Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...
Pazartesi - 7 Ekim 2024

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

KCK li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî yên li ser gerîlayan daxuyanî da

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî çekên kîmyewî ya dewlet tirk a dagirker her roj li qadên gerîla bi kar tîne daxuyanî da û banga serhildanê kir

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta tirk a dagirker daxuyaniyeke nivîskî weşand û li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî yên li ser gerîlayan banga serhildanê kir.

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê wisa ye

“HPG nêzî 5 meh in ji raya giştî re aşkera dike ku dewleta tirk li dijî qadên gerîla çekên kîmyewî û gazên bi jehr bi kar tîne. Di vê mijarê de hin dîmen jî hatin weşandin. Mêtingeriya qirker her ku tengav dibe û zehmetiyan dikişîne li dijî gerîla çeka kîmyewî bi kar tîne. Çekên kîmyewî û gazên bi jehr diavêje nava şikeftên ku berê tespît kiriye. Di vî şerî de ku 5 meh in li dora tunelên şer diqewime, ji bo gerîla îmha bike û xwe bigihîne tunelên şer her cûre çekên kîmyewî û gazên bi jehr bi kar tîne.

NY, Ewropa û DYE naxwazin vî tiştî bibînin

Tevî ku HPG daxuyaniyan dide û bi israr radigihîne ku artêşa tirk çekên kîmyewî û gazên bi jehr bi kar tîne, bi vî rengî sûcê şer dike jî, dewletek û saziyeke pêwendîdar a navneteweyî neketiye nava liv û tevgerê. Hêzên siyasî yên mîna Ewropa û DYE, saziyên ser bi Neteweyên Yekbûyî ve, dema ku welatên dijber dibe mijara gotinê hingî çekên kîmyewî û gazên bi jehr dixin rojevê. Lê belê dema ku mijar hevalbendên wan be, hingî sûcdariyên bi vî rengî ji nedîtî ve tên; bi tu awayî li hemberî wan nakeve nava hewldanan. Bi vî rengî nîşan didin ku di mijara dijberiya li çekên kîmyewî û gazên bi jehr de ji dil nînin, hevgirtî tevnagerin.

Dewleta tirk ji wan cesarete distîne

Neteweyên Yekbûyî, Ewropa, DYE û gelek welat dema ku mijar dibe Tirkiye tenê li berjewendiyên xwe difikirin. Tirkiye kurdan qir dike, zext û zilmeke giran dike, li gelê xwe dîktatoriyê ferz dike; ev ji bo wan ne girîng e, hebe nebe ya girîng ji bo wan berjewendî ye. Ji ber vê yekê dewleta tirk a mêtinger qirker sûdê ji vê helwestê digire û bi her awayî zilmê li kurdan dike, kiryarên li dijî mirovahiyê dike. Di asteke welê de kurdan digire ku li devereke din a cîhanê nehatiye dîtin. Hema bêje, her kesekî ku ji xwe re dibêje; Ez kurd im û li ber tirkkirinê û asîmîlasyonê radibe, wê bixe binê zindanan! Jixwe gelek parlamenter, hevşaredar û endamên meclisa şardariyê tevî ku ji aliyê gel ve hatin hilbijartin jî, ji ber ku jiyaneke azad û demokratîk ji bo gelê kurd dixwazin hatine girtin. Qadên destgîrkirinê veguherîne cihên zext, îşkence û destavêtinê. Bi zext û zilmê, bi gefa zindankirinê sîxurî û xiyaneta li gelê xwe li gelek mirovan tê ferzkirin.

Ewropa, DYE û NY hevkarên sûc in

Desthilatdariya AKP-MHP tevî ku bi her awayî sûcê li dijî mirovahiyê dike jî Ewropa û DYE hîn jî vî welatî weke welatekî demokratîk ê asayî muxatab dibînin û piştgiriya leşkerî, siyasî û dîplomatîk didin. Desthilatdariya AKP-MHP jî xwe dispêre vê piştgirî û nêzîkatiya Ewropa û DYE’yê û zilma li ser gelê kurd û gelên Tirkiyeyê girantir dike. Her wiha gefa dagirkirinê li Rojava û Şengalê dixwe û bombeyan li wan deveran dibarîne. Li ser kampa mexmûriyan ku ji zilma dewleta tirk reviyane, zilma xwe dewam dike. Di sûcên dijî gelê kurd û gelên Tirkiyeyê de, di dagirkerî û komkujiyên bi êrîşên balafiran têne kirin de Ewropa, DYE û Neteweyên Yekbûyî hevkarê sûc in. Divê gelê kurd jî gelên cîhanê jî hêzên demokrasiyê jî bi vê rastiyê zanibin.

Nirxên mirovayetiyê bin pê dikin

Artêşa tirk her roj bi balafirên şer, helîkopter, tank û topan agir berdide daristanên Kurdistanê, xwezaya Kurdistanê talan dike; lê mîna ku ev yek mafê dewleta tirk e, tenê lê tê temaşekirin. Mîna ku bikaranîna çekên kîmyewî û gazên bi jehr li dijî gerîlayên PKK’ê serbest e; mîna ku mafê dewleta tirk e ku bi kar bîne, dengê xwe lê ranakin. Bi rastî jî êdî ji bo Ewropa, DYE û Neteweyên Yekbûyî cihê bidawîbûna gotinê ye. Ev welatên navborî ji bo xatirê berjewendiyan her cûre nirxên mirovahiyê binpê dikin; yên ku binpê dikin jî teşwîq dikin.

Fermandariya HPG’ê beriya çend rojan ragihand ku li dijî tunelên şer ên li Girê Sor çeka kîmyewî hatiye bikaranîn û 3 gerîla şehîd bûne. Ya rast, gerîla bi maskeyên gazê û tedbîrên cuda pêşî li şehadetê digirin. Naxwe heta niha wê bi sedan gerîla di van êrîşan de şehîd biketa. Herhal Ewropa, DYE û Neteweyên Yekbûyî dixwazin ku gerîla hemû bi gazên bi jehr bêne kuştin. Eger ne bi vî rengî bûya wê daxuyanî bidan û helwest li dijî dewleta tirk nîşan bidan. DYE, Ewropa û Neteweyên Yekbûyî bi wesîleyên cuda diyar kiribûn ku bikaranîna çekên kîmyewî û gazên bi jehr xeta wan a sor e, di vê mijarê de hesasiyeta xwe nîşan dabûn û hişyarî dabûn hin hêzan. Lê belê niha helwesteke berevajî van daxuyaniyên xwe nîşan didin. Hişyarkirin û destwerdan li aliyekî, piştgiriya siyasî didin dewleta tirk a ku van çekan bi kar tîne.

Eger hesabên xwe yên bi vî rengî hebe, divê li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî, şewitandina daristanan, zilma li gelê kurd û gelên Tirkiyeyê li dijî dewleta tirk bikevin nava liv û tevgerê. Ewropa, DYE û Neteweyên Yekbûyî bi nerazîbûna li zilm û neheqiya tenê li çend kesan tê kirin nikare durûtiya xwe, nikare bêexlaqiya xwe û bêwijdaniya xwe binixumînin.

Divê dewleta tirk were darizandin

Em bang li gelê kurd, gelên Tirkiyeyê, hêzên demokrasiyê yên li Ewropa, DYE û li tevahiya cîhanê, demokratên xwedî wijdan ên li Neteweyên Yekbûyî dikin ku li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ya li hemberî gerîla rabin ser pêyan û dewleta tirk a ku sûcê li dijî mirovahiyê dike darizînin… Em di wê baweriyê de ne ku Trîbunal (Dadgeha Trîbunal piştî rûniştinên di 20-24’ê Îlonê de yên li Cenevreyê wê biryarên xwe aşkera bike) dê di vê mijarê de gavên girîng biavêje.

Desthilatdariya AKP-MHP’ê ya ku li dijî gelê kurd û mirovahiyê sûc dike wê teqez bê darizandin û hesab bide.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar