Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê got, “Di salvegera 100’emîn a Peymana Lozanê de Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) civîneke girîng lidar xist. Ji gelek rêxistinên Kurdan nûner, rewşenbîr, dîroknas, siyasetmedar, rûspî û dostên gelê Kurd, her wiha nûnerên ji gel, nasname û baweriyên cuda yên Kurdistanê beşdarî vê civînê bûn. Lidarxistina civîneke bi vî rengî di sedsaliya Peymana Lozanê de ku ji bo gelê Kurd û Kurdistanê di asta dîrokî de girîng e, em gelekî bi wate û hêja dibînin.”
KCK’ê diyar kir ku Peymana Lozanê peymaneke qirkirinê ye ku gelê Kurd tune hesiband, Kurdistan parçe û parve kir û got, “Dewletên mêtinger ên li Kurdistanê xwe spartin vê peymanê û sed sal in li ser gelê Kurd siyaseta înkar, îmha û qirkirinê dimeşînin. Dewletên mêtinger qirker komkujiyên ku heta niha li hemberî gelê Kurd kirine, hemû bi vê peymanê kirine. Ji ber ku vê peymanê gelê Kurd û Kurdistan tune hesibandiye. Qetilkirina Kurdên ku vê qebûl nakin, rewa hatiye dîtin. Ji ber sozên ku bi vê peymanê re hatin dayin, di serî de dewletên Ewropayê hemû cîhan li hemberî komkujiya Kurdan û qirkirina Kurdan bêdeng man. Yên ku xwedî li vê peymanê derketin û mohra xwe danîn binî ne ji bo edalet û mafdariyê, lê belê ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî û aborî tevgeriyan. Di encama vê yekê de jî bi destê hêzên sîstema kapîtalîst serwer, di serî de gelê Kurd hemû gelên li Kurdistanê û Rojhilata Navîn ji hev hatin qutkirin, parçekirin û radestî sîstema mêtinger qirker hatin kirin. Yekane tişta ku xema hêzên serwer bû, xizmeta rejîmên noker û dewletên dûvikên wan ên li Rojhilata Navîn bû.”
Di daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê de işaret bi van xusûsan jî hate kirin:
“Peymana Lozanê encameke polîtîkaya parçe bike-bi rê ve bibe ya emperyalîzmê ye û xwedî wê taybetmendiyê ye ku serweriya hêzên serdest li erdnîgariya Rojhilata Navîn ferz dike. Dewama peymana Sykes-Pîcot e ku di dema Şerê Yekemîn ê Cîhanê de di navbera hêzên hegemonîk ên wê demê bi rengekî veşartî hate amadekirin. Temamkirina wê peymanê ye. Lewma Peymana Lozanê ji bilî qirkirinê ne belgeyekek cuda ye. Bi vê peymanê re ne gelek rizgar bû, ne jî ji bo civakekê sîstemeke siyasî hate avakirin. Berevajî vê yekê, peymaneke antî demokratîk e ku têkoşîna azadî û rizgariyê ya gelan ditepisîne û bi sedan sal in li ser gelan mejî û siyaseta mêtinger qirker ferz dike.
Mîna ku di civînê de hate destnîşankirin, ku Peymana Lozanê tenê bi yekîtiya gelê kurd dikare ji holê bê rakirin û bingeha peymaneke nû bê afirandin. Ev tespît gelekî di cih de ye û dîrokî ye. Rastiya herî esasî ya ku di têkoşîna gelê Kurd a li dijî Peymana Lozanê de şênber bûye ew e ku serxistina vê têkoşînê bi yekîtiya neteweyî dibe. Em weke Tevger ku nîv sedsal e li dijî sîstema mêtinger qirker têdikoşin, bi vê têgihiştinê tevdigerin û ji bo ev yek pêk were timî hewl didin. Hewldana Rêber Apo ya ji bo yekîtiya Kurdan tê zanîn. Lewma helwesteke gelekî rast û girîng e ku banga ji bo yekîtiya neteweyî ya ku daxwaza herî mezin a gelê me ye, di konferansê de hatiye kirin. Di serî de nêzîkatiya li konferansa neteweyî, em hemû mijarên di encamnameyê de hatine destnîşankirin girîng dibînin û piştgiriyê didin. Ji bo pêkhatina wan jî em ê hewl bidin.
Li aliyê din em dixwazin diyar bikin ku nîqaşkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û ragihandina vê yekê di encamnameyê de gelekî bi wate ye. Rêber Apo ji bo azadî û rizgariya gelê Kurd xizmetên gelekî mezin kir. Eger gelê Kurd ji tunebûnê rizgar bûye, hebûna xwe parastiye û îro ji bo azadiyê têdikoşe, di vê mijarê de cihê têkoşîna Rêber Apo gelekî girîng e. Komploya navneteweyî û avakirina sîstema tecrîd û êşkenceyê ya li Îmraliyê pêwendiya xwe yekser bi têkoşîna Rêber Apo ya ji bo azadiya gelê Kurd heye. Komploya navneteweyî û sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê dewama Peymana Lozanê ye, encama wê ye. Lewma di civîneke bi vî rengî de ku li dijî Peymana Lozanê hate kirin, xwedîderketina li Rêber Apo gelekî bi wate ye. Em hemû pêkhateyên civînê yên bi vê têgihiştinê û berpirsyariyê nêzîk bûn silav kirin, hezkirin û hurmetên xwe pêşkêş dikin.
Sendîkayên karkeran ên li Ewropayê li Brukselê li ser şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Apo û banga têkoşînê ya li dijî tecrîdê civînek lidar xist. Ev civîn gelekî bi wate û girîng e. Mînaka herî esîl a xwedîderketina li Rêber Apo û piştevaniya bi gelê Kurd re ye. Em hemû dostên ku tevlî vê civînê bûne bi rêzdarî silav dikin. Gelekî bi wate ye ku karker, kedkar, jin, rewşenbîr, nivîskar, hunermend, akademîsyen û lêgerînerên azadî û demokrasiyê xwedî li Rêber Apo derdikevin. Rêber Apo ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo gelan hemûyan, ji bo bindestan û mirovahiyê têkoşiya, xizmet kir. Feraseta sosyalîzmê ya li derveyî dewletê ku xwe dispêre azadiya jinê û ekolojiyê, nêzîkatiyeke gelekî xurt a rizgariya ji modernîteya kapîtalîst e. Helwesta hêzên modernîteya kapîtalîst a li hemberî Rêber Apo, komploya navneteweyî û sîstema tecrîd û êşkenceyê ya li Îmraliyê encameke vê nêzîkatiya Rêber Apo ye. Lewma gelekî bi wate ye ku mirovên civaka demokratîk temsîl dikin û di nava lêgerîna jiyana azad de ne li dijî vê nêzîkatiya hêzên serwer, xwedî helwest in. Bêguman nêzîkatiyên li Kurdan û Rêber Apo nayên qebûlkirin. Di serî de pêşengên civaka demokratîk, her kesên di nava lêgerîna demokrasî û azadiyê de ne, divê van nêzîkatiyan qebûl nekin. Em, helwesta dostan a li Brukselê ku encama nêzîkatiyeke bi vî rengî ye gelekî bi wate dibînin û li bendê ne ku ev hewldan bi xurtî dewam bike, heta şikandina tecrîda li ser Rêber Apo dewam bike. Lewma em careke din bang li gelê Kurd û dostên gelê Kurd dikin ku têkoşîna li dijî tecrîdê hîn xurt bikin û heta encamê werbigirin dewam bikin.”