Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

KCK: PDK êrîşên dewleta tirk paqij nîşan dide

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê bal kişand ser ku dewleta tirk êrîş aniye ser Kampa Qadiya û ji ber helwesta xwe ya provakatorî PDK şermezar kir

Komîteya Têkiliyên Derve ya KC’ê têkildarî êrîşa dewleta tirk a dagirker a li ser êzidiyên li Kampa Qadiya daxuyaniyeke niviskî da.

Daxuyaniya KCK’ê wiha ye:

“Di 30’ê tebaxa 2021’an de derengiya şevê ji ber teqîna li Kampa Qadiya ya li navçeya Zaxo ya Herêma Federal a Kurdistanê ku gelê me yê êzidî yê piştî qirkirina DAIŞ’ê ya li ser gelê Şengalê xwe li vir girtî, du zarokan jiyana xwe dest daye û gelek mirovên me birîndar bûne.

Li gorî daxuyaniya hemû şahidan, rengê teqînê nîşan dide ku êrîş ji hêla dewleta tirk ve hatiye kirin. Lê hê ser rûdanê zelal nebûyî hin rayedarên bi ser PDK’ê ve û avaniya îdarî ya PDK’ê ya li kampê hewl dane ku rûdanê bikin stuyê PKK’ê. Ev nêzîkatiya rayedarên PDK’ê û provakasyonên wê, wê rastiya ku  PDK bi helwesteke wiha ye ku ev rûdan ne ji ber êrîşeke dewleta tirk e ku tim dike, bi ser de êrîşên qirker ên TC’ê yên li ser gelê me paqij nîşan dide. Rayedarên PDK’ê ku li ser komkujiya li sûka Şengalê û nexweşxaneyê ya 16-17’ê tebaxê ya dewleta tirk a faşîst dengê xwe dernexîne, hê beriya ku biçin cihê rûdana Qadiya, sûcdarkirina tevgera me, em şermezar dikin û bi me ev planeke biqest e.

Li aliyê din ji ber ku êrîşa li ser Qadiya piştî civîna Iraqê û serdana Serokkomarê Fransayê Macron pêk hatiye û hin rayedarên PDK’ê bi bayê bezê hewl dane ku rûdanê bikin stûyê tevgera me, ev wê qinyata ku beriya rûdanê ji vê agahdar in, xurtir dike. Ji ber vê, em bang li gelê me dikin ku li dijî van hemû pêşdarazan û daxuyaniyên provakatîf xwedî helwest bin û rayedarên PDK’ê şermezar bikin.

Tevgera me, weke berê niha jî destekê dide ku gelê me yê êzidî vegerin Şengalê û welatê xwe ji nû ve ava bikin û ji ber vê em hemû derfetên xwe jî seferber dikin. Vê rûdanê jî nîşan daye pir hewce ye ku gelê Şengalê vegere ser şûnwarê xwe, xwe rê ve bibe û berevaniyê li xwe bike. Bi vê wesîleyê di serî de hikûmeta Iraqê, PDK, em bang li hêzên navneteweyî dikin ku dev ji lîstikên xwe yên li ser gelê me  yê êzidî biqerin, her wiha bang li raya giştî ya cîhanî dikin ku destekê bidin daxwazên meşrû yên gelê me yê êzidî yên li ser xwerêveberiyê û xweparasinê.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar