Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

KCK û CÎK’ê Cejna Remezanê pîroz kirin

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê û Civaka Îslamî ya Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî Cejna Remezanê pîroz kirin. Di daxuyaniyan de hat diyarkirin ku di vê Remezanê de divê hîn bêhtir xwedî li şehîdan bê derketin û bang li alim, zanyar, şêx û civaka kurd kirin ku li dijî hovîtiya dewleta tirk bêdeng nemînin

Navenda Nûçeyan |

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê û Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) bi wesîleya Cejna Remezanê daxuyanî weşandin.

KCK’ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku di vê serdemê de têkoşîna demokrasiyê ji bo civata misilman bi qasî îbadetê wezîfeyeke pîroz e û wiha dewam kir:

“Em hêvîdar in ku Cejna Remezanê ji bo civata îslamê û tevahiya mirovahiyê bibe wesîleya aştî, aramî û tenduristiyê. Em dibêjin, bila cejna îsal hêzê bide têkoşîna ji bo cîhaneke demokratîk, wekhev û azad. Di serî de Kurdistaniyên misilman em cejnê li misilmanan hemûyan pîroz dikin ên ku di îbadeta xwe de daxwaza başî, rastî, maf û edaletê ji bo her kesî dikin.

Têkoşîna demokrasiyê ya vê demê, ji bo gelên misilman bi qasî îbadetê bûye wezîfeyeke pîroz. Misilman, şert û mercên heyî yên jiyanê û rejîmên siyasî yên heyî ku navê xwe çi dibe bila bibe, divê qebûl nekin. Em dixwazin destnîşan bikin ku di nava van şert û mercan de meşandina têkoşîna demokrasiyê exlaqî ye, mirovî ye û li îslama Mûhammedî tê. Îslam tenê bi têkoşîneke bi vî rengî dikare ji destê dîktatorên mezhebperest, neteweperest û qirker bê rizgarkirin, ji îstîsmarkirinê bê parastin û bigihêje nirxên demokratîk ên ku temsîl dike.

Bi wesîleya vê cejnê, di serî de gelên ereb, fars û tirk em bang li gelên misilman hemûyan dikin ku yekitiya demokratîk xurt bikin, di nava xwişk û biratiyê de tevbigerin. Em bang li gelên xwe yên misilman ên li Rojhilata Navîn û gelan hemûyan dikin ku bi hişmendiya demokratîk û baweriya hevpar, li dijî dijminên mirovaniyê li dijî faşîstan, mezhebperestan, îstîsmarkarên olî yên xwedî qesr û desthilatdariyê, têkoşînê geştir bikin. Em Cejna Remezanê li gelan pîroz dikin. Hêvîdar in ku ev cejn ji bo Rojhilata Navîn bibe wesîleya aştî û biratiyê.

Kurdistaniyên hêja,

Gelê Kurdistanê di nava êrîşên rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ya qirker û mêtinger dest bi vê cejnê kiriye. Kurd gelekî welê ye ku ji ber êrîşên qirker ên dewleta tirk a înkarker, hebûn û destketiyên wan di nava metirsiyê de ne. Ji ber vê yekê divê kurd beriya her kesî û her tiştî vê metirsiya li dijî xwe beralî bike. Weke gel, heta ku em êrîşên qirkirinê têk nebin û jiyaneke azad û demokratîk ava nekin, em ê jiyaneke aram nebînin. Bi vê têgihiştinê divê em têkoşînê mezin bikin.

Di vê demê de tenê bi berxwedan û têkoşîna mîna gerîla em dikarin bi ser bikevin. Şert e ku em bi berxwedana gerîla re bibin yek, li her cihî û her demê mîna gerîla bibin çalakger. Divê em bêjin ku tevlibûna li nava gerîla ji bo me nebe nabe û têkoşîna li ser vê bingehê divê ji bo me bibe wezîfeyeke pîroz. Yekane rêya ku dawî li tecrîda li ser Rêber Apo bînin, bersivê bidin hevrêyên xwe yên li zindanan li ber xwe didin û azadiyê misoger bikin, ev e. Bi wesîleya vê cejnê banga me li kurdistaniyan ew e ku berxwedana li dijî êrîşên qirker ên dewleta tirk a mêtinger mezin bikin.

Êrîşên qirkirinê konsepteke navneteweyî ye

Dewleteke ku zimanê dayikê yê gelê kurd qedexe kiriye, dibêje ku ‘pirsgirêka min bi kurdan re nîne’ ku ev nêzîkatî bi xwe nîşan dide ku metirsiya qirkirinê çiqasî mezin e. Kurdên noker bi daxuyaniyên xwe li kêleka dewleta tirk a qirker radiwestin ku ev yek jî nîşan dide, êrîşên qirkirinê yên tên kirin, konsepteke navneteweyî ye. Lewma di serî de gelê me yê li bakur û başûrê Kurdistanê ji bo tevahiya kurdan wezîfeyeke dîrokî ye ku bibîne, metirsiyeke mezin li ser wan heye û bi vî rengî rabin ser pêyan.

Di vê pêvajoyê de ku têkoşîna bi rengê yekitiya neteweyî gelekî girîng e, em bang li kurdan hemûyan dikin, dijminatiya ku dewleta tirk a qirker û dagirker hewl dide bixe nava kurdan, têk bibin. Em careke din bi bîr dixin ku divê li dijî vê fitne û fesadiyê têkoşîna hevpar bê xurtkirin û Cejna Remezanê li kurdistaniyên misilman hemûyan pîroz dikin.

Di asta herî bilind de piştgiriya bi malbatên şehîdan re xurt bikin

Bi navê kurdistaniyan di cejna îsal de divê li gorî salên derbasbûyî em hîn bêhtir xwedî li şehîdên xwe derkevin. Bi rengekî girseyî serdana şehîdgehan bikin û şehîdên xwe bi bîr bînin. Bi rengekî hîn xurt xwedî li bîranînên şehîdan derkevin û bersivê bidin êrîşên dijmin ê faşîst û qirker. Di serî de malbatên şehîdan em piştgiriya bi malbatên girtiyan re di asta herî bilind de xurt bikin. Bi navê tevgerê, bi wesîleya vê cejnê di şexsê hevrêyên xwe yên ku li pêngavên Cenga Heftanînê, Cenga Xabûrê û Bazên Zagrosê de şehîd bûne bejna xwe bi rêzdarî û minetdarî li ber bîranîna şehîdan hemûyan ditewînin û careke din dubare dikin ku em ê soza serketinê ya ku dane şehîdan bi cih bînin. Di serî de berxwedêrên li kampên Mexmûr û Lavrîoyê em cejna Remezanê li kurdistaniyên misilman hemûyan pîroz dikin û di têkoşîna wan de serketinê dixwazin.”

CÎK’ê cejna Ramazanê pîroz kir

Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) jî ji bo cejna Ramazanê peyama pîrozkirinê da. CÎK’ê di peyama xwe de zilm û zordariya dewleta tirk a li ser Kurdistanê bi bîr xist û bang li alim û zana û şêzan kir ku li dijî zilm û hovîtiya tirk bêdeng nemînin.

CÎK’ê di peyama xwe de wiha got: “Dewleta tirk bi salan e cejn û rojî kiriye êş, komkujî, wêrankirin, vê meha Ramazanê jî kesên ku ji xwe re dibêjin misilman in li her çar parçeyên Kurdistanê zilm û wehşeta xwe dirêjin, ev bi sedan sal in wiha derbas dibe. Ev zilm û wehşeta dewleta tirk di tu dîn, bawerî û sîstema hiqûqê de ne rewa ye.”

CÎK’ê her wiha bang li alim, zanyar, şêx, seyîd, civaka kurd û kurdên misilman kir ku li bara vê zilm û zordariya tirk bêdeng neminin û daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir: “Ev, civaka me qir dikin, hewceya her kurdek xwedî feraset vê fêhm bike, ji wan dûr bikeve û bi civakê xwe re be. Dema wê ye ku em bi berpirsyariyên xwe yên îslamî, windanî yên civakî rabin. Komkujiya li ser Başûr li ser hemû kurdan e. Bawermendên dirûst, li dijî vê vî şerê dijwar ê bêencam ku bi salan e li dijî gelê me dikin, divê êdî tu jî bixebitî. Heke em vî şerî ranewestînin û xwîşk û biratiyê ava nekin tu îbadet û cejnên me bi maneya rastî nayên jiyîn.

Em Civaka Îslamî ya Kurdistanê bang dikin her kesê ku dixwaze cejn bi maneya rastî wer jiyîn divê li dijî vî şerî, li dijî êrîşên dewletê xwedî helwest be.

Ji bo cejn bi rastî bibin cejn divê şer raweste, xapandin û bêdadî rabe.

Bi hêviya pîrozkirina cejnên bi xwîşk û biratî û wekhev, aramî, azadî em di serî de li kurd û Kurdistanê û alema îslamê cejna Ramazanê pîroz dikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar