Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

KCK: PDK zirarê dide yekitiya kurd

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku PDK ji bo êrîşên dewleta tirk ên li ser Tevgera Azadiyê û gelê kurd rewa dike, li nav raya giştî ya kurd û derve propagandaya reşkirinê dike û got ku bi vê awayî PDK zirarê dide yekitiya kurd

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê têkildarî daxuyaniyên PDK’ê yên li dijî Tevgera Azadiyê, daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku agahiyên şaş û manîpulatîf ji konsolosxane û sefaretxaneyên biyanî yên li başûrê Kurdistanê û Bexdayê re tên dayîn û bi vî rengî li dijî tevgera wan sor dikin.

Daxuyaniya KCK’ê ya derbarê mijarê de wiha ye:

“Çapemeniya PDK’ê û Serokwezîrê Hikûmeta Başûr Mesrûr Barzanî, rojên dawî propagandaya dijber û xapandinê ya li hemberî tevgera me zêde kirine. Qîma xwe bi vê jî neanîne; agahiyên manîpulatîf didin konsolosxane û sefaretxaneyên welatên biyanî yên li başûrê Kurdistanê û Bexdayê û bi vî rengî hewl didin wan li dijî tevgera me sor bikin. Hin nûnertî û mîsyonên biyanî jî bi agahiyên berevajî û dûrî ji rastiyê yên PDK’ê xapiyan û li dijî tevgera me daxuyanî dan. Divê nûnertiyên welatên biyanî zanibin ku daxuyaniyên wan ên li ser agahiyên derewîn ên PDK û dewleta tirk didin, zirarê didin yekitiya kurdan û aramiya herêmê.

PDK hewl dide desthilatdariya AKP-MHP’ê mafdar nîşan bide

Ji berê ve PDK hem li nava raya giştî ya kurd hem jî li derve hewl dide êrîşên dewleta tirk ên li ser tevgera me û gelê me rewa bike, bi vê armancê propaganda reşkirinê dike, hewl dide desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst qirker mafdar nîşan bide û tevgera me bike hedef. Hin hincetan pêşkêş dike, bûyeran berevajî dike û bi vî rengî hewl dide agahiyên çewt belav bike. Êrîşa beriya du rojan a li Amediyê ya li dijî hêzên gerîla hate kirin, parçeyek ji vî karî ye. Hem bi vê êrîşê hem jî bi propagandaya piştî êrîşê xwestin ku bingehê ji êrîşeke berfirehtir re amade bikin.

PDK’ê ev propagandaya xwe ya xapandinê û berevajîkirina rastiyê berfireh kiriye û propaganda wê dike ku li pişt çalakiyên tundiyê yên li nava tevgerên girseyî yên li Başûr de tevgera me heye. Tevgera me helwesta xwe ya di vê mijarê de beriya niha bi raya giştî re parve kir. Me careke din pêwîstî pê dît ku helwesta xwe bi raya giştî re parve bikin; Propagandaya ‘Daxwaz û pirsgirêkên aborî, civakî û demokratîk ên gelê Başûr nîne lê belê hêzên derve ji bo Başûr tevlihev bikin dibin sedema vê liv û tevgerê’ bi zanebûn tê kirin. Yên ku pirsgirêkên bûne sedema çalakiyên gel afirandine, polîtîkayên şaş ên desthilatdariya Başûr e.

Careke din aşkera bûye ku ev propagandayên PDK’ê û dewleta tirk derew in, bi zanebûn tên kirin û hewl didin bikin hinceta êrîşa li dijî tevgera azadiyê. Ev êrîşên li dijî gelê me têkoşîna azadiyê, li Bakur, Rojava, Şengalê, Mexmûrê, Başûr û Rojhilat roj bi roj berfireh dibin. Propagandayên bi vî rengî, polîtîkayên qirkirina kurdan ên dewleta tirk rewa dike û paşeroja azad a gelê me dixe rewşeke metirsîdar.

PDK nahêle civaka êzidî li Şengalê vegere

PDK her wiha şerekî giran ê psîkolojîk û taybet dimeşîne û dibêje ‘PKK hikûmeta Başûr qebûl nake, nahêle ku gundî li gundên xwe vegere, li pêşiya vegera xelkê êzidî yê li kampan dibe asteng, li Başûr tevliheviyê dike’. Armanca van hemûyan ew e ku gel bixapînin û êrîşa li dijî PKK’ê rewa bike. Ji xwe berê jî îdîa dikir ku PKK statuya Başûr dixe tehlûkeyê û bi vê propagandayê hewl dida hincetê ji êrîşê re çêbike. Niha jî bûyerên tundiyê yên di çalakiyên gel de rû dan dixe stuyê tevgera azadiyê û hewl dide van îdîayên xwe ispat bike, xurt bike û êrîşên xwe rewa bike.

Daxwazên gel rast û mafdar in

Daxwazên gel rast in û mafdar in. Lê belê bûyerên tundiyê zirarê dide çalakiyên rast û mafdar ên gel û tê xwestin ku vê yekê bikin bingeh ji êrîşan û provokasyonên hêzên dijmin re. Lewma bûyerên tundiyê yên ku zirarê didin çalakî û daxwazên demokratîk rast nînin. Li aliyê din bersiva bi tundiyê ya li daxwazên mafdar ên gel pirsgirêkê girantir dike. Ji ber vê yekê pêwîstî bi wê yekê heye ku pirsgirêk bi diyaloga bi gel re û bi nêzîkatiya demokratîk bên çareserkirin.

Bi navê Tevgera Azadiyê, di nava tu hewldaneke tundiyê ya li Başûr de em nînin, em ne alîgirê wê ne û tiştekî wiha qebûl nakin. Îdîayên bi vî rengî hemû demagojî û propaganda derewîn in. Yên ku van daxuyaniyan dikin, hewl didin pirsgirêkan binixumînin û ji berpirsyariya bûyeran birevin. Em bang li gelê xwe û derdorên pêwendîdar dikin ku li hemberî van hesab û propagandayên qirêj helwestê nîşan bidin û pûç bikin.” BEHDÎNAN 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar