Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...
Cuma - 13 Eylül 2024

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

KCK: Têkoşînê li her derê mezin bikin û em ê bi ser bikevin!

KCK'ê xwest ku pîrozbahiyên Pêngava 15'ê Tebaxê li her derê bi coş bê pîrozkirin ûwiha got: “Bi mezinkirina têkoşînê divê hîn bêhtir li gel Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bin ku li dijî dagirkerî, qirkirin û xiyanetê li ber xwe didin."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya salvegera 40’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê daxuyaniyek da. KCK’ê Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê di serî li Rêber Apo, gerîlayên azadiyê û gelan pîroz kir.

Daxuyanî KCK’ê wiha ye:

“Em dikevin sala 41’ê ya Pêngava 15’ê Tebaxê ku hebûna gelê me jinûve afirand. Ev pêngava dîrokî û bi wate 40 sal in dewam dike û bênavber pêşketinên mezin diafirîne. Vê pêngava dîrokî û bi wate li Rêber Apo, lehengên pêngavê, şehîdan, gelê Kurdistanê yê welatparêz, gerîlayên azadiyê, hevrêyên li zindanan li ber xwe didin, li jinan û gelên cîhanê yên bindest û li dostan pîroz dikin. Em spasiya her kesên ku di vê pêngava dîrokî de ked dane dikin. Di şexsê lehengê pêngavê fermandarê me yê mezin hevrê Egîd-Mahsûm Korkmaz de şehîdên demokrasî û şoreşê hemûyan careke din bi hurmet, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin û bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranînên wan ên hêja ditewînin. Em soza xwe dubare dikin ku heta serketinê li ser rêya şehîdan bimeşin.

Pêngava 15’ê Tebaxê bû yek ji gavên herî mezin û bi wate yên dîrokê. Gelê kurd ê di nava pençeyê dagirkerî, mêtingerî û qirkirinê de li ber tinekirinê bû, bi Pêngava 15’ê Tebaxê re xwe jinûve afirand, bû xwedî îrade, têgihiştin û nasnameyê. Li Kurdistanê dîroka înkar, paşverûtî û mêtingeriyê qedand, dîroka ronahî, azadî û pêşketina demokratîk da destpêkirin. Gelê Kurd bi Pêngava 15’ê Tebaxê re bû xwedî şeref û rûmetê, bilind bû. Vê pêngava dîrokî di heman demê de kir ku jinên Kurd jinûve bi ser xwe ve bê, bibe xwedî hişmendiya azadî û îradeyê û heta vê serdemê pêşketin afirand. Pêngava 15’ê Tebaxê di heman demê de gaveke welê ye ku encamên xwe yên herêmî û navneteweyî jî çêbûn. Bandora paradîgmaya Rêber Apo ya li cîhanê, asta pêşengiyê ya jinên kurd a di têkoşîna azadiyê ya jinê de, du hîmên bingehîn ê Pêngava 15’ê Tebaxê yên herêmî û navneteweyî ne. Ev taybetmendî hemû girîngiya dîrokî ya Pêngava 15’ê Tebaxê radixe pêş çavan. Rêber Apo her tim destnîşan kir ku Pêngava 15’ê Tebaxê ne tenê çalakiyeke leşkerî ye, her wiha ne tenê li Kurdistanê ye, di heman demê de pêşketineke demokratîk û gerdûnî ye. Her ku dem di ser Pêngava 15’ê Tebaxê re derbas dibe rastiya vê yekê hîn bêhtir tê dîtin û fêhmkirin. Pêngava 15’ê Tebaxê gaveke mezin û dîrokî ye ku pêwîste ji gelek aliyan ve li ser bê rawestîn û fêhmkirin. Beriya her tiştî Pêngava 15’ê Tebaxê pêşketineke ku nasekine û her tim dewam dike. 40 sal in ev pêngav bênavber dewam dike û pêşketinên mezin diafirîne. Ev yek ji taybetmendiyên herî girîng û balkêş ên Pêngava 15’ê Tebaxê ye. Bêguman yek ji nuqteyên ku divê li ser bê rawestîn û fêhmkirin jî têgihiştina şert û mercên wê demê yên destpêkirina Pêngava 15’ê Tebaxê ye, naskirina kesayetên dîrokî yên vê pêngavê ye. Bi fêhmkirin û naskirina kiryarên mejiyê înkarê yê nijadperest, qirker ê li dijî gelê kurd;bi fêhmkirina qîrîna gelê kurd ê ku çand, ziman, nasname û welatê xwe hatiye qedexekirin, bi têgihiştina komkujî, zext û êşkenceya cûntaya faşîst a 12’ê Îlonê ya li gelan û şoreşgeran kir, bi zanîna bîranînên mezin ên Mazlûm, Kemal, Hayrî û Sakîneyan ên li zindana Amedê li dijî zilma herî giran li ber xwe dan, Pêngava 15’ê Tebaxê dikare bê fêhmkirin. Her wiha ji bo Pêngava 15’ê Tebaxê bê fêhmkirin, divê mirov bi hezkirina ji gel û welêt, dilxwaziya mezin a azadiyê ya pêşengên vê pêngava dîrokî zanibin.

Êrîşên îmha û qirkirinê yên ku îro jî li ser gelê me dewam dikin, radixin pêş çavan bê têkoşîna bi rengê Pêngava 15’ê Tebaxê çiqasî pêwîst û jiyanî ye. Eşkere ye ku weke gel, tenê bi ruhê Pêngava 15’ê Tebaxê em dikarin li ber êrişên dagirkerî û qirkirinê rabin. Û ev yek misoger e; bi têkoşîna bi rêbaza Pêngava 15’ê Tebaxê êrîşên qirkirin û dagirkeriyê dikare bê têkbirin û dijminê dagirker mêtinger û qirker dikare bê têkbirin. Ji ber ku Pêngava 15’ê Tebaxê navê îradeyê, jinûve hebûnê û serketinê ye. Ji ber vê yekê divê em Pêngava 15’ê Tebaxê bi xurtî fêhm bikin û bijîn. Mîna doh îro jî pêwîstiya me pê heye ku vê gava dîrokî ya ku hebûna me jinûve afirand, fêhm bikin û dewam bikin.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li dijî êrîşên qirker û dagirker bi fedakarî û lehengiyeke mezin li ber xwe didin, Pêngava 15’ê Tebaxê û rêbaza fermandarê mezin ê vê pêngavê hevrê Egîd dewam dikin. Em vê sekna bi wate û berxwedana bêhempa ya gerîla bi vê wesîleyê careke din silav dikin û Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê li hevrêyan hemûyan pîroz dikin. Divê gelê Kurdistanê li her derê Pêngava 15’ê Tebaxê bi coşeke mezin pîroz bike. Li ser vê bingehê divê li her derê têkoşînê mezin bike, bi Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê re be, ku li dijî xiyanet, qirkerî û dagirkeriyê li ber xwe didin û têkoşînê bi ser bixîne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar