Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

KCK: Serhildan divê li hemû Başûrê Kurdistanê berbelav bibin

 

KCK’ê serhildanên başûrê Kurdistanê silav kir û got ku ji bo azadiya hemû parçeyên Kurdistanê dê bibe mîladeke girîng. KCK’ê wiha jî got: ”Serhildan û çalakiyên demokratîk divê bi deverên mîna Şêladiz û Dêralûkê sînordar nemînin, divê li hemû başûrê Kurdistanê berbelav bibin.”

Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî bûyerên li Şêladizê yên duh daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de KCK’ê êrîş şermezar kir û ev tişt anî ziman: ”Gelê me yê Şêladizê û Dêralûkê di 26’ê çileyê de ji bo ku komkujiyên dewleta TC’ê ya li başûrê Kurdistanê şermezar bikin serhildaneke bêhempa nîşan dane. Gelê me, di vê serhildanê de baregeha leşkerî ya Şêladizê, li gel amûrên tê de dane ber agir, wiha li dijî komkujî, qirkirin û dagirkeriyê helwesteke neteweyî nîşan dane. Dewleta TC’ê ya faşîst ku bi komkujiyê bersivê dide hemû nîşandana heq, azadî û vînê, bi vê serhildanê bi heman rengî bersiv hatiye dayîn. Artêşa tirk a faşîst, bi ketûber gule li gelê sivîl reşandiye, li vir 2 welatiyên me şehîd bûne, 10 welatiyên me jî birîndar bûne”

KCK’ê ev serhildana bêhempa ya ku hemû gelê Kurdistanê serfiraz kirî silav kir û wiha domand:  ”Di şexsê gelê me de yê ku serhildan kirî, em gelê xwe yê Başûr pîroz dikin. Em diyar dikin ku helwesta neteweyî ya gelê xwe ya li dijî komkujî, qirkirin û dagirkeriyê bi her şert û mercî em ê destek bikin. Ji bo welatiyên me yên ku di serhildanan de şehîd bûne em dibêjin rehma Xwedê li ser wan be, şîfaya xêrê ji welatiyên me yên birîndar re dixwazin. Di serî de malbatên me yên şehîdan, em sersaxiyê didin hemû gelê Kurdistanê.”

Serhildan li dijî dagirkeriyê pêk hatiye

KCK’ê di daxuyaniyê de ev tişt anî ziman: “Ev serhildana ku li Şeladizê û Dêralûkê pêk hatî, ne tenê li dijî komkujiyên rejîma TC’ê ya qirker yên van rojên dawî helwestek e. Serhildan, li dijî polîtîkayên qirker û dagirker ên rejîma faşîst ên li ser Bakur, Rojava û Başûr pêk hatiye. Bi vê çarçoveyê, gelê me yê Başûr, hay jê çêbûne ku dewleta TC’ê ya faşîst, ne tenê Bakur, hemû kurd kirine hedefa xwe. Ji bo vê jî qanih bûne ku kurd divê li her parçeyî li dijî rejîma TC’ê ya faşîst li ber xwe bidin. Wateya vê serhildanê ev e. Di vê maneyê, gelê me yê Şeladizê û Dêralûkê, pêvajoya ku hêzên dagirker ji başûrê Kurdistanê biqewirînin bi fiîlî dane destpêkirin. Serxistina vê pêvajoyê, weke peywira sereke ya pêvajoya pêş me û weke hedefa sereke daye ber gelê me yê başûrê Kurdistanê.”

PDK cesaretê dide dewleta tirk

KCK’ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de bal kişand ser nêzîkatiya PDK’ê jî û ev tişt aşkera kir: “Serokê rejîma faşîst Tayyîp Erdogan di dema Serhildanê de dijminatiya xwe ya li hemberî kurdan careke din nîşan daye. Erdogan got ku, “Li Şêladizê tiştekî şaş kirin, me balefir û SÎHA’yên xwe şandin, piştre ew belav bûn.” Bi vê daxuyaniyê re, serhildana ku kurdan ji bo jiyan û azadiya xwe pêk anîne, wekî şaşiyeke li dijî dewleta tirk nirxandine. Bi vê re xwestine bibêjin ku mafê lidarxistina çalakiyan a kurdan jî tune ye. Erdogan bi vê daxuyaniya xwe dijminatiya xwe ya li hemberî kurdan careke din nîşan daye û hikûmeta başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyeke sosret hewl daye dijminatiya dewleta tirk a li dijî kurdan veşêre. Hikûmeta başûrê Kurdistanê û serokwezîr Nêçîrvan Berzanî diyar kirin ku serhildana gel a rewa provokasyon e. Sazî û kesên ku peywira wan ev e başûrê Kurdistanê û gelê wê ji êrîşan biparêzin, gel dikin berpirsyarên bûyeran. Hikûmeta başûrê Kurdistanê û PDK bi vê nêzikbûna xwe cesaret daye dewleta tirk a faşîst û ji van qetlîaman re zemîn ava kiriye.  PDK bi salan e bi gotinên wekî ‘Heke PKK ne li vir be, ew ê tirk jî vê derê bombe nekin’ hewl dide gel bixapîne û êrîşan rewa bike. Serhildana gelê me yê Başûr li dijî helwesta hikûmeta wir pêk hatiye.”

Divê xwedî lê were derketin

Di dawiya daxuyaniyê de jî KCK’ê ev nirxandin kir: “Helwesta hikûmeta Iraqê ya li dijî êrîşan jî qels maye û cesaret daye rejîma dewleta tirk a dagirker. Hikûmeta Iraqê ji ber hin têkilî û pêdiviyên xwe  hin peywir û berpirsyariyên xwe îhmal kirine. Gelekî girîng e  ku şikandina dagirkeriya dewleta tirk a dagirker a li Başûr, dê ji bo azadiya kurdan destpêkeke nû be. Îradeya li Şêladizê gelekî girîng e û divê xwedî lê were derketin. Divê ev serhildan û çalakiyên demokratîk li her dera Başûr werin kirin. Li ser vî esasî em bang li hemû rêxistinên sivîl, nivîskar, ronakbîr û hunermendên li başûrê Kurdistanê dikin ku li dijî dagirkeriyê xwe birêxistin bikin. Em bang li partiyên siyasî û parlementoyê jî dikin ku bi daxwazên gel ê li dijî dagirkeriyê bin û pêvajoya siyasî û qanûnî bidin destpêkirin. Em careke din serhildana Şêladizê silav dikin, ji bo malbatên şehîdan û gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar