Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

KCK: PKK li dijî bêedaletiyê serhildan e

KCK’ê 45’emîn salvegera damezrandina PKK’ê pîroz kir û got: “PKK tevgera zihniyeteke mezin û hêzeke civakî ye. PKK wê afirandina geşedanên nû bidomîne.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya 45’emîn salvegera damezrandina PKK’ê daxuyaniyeke nivîskî da û  wiha got: “Em 45’emîn salvegera damezrandina partiya xwe PKK’ê ku gelê kurd ji nû ve afirand û geşedanên mezin afirand, di serî de li Rêber Apo, li hemû şehîdên şoreş û demokrasiyê, gelê Kurdistanê yê welatparêz, gelên Rojhilata Navîn û cîhanê, jinan, ciwanan, hemû hevrêyên ku li girtîgehan li ber xwe didin; her kesê ku ji bo ked, azadî û demokrasiyê têdikoşe pîroz dikin. Li Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku bi hilweşandina çeperan geşedanan diafirînin, pîroz dikin.

Bêguman, ev qas geşedanên ku PKK’ê ava kirî, bi têkoşîneke mezin û berdêlên ku li ser vê rêyê dayî, hatine bidestxistin. Rêber Apo diyar kiriye ku biryara damezrandina PKK’ê piştî şehadeta Hakî Karer, weke bersivek ji vê re hatiye dayîn. Ev gotina Rêber Apo, çavkaniya hêza PKK’ê derxistiye holê. PKK partiyeke têkoşînê û şehîdan e. Hemû geşedanên ku afirandî bi dilsoziya bi bîranîna şehîdan re çêbûne. Têkoşîna bi deh hezaran şehîdan e ku ev qas geşedan ji me re afirandine. Lewma şehîdên me xwediyên rast ên van geşedanên PKK’ê ne. Bi vê wesîleyê em careke din hemû şehîdên şoreşê û demokrasiyê bi rêzdarî û minetdariyeke mezin bi bîr tînin, soza dilsozî û serkeftinê dubare dikin û li ber bîranîna şehîdan bi rêzdarî û minetdarî bejna xwe ditewînin.”

PKK li dijî zilm û bêmafiyê serhildan e

Derketina PKK’ê dîroka gelê Kurdistanê guherandiye, bûye sedem ku li Kurdistan û Rojhilata Navîn pêvajoyeke nû ya dîrokî pêş bikeve. Di destpêka sedsala 20’emîn de hêzên modernîteya kapîtalîst bi netew-dewletan li Rojhilata Navîn sîstemek ava kirin. Çavkaniyên sererd û binerd ên Rojhilata Navîn bi tevahî ji aliyê hêzên kapîtalîst ve hatine mêtingehkirin. Gelên Rojhilata Navîn jî di bin serweriya rejîmên netewperest, olperest, otorîter, zextkar û dîktator û netew-dewletan de rû bi rûyê her cure mêtingeriyê hatine hiştin. Gel di nava netew-dewletan de hatine parçekirin, kirine dijminê hev û li dijî hev dû rakirine. Gelek gelên qedîm ên Rojhilata Navîn di bin serweriya sîstema modernîteya kapîtalîst û netew-dewletên paşverû de rû bi rûyê komkujî û qirkirinê hatine hiştin. Yek ji van gelên ku rû bi rûyê qirkirin û mêtingeriyê hatî hiştin jî, gelê kurd e. Gelê kurd bi welatê xwe re hatiye parçekirin, hebûna wê tune hatiye hesibandin û hatiye xistina nava pêvajoya tunebûnê. PKK beriya her tiştî li dijî vê neheqî û zilma mezin weke serhildanekê derketiye holê. Tevgera PKK’ê bi fikrê xwe yê azadiyê û têkoşîna ku li ser vê esasê meşandî, gelê kurd ji mirinê vegerandiye û ji nû ve afirandiye. Ji nû ve afirandin ji bo gelê kurd ne gotinek e, rastiyek e. Gelê kurd bi PKK’ê re rastiya xwe nas kiriye, rastiya dijmin nas kiriye, zanebûna azadiyê bi dest xistiye, fêm kiriye ku wê bi têkoşînê ava bibe û azadiya xwe pêk bîne. Bi cesareta nîşakirina vê têkoşînê îradeya xwe raber kir û kariye li ser bingehê azadiyê ji nû ve ava bibe.

Tevgerek ku gelên cîhanê hêz jê digirin

Li Kurdistanê bi parçebûna mêtingeriyê û pêk hatina şoreşa vejînê, statukoya li Rojhilata Navîn derbe xwariye û xitimiye. Hêzên modernîteya kapîtalîst dîtin ku geşedanên ku ji aliyê PKK’ê ve hatine afirandin, berjewendiyên wan têxin xeteriyê. Lewma bi rejîmên netew-dewletparêz û hêzên paşverû yên li Rojhilata Navîn re li dijî Rêber Apo komploya navneteweyî xistin dewrê û bi vê yekê re xwestin pêşî li PKK’ê bigirin. Bingehekê bi vî rengî ya komploya navneteweyî heye ku îro weke tecrîdeke mutlaq tê meşandin. Lê PKK li ser esasê paradîgmaya nû ya Rêber Apo, êrîşên li dijî xwe pûç kir û têkoşîna azadiyê hîn zêdetir pêş xist. PKK bi vî rengî bûye hêza bîrdozî û siyasî ya herî bi bandor a Rojhilata Navîn. PKK bi paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinan û fikrê netewa demokratîk a Rêber Apo ne tenê bûye çavkaniya hêza gelê kurd, bûye çavkaniya hêza gelên Rojhilata Navîn û cîhanê. Îro em pir bi rehetî dikarin bibêjin ku PKK bi fikir û têgihiştina xwe ne tenê hêza herî bi bandor a Rojhilata Navîn e, di heman demê de hêza çareseriyê ya herî mezin e.

Em weke tevger di meşa azadiyê de li gel jinan cih digirin

Yek ji geşedana herî girîng a ji bo tevahiya mirovahiyê ya PKK’ê, bêguman têkoşîna azadiya jinan, fikir û paradîgmaya ku ji bo vê armancê hatiye pêşxistin e. Rêber Apo ji ber bawerî û hezkirina xwe ya ji jinan re, PKK weke tevgereke azad ku jin xwe tê de ji nû ve dibîne û azadiya xwe bi dest dixe, damezrand. Weke pêngaveka duyem jî Rêber Apo paradîgmaya azadiya jinan pêş xist û pergala jiyana azad ku jin xwe ji nû ve diafirîne û azadiya xwe misoger dike pêş xist. Îro ev hişmendî bi dirûşma JIN JIYAN AZADÎ’yê li hemû cîhanê belav bûye û jinên cîhanê bi vê hişmendiyê xwe îfade dikin û xwe azad dikin. Ev yek ji bo pêkanîna jiyana azad gaveke pir mezin e. Em di wê baweriyê de ne ku rojeke wiha ku wekî Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Cîhanê tê qebûlkirin, naskirina koka feraseta JIN JIYAN AZADÎ’yê wê bibe helwesta herî watedar û rast. Em bi hêsanî dikarin bibêjin ku avakirina PKK’ê û geşedanên wê li hemberî her cure tundî, îstîsmar û qetlîamên li dijî jinan bûye yek ji helwestên herî watedar ên dîrokê. Bi vê munasebetê em weke tevgereke ku jiyana azad bi azadiya jinê ve girêdayî dibînin, her cure tundî, îstîsmar û qetlîamên li dijî jinan şermezar dikin û diyar dikin ku em di meşa azadiyê de li rex jinan cih digirin.

PKK’ê di baxçeyê mirovahiyê de kok berdaye

PKK’ê bi cihê ku di feraset û dilê gelê kurd de bi dest xistiye, bi tesîra xwe ya li ser gelên Rojhilata Navîn û cîhanê, bi piştgiriya mezin a jinan û hêza xwe ya mezin a çareserkirina pirsgirêkên civakê di baxê civak û mirovahiyê de kok berdaye. Yên ku êrîşî PKK’ê dikin, ma difikirin ku PKK dê lawaz bibe yan jî ji holê rabe, dijminên faşîst ên qirker in ku nikarin vê rastiyê fêhm bikin. PKK tevgereke derûnî û hêzeka mezin a civakî ye. Bi êrîşan tu carî lawaz nabe û tune nabe. Berevajî vê her roj bi berfirehkirina têkoşîna xwe hinekî din pêş dikeve. Ji îro û pê de jî PKK dê pêşketinên nû biafirîne. “PKK Romaneke Bêdawî ye, Stranek e, Helbestek e û Bedew e.” Bi vê bawerî û hêviyê em ji her kesê ku di sala 46’an a têkoşînê de bi fikra PKK’ê li ber xwe dide û ji PKK’ê bawer kirine û jê hez kirine re serkeftinê dixwazin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar