Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

KCK: Têkoşîna li dijî tecrîdê têkoşîna azadiya jinê ye

KCK’ê 8’ê Adarê pîroz kir û diyar kir ku têkoşîna li dijî tecrîdê divê weke têkoşîneke yekser a ji bo azadiya jinê were dîtin. KCK’ê destnîşan kir ku li ser vê bingehê divê pîrozbahiyên 8’ê Adarê û têkoşîna azadiya jinê îsal veguherin têkoşîna li dijî tecrîdê

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî da. KCK’ê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li hemû jinan û mirovahiyê pîroz kir. KCK’ê şehîdên ku di têkoşîna azadiya jinê de jiyana xwe ji dest dane hemûyan bi minet û hurmet bi bîr anî. KCK’ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rêzdarî silav kir ku li ser bingeha îdeolojiya azadiya jinê têkoşîna azadiya jinê di asteke bilind de bi pêş ve biriye.

Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Îdeolojiya rizgariya jinê ya Rêber Apo, xeta azadiya jinê û têkoşîna Sara, Delal, Zîlan, Bêrîtan, Şîlan, Çîçek, Viyan, Sorxwîn, Doga, Nalîn, Armanc û bi hezaran hevrêyên jin ên di vê oxirê de jiyana xwe feda kirin, di nava jinên kurd de rê li ber pêşketineke mezin a şoreşgerî vekir. Ev xet di şexsê Leyla Guven de ku pêşengeke têkoşîna siyasî demokratîk e, şênber bûye. Xeta azadiya jinê ya Rêber Apo ku di têkoşîna jinên kurd de berbiçav bûye, ne tenê bandor li şoreşa jinên kurd kiriye. Ev xeta azadiya jinê li Tirkiye, Rojhilata Navîn û tevahiya dinyayê, pergala bi serweriya mêr dihejîne. Şoreşa Rojava ku Şoreşa Jinê ye, bûye mizgîniya tespîta Rêber Apo ku digot ‘Sedsala 21’ê wê bibe sedsala jinê’”.

Dê dawî li pergalê bîne

KCK’ê berdewamî ev tişt anî ziman: “Têkoşîna azadiya jinê û şoreşa jinê, cewher û bingeha şoreşa demokratîk a gelan hemûyan e. Têkoşîna azadiya jinê çarçove û kûrahî daye sosyalîzmê û ew gihandiye karaktera wê ya rasteqîn. Her ku têkoşîna azadiyê ya jinê bi pêş bikeve, têkoşîna demokrasî û azadiyê jî dê li her cihî qewîn bibe û dawî li pergalên mêtinger, dewletperest û desthilatdarperestiya bi serweriya mêr bîne.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de KCK’ê destnîşan kir ku jinên kurd bi şoreşa xwe re hem li Kurdistanê têkoşîna azadî û demokrasiyê civakî û xurt kirin, hem jî li Rojhilata Navîn û dinyayê bûn pêşengê şoreşa azadiya jinê. KCK’ê wiha dirêjî da daxuyaniya xwe: “Jinên kurd gelek destketiyên girîng afirandine ku sedsala 21’ê bikin sedsala jinê. Sedsala 21’ê dê li ser vê bingehê bibe sedsala şoreşên demokratîk û demokrasiya civakî. Li ser bingeha pêşketina têkoşîna azadiya jinê, Rojhilata Navîn wê ji nû ve bibe navenda şaristaniya demokratîk. Kîjan cografya şoreşa jinê xurt bike, mafê wê erdnîgariyê ye ku bibe navenda şaristaniya demokratîk. Şoreşa jinên kurd ku li Rojhilata Navîn belav bûye, dê bike ku Rojhilata Navîn bibe navenda şaristaniya demokratîk.”

Şoreşa jinê dê mirovahiyê azad bike

KCK’ê ev tişt ragihand: “Şoreşa jinê ne tenê jinan eleqedar dike. Di serî de mêr dê mirovahiyê hemûyî azad bike, dê kesayetên bi rûmet û azad biafirîne. Pergala heyî ya mêtinger a bi serweriya mêr, dewletperest û desthilatdarîperest, herî zêde mêr gemarî dike. Binpêkirina jinan çiqasî giran dibe, civak jî ewqasî ji ber çanda bi serweriya mêr gemarî dibe. Ji ber vê yekê, jin bi têkoşîna azadiya jinê re di şexsê xwe de civakê azad û demokratîk dike. Lewma, mêr ji bo xwe ji qirêjî, mêtingerî, zext û zilma pergalê bi serweriya mêr rizgar bikin divê bi têkoşîna azadiya jinê re tevbigerin. Pêwîste têkoşîna azadiya jinê di heman demê de weke têkoşîna rizgariya xwe bibînin.”

Di berdewamiya daxuyaniya xwe de KCK’ê wiha got: “Dewleta tirk ku niha tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê lê desthilatdar e, tevî hevalbend û hevkarên xwe ji şoreşa demokratîk azadîparêz a jinan a gelê kurd ditirsin, lewma li her derê êrîşî Tevgera Azadiyê dikin. Rêber Apo ku di şoreşa azadiya jinê de kedeke xwe ya mezin heye, bi rengekî girankirî hatiye tecrîdkirin. Asta êrîşên wan nîşan dide ku ditirsin şoreşa jinê dawî li wan bîne. Dixwazin şoreşa azadiya jinê bifetisînin ku di şexsê Rêber Apo, Tevgera Azadiyê û jinên kurd de li Rojhilata Navîn hate afirandin û li dinyayê belav bû. Şoreşa Rojava ku Şoreşa Jinê ye û pergala demokratîk a li Bakurê Sûriyeyê di hedefa êrîşên hêzên dij şoreşê de ne. Êrîşên ku bi tecrîdkirina Rêber Apo berbiçav bûne, niha di asta herî bilind de ne.”

Divê jin têkoşîna li dijî tecrîdê mezintir bikin

KCK’ê bal kişand ser berxwedana Leyla Guven jî û wiha got: “Hevseroka KCD’ê û Parlamentera Colemêrgê Leyla Guven dît ku tecrîdkirina Rêber Apo û êrîşên li ser gelê kurd ji bo tasfiyekirina şoreşa demokratîk azadîparêz a jinê tên kirin û dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Dema ku dest bi vê çalakiyê kir bal kişand ser destketiyên ku Rêber Apo bi şoreşa azadiya jinê re afirandiye û tesîra wî ya li ser kesayetiya wê. Greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger li zindanan deng veda û ji aliyê girtiyan ve li zindanan hate belavkirin. Gelê kurd û hêzên demokrasiyê jî dîtin ku ev têkoşîn di heman demê de têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelan e, lewma xwedî lê derketin û piştgirî dan. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê hewl dide bi zilm û zexteke giran gelê kurd tecrîd bike, pêşî li vê têkoşînê bigire û desthilatdariya xwe biparêze.”

KCK’ê diyar kir ku bi pêşwazîkirina 8’ê Adarê re grevên birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger û têkoşîna li dijî tecrîdê berbelav bûne û ev tişt anî ziman: “Pêwîste jin hemû di vê 8’ê Adarê de têkoşîna li dijî tecrîdkirina Rêber Apo mezintir bikin ku Rêber Apo bi tevkariyeke mezin têkoşîna azadiya jinê gihand asteke bêhempa. Têkoşîna li dijî tecrîdê divê weke têkoşîneke yekser a ji bo azadiya jinê were dîtin. Li ser vê bingehê divê pîrozbahiyên 8’ê Adarê û têkoşîna azadiya jinê îsal veguherin têkoşîna li dijî tecrîdê. Bi vî rengî li dijî êrîşên faşîzma AKP-MHP’ê û hêzên paşverû yên ji bo fetisandina şoreşa azadiya jinê helwest bê nîşandan.”

KCK’ê di dawiya daxuyaniya xwe de jî ev tişt anî ziman: “Şoreşa jinên kurd a bi pêşengiya Rêber Apo pêk hat, di azadkirina gelê kurd û demokratîkkirina Rojhilata Navîn de dê roleke mezin bilîze û pêşengiyê bike ku sedsala 21’ê bibe sedsala jinê. Weke ku Rêber Apo dibêje; Teşiya kurdan dê ba bide, dê şaristaniya demokratîk bîne Rojhilata Navîn.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar