Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

KCK: Newrozê armanc û xeta çalakiyê diyar kir

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê pîrozbahiyên Newroza 2022’yan ku bi milyonan kes tev li bûn weke ‘Kongreya Demokrasiyê ya Gelan’ pênase kir û got, “Bername, armanc û xeta çalakiyê ya têkoşînê diyar kiriye.”

KCK’ê piştî pîrozbahiyan daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, “Newrozê tirs berda dilê faşîstan, zaliman û hêzên zordar. Moraleke mezin da gelê kurd, dost û hêzên demokrasiyê.”

Daxuyaniya KCK’ê wiha ye:

“Em gel û dostên xwe pîroz dikin ku di Newroza azadkirina Rêber Apo de di serî de bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê li çar parçeyên Kurdistanê û her devera cîhanê daketin qadan û derseke dîrokî dan faşîzma AKP-MHP’ê ya ku navenda paşverûtiya Rojhilata Navîn e, derseke dîrokî dan hêzên dijberê demokrasî û azadiyê. Di têkoşîna wan a sala 50’yemîn a Rêbertî de hêviya serketinê dikin.

Gelê kurd li gel dostên xwe, bi milyonan kesî gotin ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok jiyan nabe’, bi vî rengî dilsoziyeke mezin a bi Rêber Apo re nîşan dan. Ji bo azadkirina Rêbertî ku xizmetên mezin ji gelê kurd, gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê re dike, daketin qadan. Bawerî û dilsoziya xwe ya bi gerîla re ku ewladên wan ên fedayî ne careke din vegotin. Bi vî rengî hem nirxekî mezin dide keda Rêbertî ya beriya 49 salan ji bo azadkirina gelê kurd gaveke dîrokî avêt, hem jî têkoşîna 49 salan a gelê kurd tacîdar dike. Newroza 2022’yan raxist pêş çavan ku bi têkoşîna 49 salan re rastiyeke çawa ya gel hatiye afirandin. Newroza 2022’yan bû îlana wê yekê ku PKK û gelê kurd wê di sala 50’yemîn a Rêbertî de têkoşîneke hîn mezintir bimeşîne.

Her Newroz bû ew Newroz ku gelê kurd xwe bi nirxên nû ji nû ve diafirîne. Têkoşîna gelê kurd Newroz, Newrozê jî têkoşîna gelê kurd bi pêş ve bir û xurt kir. Gelê kurd bi vî rengî bû gelek ku têk naçe, veguherî gelê serhildanê. Di vê Newrozê de jî gelê kurd xwe bi nirxên nû xurt kir û jinûve afirand.  Jin û ciwanan dan pêş û kirin ku Newroz şoreşa demokratîk, şoreşa civakî, şoreşa çandî û şoreşa neteweyî kûr û berfireh bike. Eger gelê kurd li gel hemû êrîşan jî li ber xwe dide, ev yek encama pêkhatina van şoreşan a bi xurtî ye.

Faşîzma AKP-MHP’ê bi tecrîda girankirî re ku ji 5’ê nîsana 2015’an û vir ve li Rêber Apo ferz dike, 7 sal in êrîşeke giran dibe ser gelê kurd û hêzên demokrasiyê. Bi vî rengî dixwaze gelê kurd û hêzên demokrasiyê bieciqîne, dîktatoriya faşîst li Tirkiyeyê ava bike û kurdan qir bike. Bi vê armancê di sala 2014’an de ‘Plana Têkbirinê’ amade kir û li ser vê bingehê zexta herî giran a dîroka Tirkiyeyê li gelê kurd û hêzên demokrasiyê kir. Gelê kurd, dost û hêzên demokrasiyê di Newroza 2022’yan de gotin ‘Dem dema serketinê ye’, rabûn ser piyan û yên ku ‘Plana Têkbirinê’ amade kirin, ew bi xwe têk birin. Li pêşberî Newroza 2022’yan çokên faşîzmê lerizîn; di nava têkoşîna gelê kurd û hêzên demokrasiyê de dît ku dawî lê tê.

Vê Newrozê nîşan da ku têkoşîna hevpar a gelê kurd û hêzên demokrasiyê xurt bûye. Ev rabûna xurt a li Newrozê, ruh û sekna têkoşîna hevpar mizgînî daye ku avakirina Tirkiyeya demokratîk, Kurdistana azad û Rojhilata Navîn a demokratîk ne dûr e. Di vê Newrozê de careke din aşkere bûye ku paşeroja Tirkiyeyê wê bi tifaqa hêzên demokrasiyê ya bi gelê kurd re diyar bibe.

Ji Kawayê Hesinkar û vir ve ruh û karakterê Newrozê rabûna li ber zilmê ye. Ev yek jî di tevahiya dîrokê de bûye têkoşîna azadiyê ya gelan û bindestan. Newroza 2022’yan jî li dijî faşîzma AKP-MHP’ê ya ku zilm û paşverûtiya Rojhilata Navîn li ser piyan dihêle serî rakir û bû pêngaveke azadî û demokrasiyê ya dîrokî. Di Newroza 2022’yan de gel bi sekna xwe ne tenê rêveçûna li Kurdistan û Tirkiyeyê di heman demê de rêveçûna siyasî ya li Rojhilata Navîn jî diyar kir. Weke Kongreya Demokrasiyê ya Gelan bername, armanc û xeta çalakiyê ya têkoşînê diyar kir.

Newrozê tirs berda dilê faşîstan, zaliman û hêzên zordar. Moraleke mezin da gelê kurd, dost û hêzên demokrasiyê. Vê berxwedan û sekna gel enerjiyeke welê afirand ku dikare ruh bide miriyan. Her şoreşger, welatparêz, demokrat ên ku ev têkoşîn û sekna gel dîtin, zext û zilm çiqasî giran dibe bila bibe wê têbikoşe û serketinê deynê ber xwe.

Gelê kurd û hêzên demokrasiyê bi hêza ku ji Newroza 2022’yan wergirtî, di sala 50’yemîn a Rêbertî de divê têkoşînê hîn bêhtir bi rêxistin û armanc bikin. Sekna gel a li Newrozê raxist pêş çavan ku ji bo geşkirina têkoşîna tifaqa hêzên demokrasiyê ya bi gelê kurd re bi her awayî derfet hene. Bi vê rastiya gel re divê ji bo hilweşandina faşîzma AKP-MHP’ê ku zilmê li gelê kurd dike, polîtîkaya qirkirinê dimeşîne û zextê li hêzên demokrasiyê dike, têkoşîn bê xurtkirin, Rêber Apo bê azadkirin, Tirkiyeya demokratîk, Kurdistana azad û Rojhilata Navîn a demokratîk bê avakirin.

Banga Mazlûm, Zekiye, Rahşan, Ronahî, Bêrîvan, Sema Yuce, Kemal Kûrtûk û hemû şehîdên Newrozê, nirxên têkoşîna 49 salan û Newroza 2022’yan bi vî rengî ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar