Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...
Perşembe - 21 Kasım 2024

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

KCK: Pîr Seyîd Riza mîrateya berxwedanê ji mirovahiyê re hişt

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê pêşengê berxwedana Dêrsîmê Seyîd Riza û hevrêyên wî yên hatin darvekirin bi bîr anî û got: “Pîr Seyîd Riza bi serînetewandina li hember dijmin, mîrateya berxwedanê di serî de ji gelê Kurdistanê, mirovahiyê û hemû gelên bindest re hişt.”

Pêşengê berxwedana Dêrsîmê Seyîd Riza û hevalên wî di 15’ê mijdara 1937’an de ji hêla dewleta tirk a qirker û dagirker ve hatin darvekirin. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê li ser salvegera şehadeta Seyîd Riza û rêhevalên wî daxuyaniyeke nivîskî da. KCK’ê diyar kir ku Pîr Seyîd Riza bi serînetewandina li hember dijmin, mîrateya berxwedanê di serî de ji gelê Kurdistanê, mirovahiyê û hemû gelên bindest re hiştiye û got, “Armanca me ya sereke ev e ku em vê bîranîna biqîmet bi cih bînin û ji gelê xwe re azadiyê bînin. Em dubare soz didin ku em ê bigihêjin vê armancê û li hember bîranîn û têkoşîna biqîmet a Seyîd Rizayan bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.”

Daxuyaniya KCK’ê bi vî rengî ye, “Salvegera darvekirina pêşengê berxwedana Dersimê Seyîd Riza nêzik dibe. Em Seyîd Riza û rêhevalên wî ku bi wî re hatine darvekirin bi bîr tînin. Em di şexsên wan de kesên di Komkujiya Dersimê de hatin qetilkirin bi rêzdarî bi bîr tînin û hişmendiya qirker şermezar dikin. Em dibêjin ku têkoşîna gelê me wê hesabê hemû komkujiyan bipirse.

Yek ji komkujiyên herî dermirovî yên dîroka mirovahiyê Komkujiya Dersimê ye. Êşeke mezin daye gelê me, dilê me gelek êşandiye. Bi deh hezaran mirov bi gule, sirgun, bombebaran û gazên kîmyewî hatin qetilkirin. Zarokên ku hêj nehatine dinyayê jî di zikê dayikên xwe de hatine kuştin û yên sax jî bi saxî hatin qetilkirin. Çemê Mûnzûrê bi xwînê herikiye. Ji ber vê yekê jî Komkujiya Dêrsîmê di hişê gelê Kurdistanê de bû sedema êş û hêrseke mezin. Komkujiya Dêrsîmê di bîra gelê kurd de cihê xwe girtiye û ti carî dê ji bîr neçe.

Bêguman Komkujiya Dêrsîmê di çarçoveya komkujiya kurdan de hatibû kirin. Dewleta tirk a ku zîhniyet û siyaseta mêtinger a qirker bi rê ve dibe, ji bo tinekirina gelê kurd bi dehan komkujî pêk aniye. Lê mixabin mirov dikare bibêje ku Komkujiya Dêrsîmê ji hemûyan girantir e. Komkujiya Dêrsîmê, dijminahiya dewleta tirk a li dijî gelê kurd û tarîtiya vê hişmendiyê bi awayê herî eşkere derxistiye holê. Loma, di serî de Komkujiya Dersimê, mirov nikare bêyî qebûlkirin û rûbirûbûna komkujî û qirkirinên li ser gelê Kurd û gelên din, xwendineke rast a dîrokî bike. Dîsa di serî de Komkujiya Dêrsîmê, heta em hesabê hemû komkujiyan ji berpirsiyarên komkujiyan nepirsin, em nikarin erka dîrokê li ser milê bar kirî bi cih bînin, bibin xwediyê heqîqetê û rast bijîn. Bêguman Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bi pêşvebirina hişmendiya azadiyê, bi têkbirina hişmendiya qirker û mêtinger û bi rizgarkirina gelê Kurdistanê, vê erka dîrokî bi cih tîne û ji berpirsiyaran hesab dipirse. Têkoşîna me ya ku li ser bingeha azadiya Kurdistanê û demokratîkbûna Tirkiye û Rojhilata Navîn pêş dikeve û xwe dispêre jiyaneke hevpar û wekhev a gelan, hişmendiya qirker, mêtinger û qirker ji holê radike û dîroka azadiyê ji nû ve dinivîse.

Em dubare hişmendiya qirker, mêtinger û dagirker şermezar dikin û di şexsê Pîr Seyîd Riza û rêhevalên wî de hemû şehîdên şoreş û demokrasiyê bi minet û rêzdarî bi bîr tînin. Pîr Seyîd Riza bi serî-netewandina li hember dijmin, mîrateya berxwedanê di serî de gelê Kurdistanê ji bo mirovahiyê û hemû gelên bindest hiştiye. Armanca me ya sereke ev e ku em vê bîranîna biqîmet bi cih bînin û ji gelê xwe re azadiyê bînin. Em dubare soz didin ku em ê bigihêjin vê armancê û li hember bîranîn û têkoşîna biqîmet ya Seyîd Rizayan bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar