Em di rizgariya jinê de rizgariya zilam û welat dibînin

Pirsgirêka jinê pirsgirêkeke ku her rojekê derbas dibe di cîhanê de her diçe derdikeve pêş. Em partiyek in ku bi şoreşa Kurdistanê ve armanc...

Li ser Iraqê û Hewlêrê, rakêşa Tirkiye û Îranê

Ji alîkî ve Tirkiye, ji aliyê din ve Îran, li ser Iraqê û Başûr di nava hewldanên pir xerab de ne. Her du dewlet jî,...

Em di rizgariya jinê de rizgariya zilam û welat dibînin

Pirsgirêka jinê pirsgirêkeke ku her rojekê derbas dibe di cîhanê de her diçe derdikeve pêş. Em partiyek in ku bi şoreşa Kurdistanê ve armanc...

Li ser Iraqê û Hewlêrê, rakêşa Tirkiye û Îranê

Ji alîkî ve Tirkiye, ji aliyê din ve Îran, li ser Iraqê û Başûr di nava hewldanên pir xerab de ne. Her du dewlet jî,...
Pazartesi - 16 Eylül 2024

Em di rizgariya jinê de rizgariya zilam û welat dibînin

Pirsgirêka jinê pirsgirêkeke ku her rojekê derbas dibe di cîhanê de her diçe derdikeve pêş. Em partiyek in ku bi şoreşa Kurdistanê ve armanc...

Li ser Iraqê û Hewlêrê, rakêşa Tirkiye û Îranê

Ji alîkî ve Tirkiye, ji aliyê din ve Îran, li ser Iraqê û Başûr di nava hewldanên pir xerab de ne. Her du dewlet jî,...

KCK: PDK û Barzanî ji bo Kurdistanê bûne gefa herî mezin

KCK'ê daxuyand ku divê her kes li dijî komkujiyan û xeta xiyanetê ya hevkaran helwesta xwe bi xurtî nîşan bide û got, "Berpirsyarê esasî yê dagirkerî û komkujiyên li ser Başûrê Kurdistanê PDK û Barzanî ye. PDK'ê û Barzanî di oxira rant û berjewendiyên xwe de bûn şirîkê qirkirina kurdan û ji bo Kurdistanê bûne gefa herî mezin.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li ser başûrê Kurdistanê ku dema dawî zêde bûne daxuyaniyek da. KCK’ê diyar kir ku divê divê gel li hemberî van êrîşan bêdeng nemîne û banga xurtkirina yekitî û têkoşîna azadiyê kir.

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê wiha ye:

“Di encama êrîşên dewleta tirk a mêtinger qirker de yên li ser Başûrê Kurdistanê, gelek sivîl, mirovên welatparêz û ji gel şehîd bûn, gelek jî birîndar bûn. Em mirovên ku di van êrîşan de şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr tînin û ji birîndaran re jî şîfayê dixwazin. Em bang li gelê xwe, saziyên welatparêz û demokratîk dikin ku xwedî li şehîdan û birîndaran derkevin û piştgiriyê bikin. Ev yek wezîfeya bingehîn a welatparêziyê ye, divê ev wezîfe bêkêmasî bi cih bê anîn.

Em van êrîşên nemerdane yên dewleta tirk careke din bi tundî şermezar dikin. Her wiha hikûmeta Iraqê jî şermezar dikin ku bi têkilî û peymanênb i dewleta tirk re bingeh ji komkujiyan re ava kiriye. Aşkere ye ku êrîşên dewleta tirk ên zêde bûne, encama peymanên qirêj û têkiliyên bi dewleta Iraqê re ne. Ispat bûye ku ev yek tê wateya dagirkerî û komkujiyê. Divê bê zanîn ku ji êrîşên ji niha û pê ve yên li ser başûrê Kurdistanê û Iraqê, ji dagirkerî û komkujiyê wê bi qasî dewleta tirk hikumeta Iraqê jî berpirsyar bê dîtin. Her wiha hêzên ku li pişt hikumeta Iraqê disekinin, dibin şirîkê vê şaşitiya dîrokî yan jî bi rengekî aşkere helwestê nîşan nadin, wê gunehkar bin.

Di serî de hikûmeta Iraqê em careke din hişyariyê didin hêzên pêwendîdar û bang li wan dikin ku ji têkiliyên metirsîdar û şaş ên bi dewleta Tirk vegerin. Ev têkiliya ji berjewendiyên qirêj ku armanca xwe dagirkirin û qirkirina li Kurdistanê ye, her wiha Iraqê dixîne binê hegemonya dewleta tirk, paşeroja azad demokratîk a gelên Rojhilata Navîn dixe metirsiyê.

Armanca desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst, neo Osmanî û dagirker ew e ku gelan qetil bike, berde hev, mîsakî mîlî dagir bike û serweriyê li ser herêmê çêbike. Ev polîtîka beriya her tiştî gefê li Iraqê û yekîtiya Iraqê dixwe. Lewma herî zêde divê Iraq vê rastiyê bibîne.

Ji ber van têkiliyên şaş ên hikumeta Iraqê, Iraq bi lez ber bi aliyekî şaş û metirsîdar ve çûye. Hêzên ku dibêjin ew li dijî vê rêveçûnê ne, divê helwesteke hîn xurt nîşan bidin. Ne bi rengekî neyekser, lê bi rengekî yekser, aşkere pêwîstî bi helwesteke xurt heye. Lewma hêzên Iraqî yên welatparêz û demokratîk ên ku alîgirê serwerî û yekîtiya Iraqê ne, rewşenbîrên Iraqî divê helwesteke şênber û xurt nîşan bidin ku hikûmetê ji vê rêveçûnê vegerînin.

Berpirsyarê esasî yê komkujî û dagirkeriya li başûrê Kurdistanê PDK û Barzanî ye. PDK’ê û Barzanî di oxira rant û berjewendiyên xwe de bûn şirîkê qirkirina kurdan û ji bo Kurdistanê bûne gefa herî mezin. Barzanî ji bo helwesta xwe ya hevkarî û xiyanetê binixumîne û vê yekê rewa bike, dewleta Iraqê neçar hişt ku têkiliyeke bi vî rengî dîne. Eger wê qala welatparêziyê bê kirin, bi navê welatparêziyê wê tiştek bê kirin, beriya her tiştî divê ev metirsî bê dîtin û li hemberî vê metirsiyê helwesteke xurt bê nîşandan. Divê siyaset, hêzên welatparêz û rewşenbîrên Kurd bi vê berpirsyariyê tevbigerin û pêşengiyê ji vê yekê re bikin. Gelê me jî divê li hemberî van êrîşan bêdeng nemîne, li dijî komkujiyan û xeta xiyanetê ya hevkaran helwesta xwe bi xurtî nîşan bide, hîn bi xurtî xwedî li rastiya şehîdan derkeve, yekîtiya xwe xurt bike û têkoşîna azadiyê bilind bike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar