KCK: Divê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

KCK: Divê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...
Çarşamba - 3 Temmuz 2024

KCK: Divê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

KCK: Rojbûna Rêber Apo bi coşeke mezin pîroz bikin

KCK'ê rojbûna Rêber Apo li tevahiya mirovahiyê pîroz kir û ev bang li her kesî kir: “gelê kurd bi Rêber Apo serbilind e, di heman demê de xwe deyndarê Rêber Apo dibîne. Hezkirin û dilsoziya gelê kurdan a ji bo Rêber Apo ji ber vê yekê ye.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek weşand. KCK’ê daxuyand ku Rêber Apo gihîşt kesayetiyeke gerdûnî ûwiha domand: “Rêber Apo hîn baş nas bikin, fêhm bikin, xwedî lê derkevin, vê rojbûna pîroz bi kêfxweşî û coşeke mezin pîroz bikin û têkoşîna azadiyê mezin bikin.”

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Em ketin sala 76’an a roja bûyîna Rêber Abdullah Ocalan ku bi têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê re hebûna gelê Kurd jinûve misoger kir. Gelê me bi rengekî gelekî mafdar rojbûna Rêber Abdullah Ocalan ji bo xwe weke rojbûna herî bi wate û pîroz dibîne û bi kêfxweşî û mineteke mezin pîroz dike. Em jî rojbûna Rêber Apo ku yek ji rojbûnên herî bi wate yên dîrokê ye bi hezkirin û hestên minetê silav dikin, vê roja bi wate li Rêber Apo, gelê Kurdistanê, gelên Rojhilata Navîn û cîhanê pîroz dikin.

Bêguman Rêber Apo kesayetekî dîrokî ye. Di fikir de kûr bûye, fikir bi rêxistin kiriye, rê li ber dîrokê xistiye û dîrokeke nû afirandiye. Bi sekn, jiyan û karên xwe nîşan da ku welatparêz, şoreşger, sosyalîst, hevrê, heval, dost û kedkarê herî mezin e. Hebûn, jiyan, ruhê xwe di ber bidawîkirina neheqiyê, sererastkirina şaştiyê, misogerkirina jiyaneke rast û bi wate daye. Di fikir de gelekî kûr bû, ev kûrbûna xwe veguherand zanyarî û têgihiştinê û kir malê gel û mirovahiyê. Ji bo gel û welatê xwe, ji bo civak û mirovahiyê keda herî mezin da, têkoşîna herî mezin meşand û başî kir. Ji bo gelê Kurd ê ku li neheqiya herî mezin a dîrokê rast hat û di nava zexta înkar û îmhayê de bû, fikir û çalakî afirand ku jinûve rake ser piyan. Bû kesayetekî dîrokî, derfet afirand ku kesayetên dîrokî ji nav rabin. Mazlûm, Sara, Egîd, Zekiye, Rahşan û gelek mîna wan bi fikir û felsefeya Rêber Apo gav avêtin û dîrok nivîsandin. Gelê Kurd bi pêngava dîrokî û paradîgma û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe nas kir, zane bû û azad bû. Ji rewşa civaka parçebûyî û li ber tinebûnê rizgar bû, veguherî gelekî welê ku ji bo armancên mezin dijî û nirxan diafirîne. Lewma gelê kurd bi Rêber Apo serbilind e, di heman demê de xwe deyndarê Rêber Apo dibîne. Hezkirin û dilsoziya gelê kurdan a ji bo Rêber Apo ji ber vê yekê ye.

Hêzên modernîteya kapîtalîst ku Ehrîmanên vê serdemê ne, bi komployekê xwestin ku pêngava dîrokî ya Rêber Apo bisekinînin. Ji ber ku pêngav û pêşketinên ku Rêber Apo afirand gel azad kir, planên modernîteya kapîtalîst ên li ser Rojhilata Navîn têk bir. Komploya navneteweyî ya ku bi dîlgirtina Îmraliyê bi encam bû, ji ber vê yekê hate kirin. Lê belê Rêber Apo dîlgirtina li Îmraliyê kir wesîleya ronakbûneke nû û pêngaveke dîrokî. Li dijî talankeriya modernîteya kapîtalîst a li ser xweza, civak, kesayetan, Modernîteya Demokratîk pêk anî ku xweza, civak, jin, kesayet û jiyane azad dike. Rêber Apo paradîgmaya jiyana demokratîk a xwe dispêre azadiya jinê û ekolojiyê afirand, bi vî rengî sîstemeke welê ava kir ku ne tenê gelê Kurd di heman demê de tevahiya mirovahiyê azad dike û di encamê de jî gihîşt rastiyeke gerdûnî. Ev yek jî bû bersiva herî bi wate ya dîrokî li hemberî dîlgirtin û komployê. Komplogeran bi dîlgirtina li Îmraliyê xwestin Rêber Apo tine bikin, lê Rêber Apo gihîşt kesayetiyeke gerdûnî. Bêguman ev rewş bi saya dilsoziya Rêber Apo ya li gelê kurd, gelên cîhanê yên bindest, jinan, jiyanê, nirxên mirovahiyê yên gerdûnî û hezkirina wî ji van nirxan pêk hat. Eger îro di asta navneteweyî de xwedî li Rêber Apo tê derketin, fikrên wî têne pejirandin û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî tê kirin, ev yek vê rastiyê piştrast dike. Aşkere ye ku rojbûna Rêber Apo, pêngava wî ya gerdûnî û xwedîderketina di asta navneteweyî de lê tê kirin, pêşketina herî girîng a vê serdemê ye.

Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê bi tecrîda mutleq dixwaze vê pêngava gerdûnî û dîrokî asteng bike û gelê kurd qir bike. Ev yek di heman demê de nêzîkatiya hêzên modernîteya kapîtalîst e. Li pişt tecrîda mutleq piştgiriya hêzên modernîteya kapîtalîst heye. Di cewhera tecrîda mutleq a li ser Rêber Apo de ew daxwaz heye ku tevahiya mirovahiyê mehkûmî modernîteya kapîtalîst bikin. Ji ber vê yekê piştgiriya bi gelê Kurd re, Pêngava Azadiyê ya Global gelekî bi wate û hêja ye. Lingê civakî û siyasî yê pêngava Newroza azadî ji Rêber Apo re gelekî bi pêş ve çûye. Li hemberî polîtîkayên talanker û komploger ên desthilatdariya faşîst qirker, îradeya têkoşînê ya ku gelê me û hêzên demokrasiyê destnîşan kir, hêjayî pesindayinê ye. Em têkoşîna gelê xwe, helwesta wan a berxwedêr bi hurmet silav dikin.

Em careke din vê rojbûna pîroz li gelê kurd, jinan, ciwanan, gelên Rojhilata Navîn û cîhanê, li tevahiya mirovahiyê pîroz dikin û silav dikin. Em bang li her kesî dikin ku Rêber Apo hîn baş nas bikin, fêhm bikin, xwedî lê derkevin, vê rojbûna pîroz bi kêfxweşî û coşeke mezin pîroz bikin û têkoşîna azadiyê mezin bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar