Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

KCK: Sala 2024’an veguherînin sala serkeftinê

KCK’ê daxuyand ku di sala 2024’an de berpirsyariya dîrokî ew e ku sîstema qirker û modernîteya kapîtalîst hilweşînin û Modernîteya Demokratîk hîn bêhtir bixin meriyetê û wiha got: “Em bawer dikin ku wê gelê me û hemû gelên cîhanê sala 2024’an bi temamî veguherînin sala serkeftinê.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî sala nû peyamek weşand. KCK’ê diyar kir ku yek ji taybetmendiyên ku sala 2023’an ji salên din cuda dike, ew e ku hestê piştevaniyê ya têkoşerên azadiyê zêde bûye û têkoşîn hîn bêhtir gerdûnî bûye û bang li her kesê alîgirê cîhaneke azad û bêmêtinger kir ku sala 2024’an têkoşînê hîn bêhtir geş bikin û serketinê pêk bînin.

Peyama Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê wiha ye:

“Em dikevin saleke mîladî de ku di roja me de weke cejneke sersalê ya gerdûnî tê pîrozkirin û ji bo xiristiyanan tê wateya Noelê. Li ser navê Tevgera me destpêkê em cejna Noelê ya alema xiristiyan pîroz dikin. Sala nû ya mîladî ya gelê me, gelên Rojhilata Navîn û hemû mirovahiyê pîroz dikin û hêvî dikin ku sala nû ji gelan, jinan, bindestan û hemû mirovahiyê re azadiyê bîne.

‘Hemû beşên civakê bênavber têkoşiyan’

Sala 2023’an li Kurdistanê û li her devera cîhanê bû sala têkoşîna li dijî sîstema modernîteya kapîtalîst a baviksalar, mêtinger û qirker. Gel, jin, kedkar û hemû beşên civakê yên bindest bênavber têkoşiyane û hêviya cîhaneke wekhev, azad û bêmêtingerî mezin kirine. Bi vî rengî bûn sedem ku em jî bi hêvî li siberojan binêrin. Hemû têkoşînên ku li dijî sîstema mêtingeriyê tên dayîn, em ji dil silav dikin û hestên xwe yên piştevaniya bi gelên Rojhilata Navîn û cîhanê, jinan, karker, kedkar û bindestan re parve dikin.

Têkoşîna azadiyê hatiye qonaxeke nû

Yek ji taybetmendiyên ku sala 2023’an ji salên din cuda dike, ew e ku hestê piştevaniyê ya têkoşerên azadiyê zêde bûye û têkoşîn hîn bêhtir gerdûnî bûye. Ev rewş bi Pêngava Azadiyê re şênber bûye ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hate destpêkirin. Bîrdoziya Modernîteya Demokratîk a ku Rêber Apo li dijî bîrdoziya modernîteya kapîtalîst û tarzê wê yê jiyanê pêş xistî û paradîgmaya civakê ya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê hemû kesên ku di lêgerîna azadî û wekheviyê de û kesên têkoşer aniye ba hev û yekîtiya têkoşînê pêk aniye. Ev tê wateya qonaxeke nû ya têkoşîna azadiyê. Kampanyaya Azadiyê ya ku 10’ê Cotmeha 2023’an li seranserê navneteweyî hatî destpêkirin, starta vê yekê daye. Em bi vê wesîleyê car din hemû dost, gel, rewşenbîr, nivîskar, karker, hunermend, ekolojîst, jin û tevgerên ciwan ji dil pîroz dikin, silav dikin, rêzdariya xwe nîşan didin û ji wan re serketinê dixwazin.

Gelê kurd û jinên kurd pêşengiya têkoşîna azadiyê dikin

Yek ji yên ku li dijî sîstema modernîteya kapîtalîst û sîstema mêtinger û qirker têkoşiyaye, Gelê Kurdistanê yê welatparêz e. Gelê Kurd li Rojhilat, Rojava, Başûr, Bakur, Şengal, Mexmûr, li dervey welêt û li her devera ku lê ye bê navber têkoşîn meşandiye û hêviya serketinê mezin kiriye. Li dijî pêkanînên zext, girtin, dagirkerî, komkujî û îdamê bi dirûşmeyên ‘Berxwedan Jiyan e’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ li ber xwe daye û planên qirkirinê yên dijmin pûç kiriye. Gelê kurd û jinên kurd bi têkoşîna xwe li Rojhilata Navîn û cîhanê pêşengî ji têkoşîna azadiyê ya bindestan re kiriye û ji mirovahiyê re bûye hêvî.

Gerîla bi ruhê berxwedana fedayî ya Apoyî êrîş şikand

Bêguman herî zêde Gerîlayên Azadiyê Kurdistanê bêyî ku ji tu berdêlê bireve, li dijî êrîşên modernîteya kapîtalîst û mêtingeriya qirker li ber xwe da û encam afirand. Gerîla hemû êrîş bi ruhê berxwedanê yê fedayî yê Apoyî şikand û bûye layiqê pênaseya Gerîlayên Modernîteya Demokratîk. Gerîla hêviya me ya serketinê mezin kir, xwesteka me ya têkoşînê zêde kir û gelê me û hemû mirovahî li dijî mêtingeriya xwînmij parastî ye. Bi vê wesîleyê em car din berxwedana gerîla bi hestên herî ji dil silav dikin, sala nû lê pîroz dikin û berdewama serketinên wê hêvî dikin.

Heta pirsgirêkên gelên kurd û filistînî çareser nebe cihan azad nabe

Sîstema modertîneya kapîtalîst ku dijminê xweza û civakê ye, sala 2023’an bi şer, komkujî, mêtingerî, koçberkirinê, sefaletê, talanê û her cure tevilheviyê hîn bêhtir teşhîr bûye û baweriya xelasbûna ji vê sîstemê, zêde bûye. Li Xezeyê car din diyar bû ku modernîteya kapîtalîst ji bilî şer, xesp û talanê tiştek tin nîne. Şerê li Xezeyê ji ber serweriya li ser rêyên enerjî û bazirganiyê û ji bo mêtingehkirina çavkaniyan û berjwendiyê qewimî ye. Di serî de DYA, Îsraîl û Tirkiye hemû dewlet li gorî vê yekê nêzî meseleyê dibin, îstîsmar dikin û li gorî berjwendiyên xwe bi kar tînin. Mîna nêzîkatiya wan a li hemberî gelê kurd, nêzîkatiya ti dewletê ne ji bo azadiya gelê Filistînê ye. Lê gelên cîhanê bi piştgirî dayîna gelê kurd û Filistînê nîşan da ku ew êdî naxwazin di bin desthilatdariya sîstema modernîteya kapîtalîst bimînin. Ji ber ku di sîstema modernîteya kapîtalîst de herî zêde gelê kurd û Filistînê rû bi rûyê qirkirinê dimînin. Heta ku pirsgirêka van her du gelan neyê çareserkirin, ne Rojhilata Navîn ne jî cîhan azad nabe.

Di sala 2024’an de berpirsyariya me ya dîrokî, ew e ku em sîstema qirker û modernîteya kapîtalîst hilweşînin û Modernîteya Demokratîk hîn bêhtir bixin meriyetê. Em bawer dikin ku wê gelê me û hemû gelên cîhanê sala 2024’an bi temamî veguherînin sala serkeftinê. Weke Tevgera Azadiyê ya Kurd em diyar dikin ku em ê di nava nêzîkatiyeke bi vî rengî de bin û bi vê baweriyê di serî de gelê me em bang li her kesê alîgirê cîhaneke azad û bêmêtinger dikin ku sala 2024’an têkoşînê hîn bêhtir geş bikin û serketinê pêk bînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar