Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

KCK: Têkoşîna li dijî sîstema tecrîdê divê bê mezinkirin

KCK’ê têkildarî sîstema tecrîd, zext û îşkeneyê ya li Îmraliyê daxuyanî da û wiha got: “Li dijî zext, tecrîd û sîstema îşkenceyê ya li Îmraliyê gelê kurd di nav têkoşîneke bênavber de ye. Ev têkoşîn divê bê mezinkirin, tecrîda li Îmraliyê û zexta li zindanan bê şikandin û agahî ji Rêber Apo bê girtin.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî sîstema tecrîd, zext û îşkenceyê ya li Îmraliyê daxuyaniyek weşand.

Daxuyaniya KCK’ê wiha ye:

“23 sal in li ser Rêber Apo tecrîdeke giran heye. Ji tîrmeha 2011’an û vir ve 10 sal in nikare parêzerên xwe bibîne. Tenê di dema hilbijartinên xwecihî de ji bo karibin dengê kurdan werbigirin, hiştin ku parêzer çend caran hevdîtinê bikin. Ji 5’ê nîsana 2015’an û vir ve jî ji ber nerazîbûna raya giştî destûr hat dayîn ku malbat çend caran pê re hevdîtinê bike. Bi salan e cezayên dîsîplînê weke hincet têne nîşandan û bi vî rengî hevdîtin têne astengkirin. Cezayên dîsîplînê jî bi hincetên pûç têne dayîn. Ev kiryar jî nîşan dide ku sîstema li Îmraliyê ne li gorî hiqûqê lê belê li gorî siyasetê hatiye avakirin. Sîstema li Îmraliyê bi hestên tolhildanê hatiye avakirin. Yek ji nîşaneyên vê rastiyê jî ew e ku bi hinceta di dema voltayê de axiviye cezayê dîsîplînê hat birîn û bi vê yekê re jî hevdîtina bi malbatê û parêzeran re hat astengkirin.

Pêkanînên faşîst li Îmraliyê dest pê dikin û li tevahiya Tirkiyeyê belav dibin

Nêzîkatiya li Îmraliyê li hemberî Rêber Apo tê nîşandan, rastiya desthilatdariya faşîst a li Tirkiyeyê ya dijminatiya li kurdan radixe pêş çavan. Pêkanînên faşîst ên li Tirkiyeyê ji Îmraliyê dest pê dikin û li tevahiya Tirkiyeyê bi cih têne anîn. Ev tespît roj bi roj bêhtir ispat dibe. Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan a Tirkiyeyê Ozturk Turkdogan jî bi daxuyaniyekê ev rastî raxist pêş çavan. Diyar kir ku zext û zordariya niha li hemû girtîgehan li girtiyên kurd tê kirin, ji ber heman ferasetê ye. Ev rastî ji aliyê HDP’ê ve jî timî tê bilêvkirin. Pêkanînên li Îmraliyê ji zindanan dest pê kiriye û veguheriye polîtîkayekê ku li dijî gelê Tirkiyeyê tê meşandin. Divê ev rastî êdî ji aliyê hêzên siyasî yê muxalîf hemûyan ve bê bilêvkirin. Naxwe nepêkan e ku li dijî desthilatdariya AKP-MHP’ê ve muxalefeteke rasteqîn bê kirin. Eger li Tirkiyeyê wê demokrasî û mafên mirovan misoger bibe, divê nêzîkatiya li kurdan, nêzîkatiya li Rêber Apo bê guhertin. Bêyî çareseriya pirsgirêka kurd li Tirkiyeyê demokrasî misoger nabe, cihê ku ev tespît lê şênber bûye jî Îmralî ye. Heta ku nêzîkatiya li Îmraliyê neyê guhertin, di mijara pirsgirêka kurd de li Tirkiyeyê gavek nayê avêtin û Tirkiye dê bibe mehkûmê desthilatdariyên faşîst.

Li dijî zextên li Îmraliyê û zindanan dengê xwe bilindtir bikin

Li girav û zindana şexsekî ku axaftina di dema voltayê de weke sûc tê dîtin, mayina 23 salan nîşan dide ku zexteke çawa tê kirin. Tim hincet tê dîtin û bi vî rengî hevdîtina bi parêzeran û malbatê re tê astengkirin. Aşkera ye ku ev yek zilm e, sûcê li dijî mirovahiyê ye. Zîhniyeta faşîst qirker bi vî rengî dixwaze ku her rojê li Rêber Apo bike îşkence. Sedema vê yekê jî ew e ku Rêber Apo kurdan zana dike, li dijî sîstema înkar û qirkirinê radike ser pêyan. Em jî Rêber Apo jî zanin ku bi kîjan zîhniyet û armancê ev polîtîka li Îmraliyê û zindanan hemûyan tê meşandin. Jixwe gelê me jî, Rêber Apo jî, girtiyên li zindanan jî bi vê têgihiştinê li hemberî van kiryar, polîtîka û zîhniyeta qirker li ber xwe didin. Heta ku ev zîhniyet, polîtîka û kiryar hebin dê demokrasî û azadî neyê Tirkiyeyê. Bi armanca qirkirina gelê kurd ev kiryar têne kirin. Lewma yên ku li Tirkiyeyê ji bo demokrasî û azadiyê têdikoşin, divê li dijî zexta li Îmraliyê û zindanan dengê xwe bilind bikin.

Berpirsyariya parêzeran a li pêşberî Rêber Apo heye. Gelê kurd jî li bendê ye ku parêzer vê berpirsyariya xwe bi cih bînin. Gelê kurd ji parêzeran dixwaze ku têkildarî jiyan û tenduristiya Rêber Apo agahiyê bide wan. Lê belê parêzer ji ber ku nikarin biçin hevdîtinê, ji rewşa Rêber Apo agahdar nînin. Ji ber vê yekê jî nikarin berpirsyariya xwe bi cih bînin.

Malbat jî nikarin bi birayên xwe re, bi ewladên xwe re hevdîtinê bikin. Ne tenê Rêber Apo, malbat û parêzerên 3 girtiyên din ên li Îmraliyê jî nikarin hevdîtinê bikin. Malbat rewşa tenduristiyê ya bira û ewladên xwe yên li Îmraliyê nizanin. Sûcekî li dijî mirovahiyê ye ku demeke dirêj destûr nayê dayîn malbat hevdîtinê bikin. Mafê van malbatan e ku biçin Îmraliyê û rewşa bira û ewladên xwe hîn bibin. Bi rêya vê qedexeyê ne tenê îşkenceyê li girtiyên li zindanê dikin, di heman demê de îşkenceyê li malbatên wan jî dikin.

Konseya Ewropa û CPT jî ji vê sîstema zilmê berpirsyar in

Bêguman dewletên ku cihê xwe di nava komploya navneteweyî de girtin û saziyên ku Tirkiye endamê wan e ji vê rewşê berpirsyar in. Konseya Ewropayê û CPT, tevî ku dewleta tirk li Îmraliyê li gorî tu pîvanê tevnagere û sîstemeke îşkenceyê ava kiriye, bi rengekî aşkera helwestê nîşan nadin. Xwedî li mafên mirovan dernakevin. Tevî ku pîvanên hiqûqê yên ku dewleta tirk pê ve girêdayî ne û mafên mirovan nabe bibe mijara bazariyê, ji ber berjewendiyên siyasî ev sûcên dewleta tirk ji nedîtî ve tên. Dewleta tirk jî ji vê helwestê sûdê werdigire û sîstema zext û zilmê ya li Îmraliyê û zindanan dewam dike. Konseya Ewropa û CPT jî ji vê rewşê berpirsyar in.

Sîstema zext û zordariyê ya li Îmraliyê niha li zindanan bi rê û rêbazên cuda dewam dike. Armanca zext û zilma li Îmraliyê çi be, armanca zext û zilma li girtiyên kurd û girtiyên siyasî yên li zindanan jî bi heman rengî ye. Zilm û îşkenceya niha ya li zindanan, ji zext û zilma cûntaya faşîst a leşkerî ya 12’ê Îlonê berfirehtir e. Ji ber ku mêtingeriya qirker bi rê û rêbazên nû zext û zilma li girtiyên li zindanan û gelê kurd girantir dike. Faşîzma AKP-MHP’ê 6 sal in polîtîkaya zext û zilma faşîst di nava şert û mercên zindanê de bi rengê herî giran dimeşîne. Zilma li Îmraliyê û ya li girtiyên li zindanan rûyê rast ê desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê radixe pêş çavan. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ku li ber hilweşînê ye, çawa ku li derve dike li zindanan jî zext û zilmê giran dike. Îro gelên Tirkiyeyê, hêzên demokrasiyê û muxalîfên siyasî li ber gelek polîtîkayên AKP’ê radibin. Heman hişyarî û berpirsyarî divê li dijî zextên li Îmraliyê û hemû zindanan jî bê nîşandan.

Konseya Ewropa û CPT ku di mijara Îmraliyê û zindanan de xwedî berpirsyariyan in, saziyên mafên mirovan ên li Tirkiyeyê û komîsyona girtîgehan a meclisê divê biçin Îmraliyê û hemû girtîgehan, lêkolînan bikin û çavdêriyên xwe ji raya giştî re aşkera bikin. Qet agahî ji Îmraliyê nayê wergirtin û ev rewş têkildarî jiyan û tenduristiya Rêber Apo de li gel malbatê, gel û her kesî dibe sedema tirs û fikaran.

Her kesê ji xwe re dibêj ‘ez mirov im’ divê bikev nav liv û tevgerê

Girtiyên li Îmraliyê û hemû zindanan rûmeta gelê kurd in. Zexta li Îmraliyê û zindanan bi esasî zexta li dijî gelê kurd e. Li dijî zext, tecrîd û sîstema îşkenceyê ya li Îmraliyê gelê kurd di nava têkoşîneke bênavber de ye. Ev têkoşîn divê hîn bêhtir bê mezinkirin, tecrîda li Îmraliyê û zexta li zindanan bê şikandin û di mijara jiyan û tenduristiya Rêber Apo de agahî bê wergirtin. Li hemberî tecrîda li Îmraliyê û zexta li zindanan di serî de gelê kurd û dostên wan, her kesên xwedî wijdan û xwe mirov pênase dike, divê hîn bêhtir bikevin nav liv û tevgerê.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar