Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

KCK: Li dijî Yêzîdên îroyîn bi erka Hûseyînî rabin

Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK'ê di daxuyaniya xwe ya bi wesîleya destpêkirina Rojiya Muharrem de anî ziman ku: “Hz. Hûseyîn xet û nasnameyeke ku berxwedana elewîtiyê temsîl dike û li dijî zordaran têkoşîna mafan dide. Îro ji her demê zêdetir pêdiviya me bi vê xetê heye.”  

Daxuyaniya Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê ya têkildarî Rojiya Muharremê wiha ye:

“Rojiya Muharremê ya ku berxwedana Kerbelayê bi îbadetê tê bibîranîn dest pê kir. Elewî û Mislimanên şîa di vê meha Muharremê de rojî digirin û têkoşîna Hz. Hûseyîn yê maf û edaletê bi bîr tînin. Em van berxwedanên ku wijdanê mirovahiyê zindî dihêlin silav dikin, em dibêjin bila giyanê canên ku di berxwedanan de jiyana xwe ji dest dane şad be û duayên canên elewî yên ku bi rojiyan berxwedanê bi bîr tînin û piştre parvekirina Aşûreyê û Misilmanên Şîa yên şînê digirin bila bi awayekî rast werin qebûlkirin.

Divê her mirovekî xwedî wijdan li Kerbelayê xwedî derkeve’

Di şexsê Hz. Hûseyîn û hevrêyên wî de şehîdên Kerbelayê nirxên mirovahiyê ne ku divê bên bibîranîn, jiyanî kirin û zindî kirin. Ji ber ku yên li Kerbelayê li berxwe dan mînakeke mezin a dilsoziya gelên Rojhilata Navîn a ji bo maf û edaletê ye, li dijî zordaran çavkaniya îlhama berxwedanê ye û kûrahiya zanebûna azadiyê îfade dike. Divê her mirovekî xwedî wijdan li dijî neheqiya mezin a li Kerbelayê derkeve. Di heman demê de ev mînakeke pir biçûk e ku mirov çawa dikare helwest li dijî hêzên desthilatdar ên ku ji bo berjewendiyên xwe siyaseta înkar û tunekirinê ferz dike, bigire. Berxwedana Hz. Hûseyîn û hevrêyên wî yên li Kerbelayê, nûnertiya helwesta heq û heqîqetê ya li hemberî çewsandin, zilm û îşkenceya li gelên Rojhilata Navîn e. Ev helwest di dîrokê de bûye îfadeya şênber a ruh, bawerî û hişmendiya bêdawî ya azadiyê ya li xaka Rojhilata Navîn.

‘Li dijî Yêzîdên îroyîn bi erka Hûseyînî rabin’

Di vê wateyê de sekinandina li hemberî Yezîdên îroyîn, ku bi êrîşkirin, bi derew û xapandina civakê, bawerî, ziman û çanda wan înkar dike û qirkirinê li ser gelan birêve dibe, bi zindîkirina Hz. Huseyîn û hevrêyên wî re hemwate ye.

Hz. Hûseyîn xet û nasnameyeke ku berxwedana elewîtiyê temsîl dike û li dijî zordaran têkoşîna mafan dide. Îro ji her demê zêdetir pêdiviya me bi vê xetê heye ku elewî bi rojî û îbadetên her meha Muheremê û aşûreyên ku belav dikin bi bîr tînin û hewl didin zindî bikin. Berxwedana Kerbelayê û helwesta Hz.Hûseyîn herî zêde îro bang li elewiyan dike ku xwedî li Hûseyînî bê derketin. Bi minasebeta van rojên xurt ên ruhî em hemû Elewiyan vedixwînin hesabpirsîna navxweyî û bipirsin ka em çawa dikarin bi hêztir, zindîtir, mezintir û yekgirtîtir li dijî zilmê bisekinin.  Em careke din tînin bîra elewiyan ku rêya ku elewî layiqî Hz.Hûseyîn bin, ji ber van hemû sedeman û gelek sedemên ku ne hewce ye em li vir bînin ziman, ji têkoşîna bi hev re ya li dijî yezîdiyatiya ku di vê serdemê de heye re derbas dibe. Muharrem di vê wateyê de ferman dide Elewiyan ku bi hêzên demokrasiyê re li dijî faşîzma Erdogan-Bahçelî têbikoşin. Em di wê baweriyê de ne ku têkoşîna li dijî Yezîdiyatiyê ya ji aliyê Erdogan ve hatiye nûkirin erka her kesê xwedî li Hûseyîn derdikeve ye û hêvî dikin ku Rojiya Muharremê bibe wesîleya lêpirsîna her tiştê ku îro rê li ber baweriyên pîroz digire.

‘Divê her kes tevlî nava refên têkoşîna demokrasî û azadiyê bibe’

Canên Elewî yên Birêz:

Weke civaka elewî em rojiya Muharremê ya îsal bi têkoşîna li dijî zordar, li dijî Yezîdên serdema ku em tê de dijîn pêşwazî dikin. Bi taybet canên elewî yên li Tirkiye û Kurdistanê dijîn, bi zext û îşkenceyan, di bin êrîşên qirkirin û asîmîlasyonê de hewl didin baweriya xwe biparêzin. Elewiyên îro li dijî derew, talan, mêtingerî, tecrit ên Yêzîdên ku heq û hiqûqê nas nake û jiyanê vediguherîne zindanê, hewl didin Kerbelayê zindî bihêlin. Bi wesîleya bîranîna îro em dixwazin diyar bikin ku rêya zindîkirina Huseyîniya îroyîn li dijî asîmîlasyon, tecrîd, qirkirina çandî, talankirina xwezayê û faşîzmê bilindkirina têkoşîna demokrasiyê ye. Bi boneya Rojiya Muharremê di serî de Elewî em bang li her kesên azadî û edaletê dixwazin dikin ku têkoşîna demokrasiyê bilind bikin. Em bang li hemû baweriyan û bi taybetî jî misilmanên Şîe yên ku bawer dikin Hz. Hûseyîn ji bo mirovahiyê têdikoşe û berxwedana wî mafdar û rewa dibînin, li dijî rejîma herî faşîst a Rojhilata Navîn ango rejîma senteza tirk-îslamê di eniya hevpar de têkoşîna demokrasiyê bilind bikin.

Bi minasebeta rojiya Muherremê û roja Aşûrayê em careke din hêvî dikin ku kesên ku Hz. Hûseyn di dilê xwe de hîs dikin rojî û xizmetên her duwanzdeh îmaman ên wan di lênûsa heq de bên nivîsandin. Em bang li hemû hezkiriyên Hûseyîn dikin ku Hz. Hûseyîn û canên ku şehîd bûne di têkoşîna li dijî zilmê de bidin jiyîn. Bi wesîleya vê rojê em diyar dikin ku têkoşîna azadiya Kurdistanê ku tevgera Hûseynî ya hemdem de di têkoşîna xwe de bîranîna wan vedijîne û em her kesî vedixwînin ku tevlî nava refên têkoşîna demokrasî û azadiyê bibin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar