Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

KCK: Pêngava Azadiya Rêber Apo a li 74 navendan silav dikin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” ku dostên kurdan li qada navneteweyî dane destpêkirin, pîroz kir û wiha got: " Weke Tevgera Azadiyê ya Kurd em vê kampanyaya mezin û bi wate silav dikin û em ê bi her awayî piştgiriyê bidin."

Platforma ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî bi taybet li Strasboûrg li 74 navendan bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd, li ser asta navneteweyî pêngavek da destpêkirin. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê pêngav silav kir. Hevserokatiyê diyar kir ku rabûna li ber tecrîdê di heman demê de tê wateya xwestina çareseriya pirsgirêkan û ji bo serketina pêngavê bang li gelê kurdistanê, demokrat, rewşenbîr, welatparêz, kesên pêşverû, hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyî, gelên Rojhilata Navîn û cîhanê kir ku mirovahiyê rakin ser piyan.

Daxuyaniya nivîskî ya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi vî rengî ye:

“Weke ji aliyê raya giştî ve jî tê zanîn, ji duh ve li qada navneteweyî bi dirûşmeya ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî’ kampanyayek hatiye destpêkirin. Mirovên çep, sosyalîst, demokrat, azadîxwaz, yên xwedî exlaq û wijdan û saziyên demokratîk kampanyayek bi vî rengî dan destpêkirin û ev yek pir bi wate û hêja ye. Em spasiya dostan hemûyan dikin ku ev daxuyanî dane. Vê kampanyayê di salvegera komploya navneteweyî de destpê kir û ev yek jî xwedî wateyek mezin e. Bersiva herî mezin û herî bi wate ku li hemberî komploya navneteweyî bê dayîn, teqez meşandina kar û helwesteke bi vî rengî ye.

Gelê kurdistanê yên welatparêz komploya li dijî Rêber Apo hate destpêkirin, qet qebûl nekiriye. Weke tevger û gel 25 sal in em li dijî komploya navneteweyî têdikoşin. Di vê têkoşîna me de her tim dostên me hebûn ku li gel me bûn û dilê wan bi gelê kurd re lêdixist. Îro em dibînin ku dost êdî di asta pêşengiyê de beşdarî vê têkoşînê dibin. Ev bûyereke gelekî mezin e. Bêguman ev serkeftina gelê kurdistanê yê welatparêz e û ya her kesên li dijî komployê têkoşiya ye. Weke Tevgera Azadiyê ya Kurd em vê kampanyaya mezin û bi wate silav dikin û em ê bi her awayî piştgiriyê bidin.

Kampanyaya ku 10’ê Cotmeha 2023’an hate ragihandin, xaleke diyarker e. Bi destpêkirina kampanyayek bi vî rengî re hatiye îspatkirin ku têkoşîna li dijî komploya navneteweyî gihiştiye asta pêwîst û wê ji vir û şûnde bi çalakiyên bi bandor bigihije armanca xwe ku di dirûşmeya komployê de bi kurtî hatiye vegotin. Bi vî rengî têkoşîna li dijî komploya navneteweyî gihiştiye asta gerdûnî û ketiye pêvajoya têkoşîna topyekûn û encamgir. Bi vê têgihiştin û berpirsyariyê em bawer dikin ku kampanya wê bihije armanca hatiye destnîşankirin.

Têkoşîna li dijî komploya navneteweyî li qada navneteweyî tê meşandin. Ev yek ne tenê ji bo gelê kurd, ji bo têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gerdûnî jî pêşketineke gelekî mezin e. Rêber Apo ji têkoşîn û nirxên gerdûnî yên mirovahiyê bawer kir û têkoşîn da destpêkirin. Şoreşa Kurdistanê weke parçeyekî têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gerdûnî ya gelên cîhanê û bindest, bi pêş ketiye. Sekin û helwesta Rêber Apo ya li dijî komploya navneteweyî jî, li ser vê bingehê bû. Rêber Apo hîn zêdetir giranî da ser têkoşîn û nirxên hevpar ên hemû beşên civakî yên bindest û gelan û ev yek gihandiye çarçoveyeke îdeolojîk û teorîk û bersiva herî bi wate daye komploya navneteweyî. Sekna Rêber Apo ya 25 salan li dijî sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê ev bû. Ev helwesteke parastina mirovahiyê, azadiyê, demokrasiyê, sosyalîzmê, gelan, jinan û bindestan e. Tê wateya tevlêkariya herî girîng. Lewma xwedîderketina li Rêber Apo, tê wateya xwedîderketina li xwe, li civakê, li azadî û li rûmeta xwe ya mirovahiyê. Vê kampanyayê ev rastî îspat kiriye. Rêber Apo li Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de ye, teqez mirovahî divê li dijî vê yekê têbikoşe. Azadiya gelê kurd, gelên Rojhilata Navîn û civaka gerdûnî jî bi vê yekê dibe.

Pirsgirêka kurd û pirsgirêkên li Rojhilata Navîn bi bidawîbûna pergala tecrîd û êşkenceyê ya li Îmraliyê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo re ji nêz ve têkildar e. Bi bûyerên diqewimin ev yek îspat dibe. Êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojava û Sûriyeyê, tiştên li Îsraîl û Filistînê diqewimin ji bo vê mînak in. Li Rojhilata Navîn pirsgirêk bi zihniyeta netewe-dewletê û amûrên wê çareser nabin. Pirsgirêkên mirovahiyê yê wekhevî, azadî û demokrasiyê jî bi zihniyet û amûrên modernîteya kapîtalîst çareser nabin. Rêber Apo bi nêzîkahiya xwe ya neteweya demokratîk û modernîteya demokratîk formula herî maqûl a çareserkirina pirsgirêkan daniye. Rabûna li ber tecrîda girankirî, di heman demê de tê wateya xwestina çareseriya pirsgirêkan.

Em bi zanebûn û nêzîkahiyê bang li her kesî dikin:

Banga me ya pêşîn ji bo gelê welatparêz ê Kurdistanê ye. Gelê welatparêz ê Kurdistanê, heta niha li çar aliyên Kurdistanê, di zindanan de, li Wargeha Mexmûrê, li Şengalê û li derveyî welêt li dijî komploya navneteweyî bêyî navber têkoşiya ye. Encameke vê têkoşînê ye ku îro gelên bindest ên cîhanê, jin, ciwan û heval û hogir li têkoşîna kurdan û Rêber Apo dibin xwedî. Vî gelê berpirsyariya me yekcar zêde kiriye. Bi vê bîreweriyê û girêdayîbûna bi Rêber Apo ve û baweriya bi azadiya Kurdistanê divê mirov tevlî kampanyaya hatiye destpêkirin bibe. Li Rojhilat û Başûr divê gel rabe ser piyan. Divê rewşenbîr û saziyên demokratîk ên gel bibin pêşeng ji vî gelî re. Xelkê başûrê Kurdistanê divê zext û dorpêça desthilata AKP-MHP ya faşîst bişikîne û bi awayekî xurt tev bigere. Ciwanên welatparêz ên Kurdistanê divê di çalakiyan de li herî pêş cihê xwe bigirin. Xwe bi awayekî xurt bi rêxistin bike û bibe pêşeng ji gel re. Şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo û parastina têkoşîna azadiyê di serî de wezîfe û berpirsyariya ciwanên Kurdistanê ye.

Banga me ya duduyan li demokrat, rewşenbîr, welatparêz, kesên pêşverû û hemû hêzên demokrasiyê ye. Tecrîda girankirî, tecrîdkirina kurdan û gelên Tirkiyeyê ye. Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê, ji bo rakirina Şoreşa Rojava, qirkirina kurdan hebûna xwe datîne meydanê. Bi vê yekê, Tirkiyeyê ber bi tarîtiyê ve dibe. Divê êdî her kes vê rastiyê bibîne. Têkoşîna demokrasiyê ya rastîn li Tirkiyeyê, bi girtina cih li ba têkoşîna azadiya Kurdan û rabûna li ber tecrîdê ye. Mirov vê neke, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo mirov ne bi biryar be û tênekoşe, helwesta mirov rast û demokrat û bi welatparêzî nabe. Bi vî awayî Tirkiye rewnak û demokratîk nabe. Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê wê bi paş ve neçe û qels nekeve, Tirkiye ji tariyê xelas nabe. Divê êdî mirov bi awayekî xurttir û bi helwesteke eşkere li ber tecrîdê rabibe. Ev, pîvana demokrasî, welatparêzî, pêşverûtî, exlaq û wijdan e.

Banga me ya sisêyan li gelên Rojhilata Navîn û cîhanê ye. Dilê Rêber Apo ji Kurdan, gelên Rojhilata Navîn û cîhanê lê dikeve. Rêber Apo tim ji bo vê xebitiye. Ji wê boneyê li ber xwe daye, pê de ketiye û encam bi mirovahiyê re parve kirine. Di van şertên giran de ne xwe lê civak û mirovahî parastine. Divê em vê rastiyê bêhtir bibînin, bizanin, behsa wê bikin û lê bibin xwedî. Ev divêtiyeke mirovbûn, demokratî û azadîxwaziyê ye. Tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo nabe ku mirov bi tu awayî qebûl bike. Divê em li dijî tecrîda girankirî bi helwest bin û Rêber Apo azad bikin. Lewma divê em bikin ku hemû mirovahî rabibe ser pêyan.

Bi van hest û bangan, em kampanyaya ‘Azadî ji bo Abdullah Ocalan, Çareseriya Siyasî ji bo Pirsgirêka Kurd’ pîroz dikin, diyar dikin ku me bawerî bi serketina wê heye û em ê bibin piştgir.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar