Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

KCK û PKK: Di şehadeta 5 şoreşgeran de tiliya nokeran heye

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê û Komîteya Rêvebir a PKK’ê 5 şoreşger û gerîlayên di êrîşa balafirên şer ên Tirk de ya 21’ê Adarê Newrozê ya li Qendîlê şehîd bûn ku yek ji fermandarên destpêkê yên têkoşîna gerîla Sînanê Sor (Alî Aktaş), yek ji kadroyên têkiliya derve Serhat Varto û Navdar Sînegîr, Serhat Şafak û şervanê ciwan Şiyar Faraşîn bi bîr anîn.  KCK’ê destnîşan kir ku ji neyekbûna kurdan sûd wergirtine û êrîşî hêzên têkoşîna azadiyê kirine. PKK’ê jî soz da ku dê layiqî wan be

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyekê 5 şoreşger û gerîlayên Newrozê li Qendîlê ji ber êrîşa hewayî şehîd bûn bi bîr anî. KCK’ê di daxuyaniya xwe de ev tişt anî ziman: “Di êrîşa 21’ê Adarê de ya li dijî komîteya me ya têkiliyên derve hate kirin, destê ajanên xwefirotî heye. MÎT bi destê hin hêzên cuda kesayetên lawaz dike sîxur û bi agahiyên ji wan werdigire êrîşên hewayî tê kirin. Di vê êrîşê de jî mîna êrîşa dijî hevrê Şehîd Helmet (Diyar Xerîb) tiliya hevkaran heye.”

Di daxuyaniya KCK’ê de hate gotin, “Di êrîşa balafirên şer ên Tirk de ya 21’ê Adarê Newrozê ya li Qendîlê, yek ji fermandarên destpêkê yên têkoşîna gerîla Sînanê Sor (Alî Aktaş), ji kadroyên me yên têkiliya derve Serhat Varto û Navdar Sînegîr, Serhat Şafak û şervanê me yê ciwan hevrê Şiyar Faraşîn şehîd bûn. Bila serê gelê me û malbatên wan sax be; em soza xwe dubare dikin ku em ê Kurdistanê azad bikin ku hesreta wan e.”

Li ser kesayet, têkoşîn û xebatên şehîdên Newrêzê van tiştan tîne ziman:

“Hevrêyê me Sînan (Alî Aktaş) sala 1978’an tevlî nava refên partiyê bû. Destpêkê li qada Mêrdînê karê partiyê kir, dema karê ciwanan dikir hate girtin û demekê li girtîgeha Amedê hate hiştin. Piştî darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê derbasî Rojhilata Navîn bû; tevlî amadekariyên têkoşîna gerîla bû. Dema ku pêngava gerîla ya 15’ê Tebaxê dest pê kir li Botanê şervan û fermandar bû. Heta ku şehîd bû di serî de li Botanê li gelek herêman fermandarî kir û di xurtkirina têkoşîna gerîla de bi roleke mezin tevgeriya. Salên dawî li gelek qadan karên civakî û siyasî kir, dema ku karê Komîteya Maliyeyê dikir hate şehîdxistin. Hevrêyê me Şehîd Sînan kedeke mezin da têkoşîna azadiyê ya gelê kurd, di serî de li nava gelê Mêrdîn û Botanê di nava gelê me de xwedî cihekî nayê jibîrkirin e. Hevrêyên wî û gelê me wê Fermandar Sînan tu carî ji bîr nekin û daxwaz û hesreta wî teqez pêk bînin.

Şehîd Serhat Varto (Emrûllah Dûrsûn) sala 1991’ê tevlî nava refên gerîla bû, li her devera Kurdistanê û li Amanosan fermandarî kir. Sala 2000’î li eyaleta Xorosanê ya Îranê di nava kurdan de kar kir, kir ku Rêber Apo û PKK li Xorosanê di nava gelê kurd de baştir bên naskirin. Hevrêyê me Serhat Varto hevrêyekî ku fikrên wî xurt bû ku tevlî her karên têkoşîna me ya azadiyê bû. Di nava Komîteya Hiqûqê, Komîteya Siyasî, Komîteya Gel û Baweriyan û Komîteya Têkiliyên Derve de berpirsyariyên girîng pêk anî, karên xwe hemû bi rengekî serketî kir. Der barê nirxandinên Îslama Demokratîk ên Rêber Apo de xwe kûr kir, bi lêkolînên xwe tevkariyeke mezin li karên Îslama Demokratîk kir. Karekî din ê ku kedeke mezin a Şehîd Serhat Varto di nav de hebû karê dîplomasiyê bû. Ji bo pêkhatina yekîtiya neteweyî xebitî. Di çarçoveya yekîtiya neteweyî de bi partiyên Başûrê Kurdistanê hemûyan re hevdîtin kir, bi helwesta xwe ya nerm û çêker xizmetên mezin ji afirandina feraset û zîhniyeta yekîtiya neteweyî re kir. Partiyên Kurdistanî hemûyan şahidî ji karên wî yên yekîtiya neteweyî re kirin. Karên wî yên bi vê armancê her tim bi rêzdarî hate pêşwazîkirin.

Şehîd Navdar Sînegîr (Mîkaîl Ozdemîr) jî tevî Şehîd Serhat Varto di Komîteya Têkiliyên Derve de bû. Di salên 1990’î de tevî gelek keç û xortên derdora malbata xwe tevlî nava refên gerîla bû. Demeke dirêj di serî de li Amedê li gelek herêman gerîlatî kir. Yek ji wan hevrêyên me ye ku li eyaleta Amedê di xurtkirina gerîla de kedeke xwe ya mezin heye. Piştre ji gelek karên rêxistinî re pêşengî kir; bi danhevî û tecrûbeya xwe bi rengekî çalak tevlî karên Komîteya Têkiliyên Derve bû.

Hevrêyê me Şehîd Serhat Şafak (Vehîp Tekîn) jî sala 1988’an tevlî nava refên gerîla bû, salên dûr û dirêj li Dersimê, Zagrosê gerîlatî û fermandarî kir. Di salên 2000’î de li Herêmên Parastinê yên Medyayê gerîlatî û fermandarî kir. Salên dawî her wezîfeya ku partiyê danî pêşiya wî pêk anî û dema ku karê Maliyeyê dikir ji ber êrîşa hewayî şehîd bû.

Şehîd Şiyar Faraşîn (Celal Ozturk) tevî temenê xwe yê ciwan di demeke kurt de şareza bû û bi fedakariyeke mezin tevlî têkoşîna me bû. Bû gerîlayekî ciwan ê fedakar û kedkar ê gelê Kurdistanê.”

Rista îxanetkar, sîxur û nokerên

Di daxuyaniya xwe de KCK balê dikişîne ser rista îxanetkar, sîxur û nokerên ku piştgiriya dewleta tirk dikin jî û van tiştan radigihîn e: “Di êrîşa 21’ê Adarê de ya li dijî komîteya me ya têkiliyên derve hate kirin, destê sîxurên xwefirotî heye. MÎT bi destê hin hêzên cuda kesayetên lawaz dike sîxur û bi agahiyên ji wan werdigire êrîşên hewayî tê kirin. Di vê êrîşê de jî mîna êrîşa dijî hevrê Şehîd Helmet (Diyar Xerîb) tiliya hevkaran heye. Ev êrîşên ku bi taybetî li dijî hevalên me yên li başûrê Kurdistanê tên naskirin tên kirin, nîşan didin ku MÎT’ê xwe li başûrê Kurdistanê gelekî bi rêxistin kiriye. Ger ne ji alîkariya hin hêzan be MÎT nikare xwe li herêmên Behdînan û Soranê ewqasî bi rêxistin bike. Hikumet û partiyên siyasî yên li başûrê Kurdistanê bi rêxistinbûna MÎT’ê zanin û ji ber ku ji nedîtî ve tên li her qadê xwe bi rêxistin dike. MÎT’ê xwe li Hewlêr û Silêmaniyeyê bi rêxistin kiriye. Naxwe nepêkan e ku xwe bigihîne heta Behdînan û Qendîlê û îstîxbaratê werbigire.”

Kurmê darê ji darê ye

KCK wiha dirêjî dide daxuyaniya xwe: “Di dîroka me ya têkoşîna azadiyê de dewleta tirk her tim hin hevkar û sîxur li dijî tevgera me bi kar aniye. Hêzên mêtinger qirker ji xwe her tim ji lawaziya li nava kurdan sûd wergirtine. Bi taybetî ji neyekbûna kurdan sûd wergirtine û êrîşî hêzên têkoşîna azadiyê kirine. Mixabin di dîroka me de mînakên bi vî rengî hene. Ji ber vê yekê kurd ji bo vê rewşê dibêjin, kurmê darê ji darê ye. Di vê demê de ku hişmendî û têkoşîna azadiyê ya gelê kurd xurt bûye divê êdî dawî li lawaziyên bi vî rengî bê anîn. Divê gelê kurd û raya giştî ya kurd li dijî vê hevkariyê û şirîkatiya sûcê bi dijmin re helwestê nîşan bidin û xiyanetê û hevkariyê ji holê rakin.”

Herî dawî KCK’ê wiha got: “Wezîfeyeke dîrokî dikeve ser milê partiyên siyasî, rewşenbîr, hunermend û welatparêzên kurd. Li dijî yên bi dijmin re hevkariyê dikin û zerarê didin têkoşîna azadiyê, kîjan partî, hêza siyasî, kes û kesayet dibe bila bibe divê helwestê nîşan bidin. Divê tu hêza siyasî, kes û kesayet êdî newêribin tiştên bi vî rengî bikin. Divê gelê kurd zanibe ku tevgera me ya azadiyê ew tevger e ku hesab ji sûcdaran dipirse, xiyanet û nokeriyê ji holê radike. Ji ber ku heta nokerî û xiyanet ji holê neyê rakirin nepêkane ku jiyaneke demokratîk û azad bê afirandin. Di vê çarçoveyê de wê tola Şehîd Helmet, Şehîd Sînanê Sor, Şehîd Serhat Varto, Şehîd Navdar Sînegîr, Şehîd Serhat Şafak, Şehîd Şiyar Faraşîn, Şehîd Şahîn Dîcle û Şehîd Devran bê hilanîn.”

PKK’ê şehîdên Newrozê bi bîr anî

Li aliyê din Komîteya Rêveber a PKK’ê xebatên avakirina şoreşê lezand, soz da ku bibe layiqî şehîdên Newrozê û hemû şehîdan, sersaxî da gelê Kurdistanê û malbatên şehîdan. PKK’ê daxuyaniyeke bîranî ji bo Sînanê Sor (Alî Aktaş) Serhat Varto (Emrûllah Dûrsûn), Navdar Sînegir (Mîkalî Ozdemîr), Serhat Şafak (Vehîp Tekîn) û Şiyar Faraşîn (Celal Ozturk) da, ku 21’ê Adarê bi êrîşa balafriên şer ên Tirk şehîd bûbûn.

Komîteyê dema ku di daxuyaniya xwe de rasteqîniya şehîdan a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pênase kirî, bi bîr xist û wiha dibêje: “Gotinên me çespandina dilsoziya me ye ku ev rasteqîniyekê vedibêje; xwediyê van gotinan, di şertên herî dijwar de û di nav bêhêziyeke mezin de, li ser zemîneke wiha ku hovîtî daye xwe û çûye û ji bilî xwespartina dilê xwe ne xwedî tu amûra şerkirinê ne, nûnerên herî mezin ên rasteqîniyan şehîd in. Hin jê her çendî bixwazin vê rasteqîniyê kêm û bi şaşî nîşan bidin jî li ser vê mijarê çendî xwedî nêzîktêdayinên kêm jî bin, rasteqînî bi xwe ev e. Heke ji bo şehîdan were xwestin ku pênaseyek were kirin ew, di serdemeke wiha de, bûyerên wiha ne ku di hebûna wan de serfirazî dibe sîmge. Divê mirov wan mîna şexsan jî nebîne, ew sazî ne. Ji ber ku ew di demeke wiha de ku bi milyonan mirov bûne qurbanê jiyaneke şaş û di demeke wiha de ku îxanet bi her rengî tê jiyîn, şexsiyetên wiha ne, dibine berdevkê rasteqîniyê û hewce be bi tena sere xwe vê diqerin û dijîn. Helwesta bi vî rengî weke ku gelek kes wiha zen dikin ne karekî hêsan e.”

Rasteqîniya şehîdan û geşedana dastanî

Di berdewamiya daxuyaniyê de PKK wiha dibêje: “Dîroka partiya me her wiha  berxwedaniya bi lehengî û geşedana  dastana vê berxwedana şehîdan e. Fêhmkirina maneya vê ya ji her alî ve ya di nav Têkoşîna Rizgariya Demokratîk de,  bi baştir fêhmkirina geşedana têkoşîna me ya rizgarî ya ku îro bûye civakî, bi bûyina xwedî helwesta milîtanî ku wê bibe serkeftinê, bi dîtina karakterê ku wê rê li rizgariya civakî veke û bi dîtina vê helwesta ku wê nûbûna bi her astî ya civakî pêkan bike û pêkanîna vê sincê ye. Çi rasteqîniyeke dî nîn e ku bi qasî rasteqîniya şehîdan wê bandorê li gel bike, li ser mijara berjewendiya wê jiyanî hişmendiyê bidiyê û di jiyana wê ya dîrokî de cih bigire. Ne pêkan e ku mirov diyardeyeke bi qasî vê nirxdar bifikire. Ji hêla tevgerekê ve, tişta ku diçespîne bê ka ew çendî cidî ye yan na, li hêlekê şehîd û li hêla dî, li ser hîmê rast bi pêgirîbûnê mirov wê li jiyanê pêk bîn, mirov wê bike hîmê hemû nirxên xwe. Di geşedana Dîroka Berxweda Netewî de pêşengiya Partiyê diyarker e. Di pêşengiya Partiyê de jî rola şehîdên Partiyê esas e. Îro ku di şerê pêşengiyê de bi ser ketiye û ku em dikevine şerê gel ji her alî ve geş bûye, tevgera bi hişmendiya kûr a van rasteqîniyên me, bi qasî rastnirxandina rabirduyê, di avakirina saxlem a dahatuyê de jî ji nav peywirên me yên sereke ne. Ev serdemeke wiha ye ku gelê me ji 7 salî heta bi 70 salî, jin û mêr, ketiye nav nîqaşeke tît, hewl dide ku helwestê diyar bike. Serdemeke wiha ye ku em pir dixwazin û em dikarin hemû tişta ku me ji dest dayî bi dest bixin.  Kana sereke ya vê serkeftinê jî şehîdên me ne.”

Her nirxek bi berdêlê bû

Komîteya Rêveber a PKK’ê got ku geşbûna têkoşîna azadiyê, gava wê ya ber bi jyana nû ve bê berdêl nebûye, li Kurdistanê her nirxê ku derketî holê bi berdêlan e û wiha dewam kir: “Li welatekî wiha ku hatiye parçekirin, hatiye dagirkiein û mêtingerkirin, ne hêsan e ku mirov bibe xwe, bi xwebûna xwe mirov gavê ber bi jiyana demokratîk û azad ve bavêje, ev, tim bi berdêla zarên fedayî yê vî gelî pêk hatiye.”

Rizgarî bi heqîqeta rizgarîxwaz dest pê dike

Komîteya Rêveber a PKK’ê got yekana nirxê ku gelan ji dîrokê digihîne roja me, têkoşîna di rêya sincê û polîtîkbûnnê û berdêlên di rêya azadiyê de ye û wiha domand: “Têkoşîna sincî û polîtîk hem têkoşîna wî gelî ye ku xwe gihandiye maneyê û hem jî pêvajoya afirandina maneyên nû ye. Ji vî alî ve her berdêl, hem pergaleke heqîqetê ye ku civakê dixe rêya azadiyê de û hem jî cîhana maneyê ye, ya ku hatiye afirandin. Ji ber ku asta heqîqetê ya civakekê asta wê ya azadiyê nîşan dide, hemû çînên serest pêşî berê xwe didine heqîqeta wan, ku civak hebûna xwe deyndarî wê ne. Em jî pê dizanin, rizgariya wan civakên çewisandî û mêtingerî li ser wan tê danîn, tenê dema ku dibine xwedî heqîqeta azadîxwaz a nû, pêkan e.”

‘Me li ser rêya azadiyê digirin

PKK’ê wiha dirêjî da daxuyaniya xwe: “Têkoşîna Azadiya Kurdistanê û hêza wê ya pêşeng PKK, di vê pêvajoyê de ku ji 40 salî zêdetir e didome, bi rasteqîniya şerê berfireh a li dijî pergala mezin a qirkirinê, heqîqeta wê civaka ku hebûna wê nediyar, nirxê wê yê heqîqetê hatî parçekirin afirand, vejîna wê bi ser xist û xiste ser rêya azadiyê. Ev rasteqînî nirxekî wiha ku bi berdêlên mezin hatiya afirandin û bi temamî bi keda şehîdên me derketiye hole. Her kêliya şehîdên me, her wêneyekî wan ê jiyanê, yekana hêza partiya me ya ku di rêya azadiyê de dimeşe û ji bo gelê me bûye jiyana nû. Rasteqîniya nemiriyê, bi asta ku şehîdbûnê dike jiyanî, di nav tevgera me de û di nav gelê me de ku em bi hev re ber bi şoreşê ve dimeşin, ji serî heta dawî yên ku dijîn şehîdên me ne. Armancên wan, bêrîkirina wan û jiyana wan e. Ew hevrêyên me ne ku li gel hemû zext û zordariyan me li ser rêya azadiyê digirin, li dijî dewleta tirk a faşîst, mêtinger ku li dinyayê mînakên wê kêm in, barbar û ji şaristaniyê bêpar bi berxwedana tevlî nav karwanên şehîdan bûne.”

‘Ên ku vîna me dikine ji polayê şehîdên me ne

Di dawiya daxuyaniya Komîteya Rêveber a PKK’ê de ev tişt hatin gotin: “Bi heqîqeta Apogerî ya ku bi keda şehîdên me hatiye strandin em dibine em, rojane ji me re dibe giyan û moral, me li ser piyan digire û vîna me her roj qeyîm dibe. Hevrêyên me Sînanê Sor, Serhat Varto, Navdar Sîngeri, Sserhat Şafak û Şiyar Faraşîn, di vê ‘kêlî’ya şoreşger de ku bi perspektîfa Neteweya Demokratîk em ber bi Rojhilata Navîn ve diçin, em ê xebatên pêkanîna, li Rojhilata Navîn a demokratîk  Kurdistana Azad ku xewna wan bin, bidin lezandin. Em sond dixwin ku bibin layiqî wan û hemû şehîdên şoreşê, sersaxiyê didine gelê me û di şexsê gelê me de sersaxiyê didine malbatên hevrêyên xwe yên şehîd.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar