KCK: Divê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

KCK: Divê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...
Çarşamba - 3 Temmuz 2024

KCK: Divê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

KCK: Şoreşa Wanê ji bo azadiyê merhaleyeke nû ye

KCK’ê ragihand ku berxwedana gelê Wanê ku di 2’yê nîsanê de dest pê kir û di 3’yê nîsanê de bi serketinê bi encam bû, şoreşek e û wiha got: “Gelê Wanê, bi şêweyê nû yê serhildanê ku bi temamî bi hişmendî, vîn û dînamîkên xwe yên siyasî pêş xistiye, di Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê dest bi merhaleyek nû kiriye.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî berxwedana gelê Wanê ya li hemberî desteserkirina vîna gel daxuyanî da.
KCK’ê daxuyand ku ew berxwedan û şoreşa bêhempa ya gelê Wanê pîroz dikin û silav û rêzên xwe diyar dikin. Di heman demê de ligel gelê Wanê em hemû gelê kurd ê li hemû bajarên Kurdistanê ji bo piştgiriya Wanê li ber xwe dane pîroz û silav dikin.

KCK’ê diyar kir ku desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê yê têkçûna xwe qebûl nekir, hewl da vîna gelê Wanê desteser bike û wiha got: “Ev hewldan di encama berxwedanê de hatiye astengkirin û vala derxistin. Berxwedan û serketina dîrokî ya li Wanê pêk hat, di encama hevgirtin û keda hemû gelên Tirkiyeyê de bû. Em vê berxwedana mezin, watedar û dîrokî ya gelan pîroz dikin û silav dikin. Li gelek deverên Tirkiyeyê bi taybetî li bajarên Kurdan ji bo piştgiriya gelê Wanê çalakî hatine lidar xistin û li dijî desteserkirina vênê ya ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP’ê hemû gelên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê helwesteke gelekî watedar nîşan dan. Ev helwesta watedar a gelan û hêzên demokrasiyê ya li dijî desteserkirina vînê, gelan nêzî hev kiriye, hesta jiyana hevpar û zemîna têkoşînê xurt kiriye. Serketina li Wanê serketineke rasteqîn a demokrasiyê ye. Li dijî hewldanên desthilatdariya AKP-MHP’ê yên ji bo sazîkirina faşîzmê, sekna demokratîk a ji aliyê gelan ve hatiye pêşxistin e. Rê li ber demokratîkbûna Tirkiyeyê vekir; nîşan daye ku wê bi berxwedan û têkoşîna hevpar a gelan a li dijî faşîzmê, talan û diziyê encam bê girtin. Di vê wateyê de pêşketineke gelekî dîrokî û gelekî watedar e.”

Di daxuyaniya KCK’ê de hat gotin, “Bi awayeke eşkere derket holê ku polîtîkayên desthilatdariya AKP-MHP’ê yên li ser bingeha dijminatiya li Kurdan Tirkiyeyê çawa xistiye nava qeyran û ber bi kerasetê ve biriye” û wiha dom kir, “Desthilatdariya AKP-MHP’ê ne tenê zilmê li gelê Kurd dike, di heman demê de nebaşiyê li tevahiya Tirkiyeyê û gelên Tirkiyeyê dike. Ked, xwêdan, çavkanî û nirxên Tirkiyeyê îstîsmar dike, civakê bi zextên faşîst diçewisîne û ber bi birçîbûn û xizanî ve dikişîne. Daxwazên civakê yên azadî, demokrasî, edalet, jiyaneke mafdar û bi rûmet bi temamî difetisîne û hewl dide li Tirkiyeyê rejîmeke mêtîngeriya faşîst a tam ava bike. Bi awayekî eşkere her roj gefê li Kurdan dixwe, civakê parçe dike, hewl dide her kesî bike dijminê gelê Kurd û gelan bike dijminê hev. Li hemberî daxwaza herî biçûk a demokratîk jî tehemul nake, di bin navê têkoşîna li dijî Kurdan de Tirkiyeyê ji demokrasî û azadiyê bêpar dihêle û siberoja Tirkiyeyê didize. Gelê Kurd, gelê Tirk û gelên din ên Tirkiyeyê rastî zext û mêtîngeriya vê zîhniyeta nîjadperest, faşîst, paşverû, diz û talanker tên. Têkoşîna gelan a li dijî vê zilm û îstîsmarê di esasê xwe de yek e, hevpar e. Gelê Kurd li dijî înkar, nîjatperestî û faşîzmê têkoşîna azadî û demokrasiyê dide. Çareseriya pirsgirêkên xwe di demokratîkbûyîna Tirkiyeyê de dibîne û ji bo vê têdikoşe. Demokratîkbûna Tirkiyeyê ne tenê daxwaza gelê Kurd, daxwazeke hevpar a hemû gelên Tirkiyeyê ye. Ev yek bi xurtî li Wanê bi pratîk bû. Li Wanê ne tenê vîna gelê Wanê, îradeya tevahiya Tirkiyeyê rizgar bû. Ya ku berxwedana li Wanê mezin û watedar dike ev taybetmendiya wê ye. Ev pêşketineke gelekî girîng û kêfxweş dike.”

Di daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê de ev xal jî hatin destnîşankirin:

“Hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê li Tirkiyeyê rewşeke nû derxist holê. Zext û hîle encam negirt û faşîzma AKP-MHP’ê têk çû. Yên bi ser ketine gel û hêzên demokrasiyê ne. Desthilatdariya AKP-MHP’ê nekarî vê têkçûna dîrokî qebûl bike, bi komployên nû re hewl da vîna gelan desteser bike. Hem li Kurdistanê hem jî li gelek deverên Tirkiyeyê serî li hîle û komployan da. Lê belê gelên hem li Tirkiyeyê hem jî yên Kurdistanê li dijî van komployên AKP-MHP’ê helwesteke zelal nîşan dan. Ev helwestên li rojhilatê Tirkiyeyê û Kurdistanê derketine holê pir girîng in, hemû bi armanca misogerkirina demokrasiyê ne. Berxwedan û helwesta li Wanê jî bi vê armancê pêk hat û bi serketinê re berxwedanên ku li tevahiya Tirkiyeyê li dijî komployan bi pêş ketin xurtir kir. Desthilatdariya AKP-MHP’ê plan kir ku vîna gelê Wanê desteser bike û li hemû Kurdistan û Tirkiyeyê dest dîne ser vîna gel. Eger li Wanê bi ser bixista, wê gav bi gav li Kurdistan û Tirkiyeyê pêk bianiya. Lê belê ev hesabê faşîzmê bi ser neket û hevgirtin û berxwedana gelan ev hesab vala derxist.

Bêguman gelê Wanê di navenda vê berxwedanê de cih girt. Gelê Wanê berxwedaneke bê hempa raber kir û derbeke mezin li faşîzmê xist. Berxwedana gelê Wanê ku di 2’yê nîsanê de dest pê kir û di 3’yê nîsanê de bi serketinê bi encam bû, şoreşek e. Gelê Wanê, bi şêweyê nû yê serhildanê ku bi temamî bi hişmendî, vîn û dînamîkên xwe yên siyasî pêş xistiye, di Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê dest bi merhaleyek nû kiriye. Em vê berxwedan û şoreşa bêhempa ya gelê Wanê pîroz dikin û silav û rêzên xwe diyar dikin. Di heman demê de ligel gelê Wanê em hemû gelê kurd ê li hemû bajarên Kurdistanê ji bo piştgiriya Wanê li ber xwe dane pîroz û silav dikin. Her wiha em jin û ciwanên ku pêşengiya berxwedanê kirine bi taybetî pîroz dikin.

Pêwîste hîn bêhtir li ser serketina di 3’yê nîsanê de hat bidestxistin bisekinin û encamê jê derxînin. Pêvajoya ku em tê re derbas dibin, ferz dike ku hêzên demokrasiyê yekîtiya xwe zêdetir pêş bixin. Ev yek ji encamên herî girîng e ku ji serketina 3’yê nîsanê were derxistin. Ji ber ku ev serketina li dijî faşîzmê encama têkoşîna hevpar û hevgirtinê bû. Bi temamî têkbirina zîhniyeta faşîst a nîjadperest, paşverû, diz, talanker û pêşxistina demokratîkbûyîna Tirkiyeyê ancax bi hîn bêhtir xurtkirina têkoşîna hevpar û hevgirtinê dikare pêk were. Li Wanê rêya vê hat vekirin û gavên destpêkê hatin avêtin. Ya ku divê were kirin, mezinkirina wê ye. Bi vê hêvî û baweriyê em bang li gelan û hêzên demokrasiyê dikin ku yekîtiya xwe xurt bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar