Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

KCK: Têkoşîna ji bo kurdî baweriya siberoja azad e

Komîteya Perwerdeyê ya KCK’ê daxuyand ku pêwîst e li dijî vê qirkirinê bi axaftina kurdî, bi nivîsandina kurdî û bi rêxistinbûnê li ber xwe bidin û wiha gt: “Têkoşîna xwedî lê derketin û bilindkirina asta ziman ji her demê zêdetir bimeşînin. Bi rojan di nav têkoşînê de bûyîn erkê jêneger a her kurdekî xwedî baweriya siberojên azad e.”

Democratic Confederalism flag waving at wind, slow. Loop

Komîteya Perwerdeyê ya KCK’ê bi daxuyaniyekê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û wiha hat gotin: “Em bi ser navê Komîteya Perwerdehiya KCK’ê Cejna Zimanê Kurdî di serî de ji Rêber Apo re ku hêviya azadiya gelê me gihand asta tekoşînekî bê hempa û di vê oxirê de ti astengan nas nekir, şehîdên me yên nemir ku di oxira hebûn, ziman, nirx û azadiya gelê xwe de xwe gihandin bêmiriniyê, her wisa ji gelê me yê berxwedêr ku di gel her cure qedexe, zext, çewisandin û mirinan dest ji zimanê xwe berneda û li hember neyar çok nedanî, pîroz dikin.”

Di daxuyaniyê de îşaret bi van gotinên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan jî hate kirin: “Asta pêşketina ziman, asta pêşketina jiyanê ye. Civakekî zimanê xwe yê dayîkê bi çiqasî pêşxistibe, asta xwe yê jiyanê jî bi hewqasî pêşxistiye. Her wisa bi çiqasî zimanê xwe wenda kiribe û ketibe bin serdestiya zimanên din, bi hewqasî hatiye dagirkirin, dûçarî bişaftin û qirkirinê buye. Civakên vê rastiyê dijîn, di aliyê hişmendî, exlaq û estetîkî de nikarin xwedî jiyanekî bi wate bibin û wek civakên nexweş heya tûnebûnê wê bibin mehkûmê jiyanekî trajîk.”

Di daxuyaniyê de ev tişt jî hatin gotin: “Ji ber vê rastiyê ye ku ziman nasname û bîra hevbeş a civakan e. Parastin û pêşdebirina bîra hevpar a civakê, girêdayê parastin û pêşdebirina zimanê dayîkê ye. Pratîka ku tê de înkar bi qirkirinê re dibe ye, qedexekirina zimanê dayîkê ye. Weke qedexe, metirsîdar û cihêkar pênasekirina zimanê kurdî, di eslê xwe de siyaseta ji holê rakirina hebûna kurd e. Pêwîst e em jî li dijî vê qirkirinê bi axaftina kurdî, bi nivîsandina kurdî û bi rêxistinbûnê li ber xwe bidin û têkoşîna xwedî lê derketin û bilindkirina asta ziman ji her demê zêdetir bimeşînin. Di vê xalê de bi qasî têkoşîna li dijî bişaftinê, li dijî xwe bişaftinê  jî bi rojane di nav têkoşînê de buyîn erkê jêneger a her kurdekî xwedî baweriya siberojên azad e.

Divê em ji bîr nekin; Perwerdehiya bi zimanê dayîkê mafê herî rewa ye, ji bo bidestxistina vê mafê di hemû qadên jiyanê de xwe birêxistinkirin û derbasbûna çalakiyan jî him mafekî rewa a destjêneger û him jî pêdiviyek e!

Tespîta bi navê; ‘Rastî nîne, ziman heye.’ Di xwebûna gelekî de rista jênegeriya ziman radixe ber çavan. Di vê wateyê de zimanê kurdî, rastiya xwebûna gelê kurd e. Xwedî derketina ziman ku tê xwestin bi riya hemû amûrên tûndî û şerê taybet bê tûnekirin, weke duh, îro jî pêdiviya herî sereke a hebûna me, baweriya biserxistina têkoşînê û li hember dîrokê jî deynê stuyê me ye.

Lewra pêwîste gelê me li her cihê lê ye axaftin û nivîsîna bi kurdî wek çalakiya bêmiriniya zimanê dayikê bibîne, li her cihê, tekoşîna xistina bin ewlehiyê a perwerdeya bi zimanê dayikê û rakirina astengiyên zagonî a li pêş bikaranîna zimanê dayikê tekoşînekî bi hêz û domdar bimeşîne û ti caran rê nede polîtîkayên bişaftinê ên bi feraseta yek zimanî.

15’ê Gûlanê Cejna Zimanê Kurdî ku di heman demê de salvegera 92’yan a damezrandina Kovara Hawarê ye careke din li gelê xwe û hemû gelên din pîroz dikin, di kesayeta Celadet Elî Bedirxan û rêhevalên wî de kesên ku bi ked û berdêlên giranbûha zimanê Kurdî pêşxistî û parastî silav dikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar