Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

KCK: Li dijî faşîzma AKP-MHP’ê, yekîtiya demokratîk ava bikin

KCK'ê kesên ku di Komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî û diyar kir ku weke hîmên bingehîn ên avakirina faşîzma AKP-MHP'ê êrîş û komkujiyeke bi vî rengî hate plankirin û pêkanîn û wiha got: “divê zanibin ku wezîfeya me ye em li dijî faşîzma AKP-MHP'ê yekîtiya demokratîk, xwişk û biratiya gelan hîn xurt bikin û têkoşînê bilind bikin.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a Komalên Civakên Kurdistanê (KCK) Komkujiya Gar a Enqereyê ku 10’ê Cotmeha 2015’an de ji aliyê dewleta tirk ve bi destê DAIŞ’ê hate kirin, di salvegera 8’an de şermezar kir û şehîdên demokrasî û şoreşê bi bîr anî. Hevserokatiyê diyar kir ku feraset û nêzîkatiya esasî ya ku faşîzmê xurt dike ew mirov in ku li derveyî sîstemê têne dîtin lê belê nikarin jê qut bibin û wiha got: “Gelekî girîng e ku hêzên demokratîk şoreşger li hemberî vê ferasetê têbikoşin, rêxistinî û yekîtiya demokratîk a rasteqîn a gelan biafirînin. Dilsoziya bi bîranîn û têkoşîna şehîdan re, rêya pêkanîna vê yekê ev e.”

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Di 10’ê Cotmeha 2015’an de Partiya Demokratîk a Gelan, gelek sendîka, rêxistinên civakî yên sivîl, rêxistinên girseyî yên demokratîk mîtînga Ked, Aştî û Demokrasiyê lidar xistin, bi deh hezaran kes tevlî bûn, lê li hemberî vê mîtîngê êrîş û komkujiyeke mezin hate kirin. Em vê komkujiyê careke din bi hêrseke mezin şermezar dikin, yên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdariyeke mezin bi bîr tînin. Di şexsê wan de şehîdên demokrasî û şoreşê hemûyan careke din bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê dilsozê bîranîna şehîdan bin.

Li gel êşa vê komkujiyê, hesreta bi milyonan mirovî ya li qadan nîşan dan, em di dilê xwe de vedihewînin. Ew ji bo xwişk û biratiya gelan, ji bo jiyaneke bi hev re û yekîtiya demokratîk a gelê kurd bi gelên Tirkiyeyê re, ji bo Tirkiyeyeke demokratîk û Kurdistaneke azad têkoşiyan. Bi vê daxwazê wê rojê daketin qadan, bi govend û stranên xwe daxwaza aştî, xwişk û biratî û wekheviyê qîriyan. Wezîfeya me ew e ku em govenda wan mezin bikin, stranên xwişk, biratî û azadiyê bi dengekî hîn bilind bistirên. Em dibêjin ku em ê vê yekê teqez pêk bînin.

‘Faşîzma AKP-MHP’ê komkujyeke bi rengî plan kirin’

Ev êrîşa ku bû sedema komkujiya herî mezin a dîroka Tirkiyeyê di çarçoveya plana çalakiyê ya têkbirinê hate kirin. Weke hîmên bingehîn ên avakirina faşîzma AKP-MHP’ê êrîş û komkujiyeke bi vî rengî hate plankirin û pêkanîn. Bi plana çalakiyê ya têkbirinê re çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, çareseriya pirsgirêkên bingehîn, avakirina jiyaneke demokratîk û ronîkirina Tirkiyeyê hate astengkirin, mixabin beriya pêkanîna van, Tirkiye careke din ber bi pêvajoyeke tarî ve hate dehfdan. Armanc ji êrîşa li Gar a Enqereyê û êrîş û komkujiyên li deverên din ev bû. Ev hemû jî bi destê dewlet û desthilatdariyê hatin kirin.

Mejiyê DAIŞ’ê mejiyê desthilatdariya AKP-MHP a faşîst e

Nêzîkatiya ku DAIŞ’ê weke berpirsyarê komkujiyê nîşan dide, xapandin e. Yê ku komkujî kir dewlet bi xwe ye, AKP-MHP ye. Ji aliyê her kesî ve tê zanîn ku DAIŞ ji destpêkê ve di bin kontrola dewletê û AKP’ê de ye, DAIŞ planên AKP-MHP’ê pêk tîne. DAIŞ mejî û rêbazên xwe ji desthilatdariya AKP-MHP’ê wergirtiye, ji bo pêkanîna armancên wê ketiye nava liv û tevgerê. Mejiyê DAIŞ’ê mejiyê desthilatdariya AKP-MHP a faşîst e. Ji xwe piştî ku DAIŞ bi têkoşîna hêzên demokratîk şoreşger û gelan hate têkbirin, desthilatdariya AKP-MHP’ê dest bi wê yekê kir ku ya DAIŞ’ê nekarî bike, bi xwe bike. Ev rastî îro hîn baştir tê dîtin û fêhmkirin. Di serî de êrîşên li ser Rojava, êrîş û kiryarên desthilatdariya AKP-MHP’ê hemû, vê rastiyê nîşan dide.

Gelekî girîng e ku hêzên demokratîk û şoreşger li hemberî faşîzmê têbikoşin

Her kar û kiryarên desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst dijberiya li xwişk û biratiya gelan e, dijberiya li jiyana bi hev re û demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Tui gotin û pratîka xwe ya li derveyî vê rastiyê nîne. Fikrekî berevajî vê yekê, nîşandana hin kiryarên desthilatdariya AKP-MHP’ê bi rengekî rast, tê wateya meşa li ser heman rêya faşîzmê. Bi taybetî yên ku li nava sîstemê ne, li derveyî sîstemê xuya dikin lê belê nikarin ji vê qut bibin, hewl didin êrîşên desthilatdariya AKP-MHP’ê yên li dijî gelê kurd bi vî rengî nîşan bidin. Feraset û nêzîkatiya esasî ya ku faşîzmê xurt dike ev e. Gelekî girîng e ku hêzên demokratîk şoreşger li hemberî vê ferasetê têbikoşin, rêxistinî û yekîtiya demokratîk a rasteqîn a gelan biafirînin. Dilsoziya bi bîranîn û têkoşîna şehîdan re, rêya pêkanîna vê yekê ev e. Gelekî girîng e ku hêzên demokratîk şoreşger li hemberî vê ferasetê têbikoşin, rêxistinî û yekîtiya demokratîk a rasteqîn a gelan biafirînin. Dilsoziya bi bîranîn û têkoşîna şehîdan re, rêya pêkanîna vê yekê ev e.

Di vê çarçoveyê de em komkujiyê di sala 8’emîn de careke din şermezar dikin, divê zanibin ku wezîfeya me ye em li dijî faşîzma AKP-MHP’ê yekîtiya demokratîk, xwişk û biratiya gelan hîn xurt bikin û têkoşînê bilind bikin. Divê em bi vê têgihiştinê tevbigerin. Mîsyona ku dîrok dide hêzên demokratîk şoreşger ev e.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar