrîşan helwestek nîşan nedan û heta niha daxuyaniyek nedane. Weke ‘operasyoneke li derveyî sînor a li dijî PKK’ê’ ji nedîtî ve hatine.

Yên dibêjin, ‘êrîş li dijî PKK û gerîla ye’, dikevin xefika lîstika qirêj û operasyona xapandinê ya faşîzma AKP-MHP’ê û ji berpirsyariya nîşandana helwest û berxwedana li dijî dagirkeriyê direvin. Divê ev rastî were zanîn; desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê bi êrîşa dijî PKK û gerîla re êrîşî Kurdistanê dike. Ya ku bi destê DAIŞ’ê nekarî bike, niha bi destûra hêzên herêmî û navneteweyî dixwaze bi xwe bike. Erdogan di sala 2014’an de bi destê DAIŞ’ê ji Başûr û ji bejahiyê ve dest bi êrîşeke qirkirin û dagirkeriyê kir. Ji ber ku bi ser neket vê carê ji Bakur û ji çiya ve dest bi êrîşê kir. Êrîşa ji Başûr û ji bejahiyê ve dest pê kir ne tenê êrîşeke leşkerî bû, tevî êrîşa leşkerî êrîşeke wisa bû ku dixwest ji aliyê aboriyê ve jî têk bibe.

Armanca êrîşan

Bombebarkirina herêma Bradostê bi balafirên şer, helîkopterên êrîşê yên Kobra û Atak, her wiha şewitandina bi hezaran donim zeviyên li Mexmûr, Kerkûk û Mûsilê versiyon û rêbazên cuda yên êrîşê yên heman siyasetê ne. Armanc ji êrîşan ew e ku herêmên bi Peymana Mûsilê ya 1926’an dest jê hatin berdan, hemûyan dagir bikin. Erdogan bi ve yekê re dixwaze xeyalên xwe yên Osmaniya Nû pêk bîne.

Yekitiya neteweyî

Di rewşeke wiha de ku ji Başîka heta Bradostê êrîşên dagirkeriyê li başûrê Kurdistanê tên kirin, nîşanedana helwesteke li dijî vê yekê, xwevegirtina ji daxuyaniya şermezarkirinê li ruhê yekitiya neteweyî û li kurdîtiyê nayê. Ne rast e ku ev yek bi berjewendiyên aborî û siyasî bê îzahkirin. Piştî ku welat hate dagirkirin tu wateya berjewendiyan namîne. Tu berjewendî ji azadiya welat û xaka me, ji yekitiya me ya neteweyî ne hêjatir e. Yekitiya neteweyî di serdemên zehmet de bi biryarên zehmet derdikeve holê. Yekitiya neteweyî ya rasteqîn di demên xweşiyê de dernakeve holê. Ger di demên aram û bê pirsgirêk de derkeve holê jî, ji pratîka niha jî tê dîtin ku dema pirsgirêkek û zehmetiyek rû bide wê ji holê rabe. Rêya yekitiya neteweyî helwesta li dijî dagirkeriya tirk e. Dema ku mirov bala xwe didin ser dîroka gelan û neteweyên dinyayê, dibînin ku di encama têkoşînên zehmet ên serdemên dijwar de yekitiya xwe ya neteweyî li dora nirxên neteweyî pêk anîne.

‘Êrîşê hêzên kurdistanî xistiye nava ezmûneke dîrokî’

Ji ber vê yekê, di demekê de ku êrîşeke nû ya dagirkeriyê li Kurdistanê tê kirin em bang li hêzên kurdistanî yên hemû parçeyan û hêzên demokratîk dikin ku helwestê nîşan bidin û li dijî dagirkeriyê derkevin. Vê êrîşa dagirkeriyê hêzên kurdistanî xistiye nava ezmûneke dîrokî. Berpirsyariya her hêzê ye ku bi helwesta neteweyî û yekitiya neteweyî li dijî dagirkeriyê derkevin.

Helwesta dewleta Iraqê

Rewş ji bo kurdan bi vî rengî ye, lê divê bê zanîn ku ji bo Iraqê rewşeke hîn cidî heye. Bêdengiya hikûmeta Iraqê ya li pêşberî vê dagirkeriyê, nîşannedana helwestê ku weke pejirandina êrîşê ye, zerarê dide berjewendiyên gelên li Iraqê hemûyan. Hêzên navneteweyî yên ku li dijî DAIŞ’ê şer kirin, divê li dijî konsepta Osmaniya Nû û van êrîşên dagirkeriyê yên faşîzma AKP-MHP’ê ku sponsora DAIŞ’ê ye, helwestê nîşan bidin.

Bang li gelê kurd kir

Gelê me divê li benda hêzên siyasî yên ku li pey berjewendiyên xwe yên biçûk in nemîne ku helwestê nîşan bidin, divê xwe bispêre meyla xwe ya azadiyê û çanda xwe ya berxwedanê, li dijî êrîşên dagirkeriyê yên tirk li her devera lê ye bi hêza xwe bikeve nava hewldanan. Bêyî cudahiya navbera partiyan divê kurd hemû û gelên li Kurdistanê, feraseta qirker a faşîzma AKP-MHP’ê bibînin, zanibin ku êrîşa nû ya dagirkeriyê dê zemînê ji komkujî û qirkirinên nû re ava bike û em bang li wan dikin ku bi ruhê serhildanê yê Şeladizê li her deverê helwestê nîşan bidin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar