Em di rizgariya jinê de rizgariya zilam û welat dibînin

Pirsgirêka jinê pirsgirêkeke ku her rojekê derbas dibe di cîhanê de her diçe derdikeve pêş. Em partiyek in ku bi şoreşa Kurdistanê ve armanc...

Li ser Iraqê û Hewlêrê, rakêşa Tirkiye û Îranê

Ji alîkî ve Tirkiye, ji aliyê din ve Îran, li ser Iraqê û Başûr di nava hewldanên pir xerab de ne. Her du dewlet jî,...

Em di rizgariya jinê de rizgariya zilam û welat dibînin

Pirsgirêka jinê pirsgirêkeke ku her rojekê derbas dibe di cîhanê de her diçe derdikeve pêş. Em partiyek in ku bi şoreşa Kurdistanê ve armanc...

Li ser Iraqê û Hewlêrê, rakêşa Tirkiye û Îranê

Ji alîkî ve Tirkiye, ji aliyê din ve Îran, li ser Iraqê û Başûr di nava hewldanên pir xerab de ne. Her du dewlet jî,...
Pazartesi - 16 Eylül 2024

Em di rizgariya jinê de rizgariya zilam û welat dibînin

Pirsgirêka jinê pirsgirêkeke ku her rojekê derbas dibe di cîhanê de her diçe derdikeve pêş. Em partiyek in ku bi şoreşa Kurdistanê ve armanc...

Li ser Iraqê û Hewlêrê, rakêşa Tirkiye û Îranê

Ji alîkî ve Tirkiye, ji aliyê din ve Îran, li ser Iraqê û Başûr di nava hewldanên pir xerab de ne. Her du dewlet jî,...

KCK: Peymana Enqere û Bexdayê lihevkirina DAIŞ’ê ye

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê diyar kir ku peymana navbera Enqere û Bexdayê tê wateya 'Lihevkirina bi DAIŞ'ê re' û wiha got: “Hikûmeta Iraqê bi vê lihevkirinê re tifaqa AKP-MHP-DAIŞ-PDK, dagirkirina Iraqê ji aliyê Tirkiye û DAIŞ'ê ve, jinûve zindîkirina DAIŞ'ê û bicihkirina li Iraqê û Kurdistanê rewa kiriye.”

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê li ser peyamana navbera Enqere û Bexdayê de daxuyaniyek weşand. KCK’ê diyar kir ku di nava du hefteyan de di êrîşên terorê û dagirkeriyê yên dewleta tirk de 7 kes hatin qetilkirin û bang li hikûmeta Iraqê kir ku demildest dawî li vê peyamê bîne.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Di nava du rojên dawî de li qadên Bradost û Raperînê di encama êrîşên terorê yên artêşa tirk a dagirker de şêniyên me Bedî Kemal Mûhammed, Mûzaffer Huseyîn Xidir, Mûhammed Mûzaffer Huseyîn û Mûbîn Mûzaffer Huseyîn şehîd bûn. Beriya niha bi du hefteyan jî li herêma Şarezorê di êrîşê de ji kedkarên pêşeng ên çapemeniya azad Gulistan Tara û Hêro Bahadîn şehîd bûn. Di 31’ê Tebaxê de Hakîm Luqman li Stenbolê tenê ji ber ku bi Kurdî axivî ji aliyê keriyên faşîst ên xwe ji AKP-MHP’ê xwedî dikin, bi xwînxwarî hate qetilkirin. Yanî di nava 2 hefteyan de 7 mirovên me di encama êrîşên terorê û dagirkeriyê yên Tirkiyeyê de şehîd bûn. Bi vê wesîleyê em van êrîşên terorê şermezar dikin, di serî de malbatên şehîdan em sersaxiyê ji gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.

Ev şehadet heman piştî mohrkirina metna lihevkirinê ya navbera Tirkiye û Iraqê ya 15’ê tebaxê pêk hatin. Diyar e ku ev metna lihevkirinê ji bilî teror û komkujiyê tiştekî din ji gelê Kurd û gelên Iraqê re neaniye, wê nîne. Mebesta Tirkiyeyê ji pêşketin, aramî û pêşveçûna aboriyê ya Iraqê teror û komkujî ye. Eşkere bû ku peymana navbera Iraq û Tirkiyeyê hate mohrkirin, wê pêşketinê bi xwe re nîne, wê komkujî û terorê bîne. Gotinên pêşketina aboriyê, ewlekarî, aramî, perwerde û rektorîkên din ji bilî nixumandina vê terorê û komkujiyê nayê ti wateyê.

Encameke din a lihevkirina navbera AKP-MHP-PDK û hikûmeta Iraqê, li herêma Behdînanê tê dîtin. Li vê derê çeteyên ji ber DAIŞ’ê mane û çeteyên cîhadîst ên radîkal di bin sîwana artêşa Tirkiyeyê ya dagirker de li Behdînanê hatine bicihkirin û bi hêsanî tevdigerin. Rojên dawî dîmenên van çeteyan di çapemeniyê de hatin weşandin ku bi liv û tevgera xwe aşkere ye ku DAIŞ’î ne. Bi van dîmenan ew rastî piştrast bûye ku Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li qada şer çavdêriyê dikin, bi raya giştî re parve dikin, lê belê medya şerê taybet a AKP-PDK’ê hewl dide vê rastiyê binixumînin. Artêşa tirk a dagirker ku ji sala 2021’ê û vir ve newêre li hemberî gerîla şer bike û newêre bikeve tunelên şer ên gerîla, van çeteyan ji bo armanca xwe bi kar tîne. Ev çeteyên ku di encama têkoşîna Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê, Pêşmerge û artêşa Iraqê û bi dayina berdêlên giran ji Kurdistan û Iraqê hatin paqijkirin, niha weke encameke vê lihevkirina navbera hikumeta Iraqê û Tirkiyeyê bi rengekî fermî li Kurdistanê û Iraqê têne vegerandin. Hikûmeta Iraqê bi vê lihevkirinê re tifaqa AKP-MHP-DAIŞ-PDK, dagirkirina Iraqê ji aliyê Tirkiye û DAIŞ’ê ve, jinûve zindîkirina DAIŞ’ê û bicihkirina li Iraqê û Kurdistanê rewa kiriye.

Tirkiye zêdeyî 10 sal in bi rêya DAIŞ’ê û komên çete yên mîna wê terorê li gelên Rojhilata Navîn bi taybetî jî li gelê Kurd dike, van çeteyan ji bo planên xwe yên dagirkeriyê bi kar tîne. Di vê çarçoveyê de ji Azerbaycanê û Ermenistanê heta bi Lîbya, Sûdan, Somalî û Cezayîrê, ji wir jî heta bi kolanên Parîs û Berlînê ev çete bi kar aniye. Di sala 2014’an de çawa ku Tirkiyeyê berê DAIŞ’ê ji Şamê da Kobanê, ji Bexdayê da Mûsil, Şengal, Kerkûk û Hewlêrê, niha jî heman çete ji Idlibê aniye Amediyê, Zaxo û Dihokê.

Çeteyên DAIŞ’ê bi rêya PDK û Tirkiyeyê li başûrê Kurdistanê, li deverên stratejîk ên Kurdistanê hatine bicihkirin ku ev yek ji bo dema dirêj gefeke qirkirinê û guhertina demografîk a li ser gelên Iraqê û gelê Başûr e. Em ji bîr nekin, DAIŞ’ê piştî ku bi PDK’ê re li hev kir, kete Şengalê. Niha jî bi PDK’ê re li hev kiriye û ketiye Behdînanê. Ti garantî nîne ku tiştên DAIŞ’ê li xelkê Şengalê kir li xelkê Dihok, Zaxo û Amediyê neke. Berevajî vê yekê metirsiyeke rasteqîn a bi vî rengî heye. Karê ku DAIŞ û Tirkiyeyê heta niha bi hev re kirine, nîşaneya karê wan ê ji niha û pê ve ye.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê çawa ku li dijî terora DAIŞ’ê ya ku piştgiriyê ji Tirkiyeyê werdigire li refên herî pêş şer kirin, hebûna gelên Rojhilata Navîn bi taybetî jî hebûna gelê Kurd parastin, niha jî li dijî êrîşên dagirkerî û îlhaqê yên Tirkiyeyê ku piştgiriyê ji DAIŞ’ê werdigire, li gel hemû zor û zehmetiyan li refên herî pêş bi rengekî dîrokî û destanî li ber xwe didin.Berxwedana beriya 10 salan a li Şengal û Hewlêrê, Hewlêr û Kerkûkê ya li dijî DAIŞ’ê dihate kîjan wateyê, berxwedana niha ya li Zap, Metîna û Avaşînê ya li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk jî tê heman wateya dîrokî. Êrîşên Tirkiye û DAIŞ’ê dewama hev in û êrîşên qirkirinê ne ku hevdu temam dikin.

Girêdayî vê yekê di vê têkoşîna pîroz de em bang li gelên Iraqê û bi taybet jî gel, ciwan, jin û rewşenbîrên başûrê Kurdistanê dikin ku xwedî li têkoşîna Gerîlayên Azadiya Kurdistanê derkevin û tevlî bibin. Em bang li hikûmeta Iraqê, serok û partiyên wê siyasî dikin ku lihevkirina li gel Recep Tayyîp Erdogan tê wateya lihevkirina li gel DAIŞ’ê û ev yek teqez berovajî berjewendiyên gel û dewleta Iraqê ye. Planên dîktatorê faşîst Erdogan ne bi stûxwarkirin û rewakirinê, wê bi têkoşînê werin pûçkirin. Demildest betalkirina peymana bi dewleta tirk re wê di çarçoveya berjewendiyên hikûmeta Iraqê de be û wê zirar û talûkeyên ku di paşerojê de derkevin holê, berteraf bike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar