Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Salı - 9 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

KCK û TEV-DEM’ê Şoreşa Rojava pîroz kir

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê û TEV-DEM’ê bi daxuyaniyên cuda Şoreşa Rojava pîroz kir. Di daxuyaniyan de hat destnîşankirin ku Şoreşa Rojava ji bo gelên Rojhilata Navîn hêviyeke mezin afirandiye û veguheriye şoreşa demokratîk a gelên cîhanê

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi wesîleya 7’emîn salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê daxuyaniyên nivîskî weşandin. Di daxuyaniyan de hat destnîşankirin ku divê gelê kurd ê li hemû parçeyên Kurdistanê xwedî li Şoreşa Rojava derkeve û êş û berdêlên xwe yên giran ên sed salan veguherîne coşa jiyana demokratîk û azad.

Di daxuyaniyê de Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku Şoreşa Rojava dikeve sala xwe ya 8’an ku ji bo gelên Rojhilata Navîn hemûyan pêvajoya demokratîkbûnê dest pê kir. Konseyê gelê Rojava pîroz kir, hemû şehîdên di parastin û pêşvebirina şoreşê de bi rola esasî tevgeriyan bi minet û bi rêzdarî bi bîr anî û serkeftin ji gaziyan re xwest.

‘Gelê kurd pêşengê Rojhilata Navîn e’

Daxuyanî wiha dom kir: “Gelê kurd bi şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an a Rojava re nîşan da ku gelekî demokratîk û şoreşger ê pêşengê Rojhilata Navîn e. Tevî gelên ereb û suryanan şoreş veguherand şoreşa gelên Sûriyeyê û bi vî rengî ji bo şoreş veguhere şoreşa Sûriye û Rojhilata Navîn, ji gelan re hêvî afirand. Li Rojhilata Navîn ku gel û baweriyên cuda kirine dijminên hev, bûye şoreşeke zîhniyetê ya ku biratiya gelan û baweriyan a li Rojhilata Navîn pêk anî ye. Bi vî rengî aşkera bû ku Rêber Apo ne tenê rêberê gelê kurd e, di heman demê de rêberê şoreşger ê gelên Rojhilata Navîn e.

‘Xweseriya demokratîk veguherî modela demokratîkbûnê’

Sîstema xweseriya demokratîk a ku bi rêxistinbûna civaka demokratîk a gelên bakur û rojhilatê Sûriyeyê derkete holê, veguherî modeleke demokratîkbûnê ya Rojhilata Navîn. Ereb, kurd, suryan, ermen, durzî, çeçen û tirkmen weke neteweya demokratîk DAIŞ û El Nusra têk birin ku desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê li pişta wan koman e. DAIŞ bi hêza civaka demokratîk û neteweya demokratîk hate têkbirin. Vê yekê nîşan da ku gel çawa dikarin li Rojhilata Navîn bi sîstemeke siyasî û civakî bi ser bikeve. Gelan bi vî rengî dîtin ku çawa dikarin ji nava êşên li Rojhilata Navîn rizgar bibin.

‘Şoreş veguherî şoreşa demokratîk a gelên cîhanê’

Gelên bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi têkbirina DAIŞ’ê re ne tenê hêzeke despot a li Rojhilata Navîn têk birin, di heman demê de rêxistineke taşeron jî têk birin ku dijminatiyê li mirovahiyê dike. Gelên bakurê Sûriyeyê di nava 7 salan de ji ber êrîşên hêzên dijminê azadî û demokrasiyê zêdeyî 10 hezar şehîd dan û zêdetirî 20 hezar şervan jî bûn gazî. Di serî de sosyalîst bi sedan enternasyonalîst ji çar aliyên dinyayê hatin û gelek ji van şoreşgerên demokratîk şehîd bûn ku ev yek jî karaktera vê şoreşê nîşan dide. Şoreşa demokratîk a gelên bakurê Sûriyeyê di heman demê de bûye şoreşa demokratîk a gelên cîhanê. Ev rastî jî nîşan dide ku şoreş têk naçe.

‘Xurtkirina şoreşê girîng e’

Serkeftina şoreşa demokratîk a gelên bakurê Sûriyeyê, di serî de gelê kurd serkeftina tecrûbeya şoreşa demokratîk a dehan salan a gelên Rojhilata Navîn e. Mayîndebûna xwe jî dê bi hêza şoreşa demokratîk a gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn pêk were. Bêguman şoreşa demokratîk a li bakurê Sûriyeyê nîşan da ku azadî ne bi têkoşîna ji bo avakirina dewletê pêkan e, di çarçoveya biratiya gelan de bi rêxistinbûna konfederal a demokratîk dibe. Destkeftiya herî mezin a gelên Rojhilata Navîn e ku hatiye fêhmkirin, azadî û demokrasî bi avakirina dewletê, bi feraseta navendîperestî û dewletperestiyê nabe. Ji ber vê zîhniyet û rêxistinbûnê, hêza sîstema xweser a gelên bakur û rojhilatê Sûriyeyê heye ku li dijî her şêwe êrîşan raweste. Lewma gelekî girîng e ku şoreşa demokratîk a li bakurê Sûriyeyê ku xwe dispêre civaka demokratîk a rêxistinbûyî bê xurtkirin.

‘Divê hemû gel lê xwedî derkevin’

Sîstema xweseriya demokratîk a ji aliyê gelên bakur û rojhilatê Sûriyeyê ve hate afirandin ji bo gelên Rojhilata Navîn bûye qada azadî û demokrasiyê, bûye nefesa aştî û biratiyê. Divê ereb, tirk, faris, azerî, ermen, suryan û hemû gel xwedî li vê qada azadiyê derkevin. Êrîşa li dijî vê qada azadî û demokrasiyê êrîşa li dijî hesreta azadî û demokrasiyê ya gelan hemûyan e. Ji ber vê yekê ne tenê hêzên demokrasiyê û gelên Rojhilata Navîn, divê mirovahî hemû û hêzên demokrasiyê yên li çar aliyên dinyayê xwedî li vê şoreşê derkevin. Divê li dijî her şêwe êrîşan piştevaniya vê şoreşê bikin.

Bi navê Tevgera Azadiyê ya kurd em ê her tim xwedî li vê şoreşê derkevin ku bi paradîgmaya Rêber Apo ya civaka ekolojîk demokratîk û azadîparêziya jinê hatiye afirandin û em ê timî pê re bin. Divê gelê me yê li hemû parçeyan xwedî li vê şoreşê derkeve û êş û berdêlên xwe yên giran ên sed salan veguherîne coşa jiyana demokratîk û azad.

Şehîdên Şoreşa Rojava û gelên bakur û rojhilatê Sûriyeyê dê bibin havênê şoreşa demokratîk a Rojhilata Navîn, têkoşîna jiyana demokratîk û azad a gelên Rojhilata Navîn dê teqez bi ser bikeve.”

Daxuyaniya TEV-DEM’ê

TEV-DEM’ê jî di daxuyaniyê de destnîşan kir ku Şoreşa Tîrmehê di sala 2012’an de ji bajarê Kobanê ku paytexta berxwedana cîhanî ya li dijî terorê ye dest pê kir û nûnertiya rast a şoreşa Sûriyeyê ya di 15’ê adara 2011’an de dike. TEV-DEM’ê da zanîn ku ji bo pêkanîna nirxên rast ên şoreşê, bi ser ket.

Daxuyanî wiha dom kir: “Hêzên herêmî bi rêya destekdayîna ji terorîstan re şoreşa gelê Sûriyeyê ji rêya wê ya rast derxist. Bi hezaran komên çekdar ên ku bi hezaran welatiyên me yên Sûriyeyê kuştin, ava kirin. Sûriye veguherandin qadeke şer ku tu tiştê gelê Sûriyeyê tê de tune ye. Rola hikûmeta AKP’ê bi serkêşiya tevgera terorîst a cîhanî ya Erdogan a herî mezin di xêzkirina xetên sor ên nerast de, sereke bû.

Hewldana dewleta tirk a ji bo aloziyê

Hinek hêzên herêmî û navdewletî ew komên çekdar ber bi rûxandina Sûriyê ve, talankirina xêr û bêrên wê, her wiha rûxandina binesaziya wê û vegerandina Sûriyeyê ji serdemên zilmê re şandin. Dewleta tirk a dagirker bi zanebûn nehişt ku hewldanên Sûrî-Sûrî pêş bikevin û guherînên demokratîk çê bibin. Berevajî vê gelek hewl da ku di navbera gelên Sûriyeyê de aloziyê derxîne. Li gelek cihan bi ser ket lê li bakur û rojhilatê Sûriyeyê tevî hebûna bi dehan pêkhateyên neteweyî, olî û eşîran jî bi ser neket.

Kiryarên dewleta tirk

Bi hemû şêwazên leşkerî, îstixbarî û çapemeniyê xwest ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê pûç bike û li gorî berjewendî û çavbirçîbûna dagirkeriyê bikarbîne. Efrîn, Cerablus, Bab û Idlib dagir kir û demografyaya van herêman guherand. Her wiha bi avakirina saziyên dewleta tirk, rakirina hemû tiştên li ser navê Sûriyeyê û li van herêman bilindkirina ala tirkan nîşan dide ku dixwaze van herêman ji Sûriyeyê veqetîne.

Bi ruhê Şoreşa 19’ê Tîrmehê hemû pêkhate li paş hêzên xwe yên leşkerî ku ji zarokên herêmê û pêkhateyên bakur û rojhilatê Sûriyê hatine avakirin, bûne yek. Bi dehezaran şehîd û birîndar dan. Şoreş bi şoreşa jinan ku rola wê di nava şoreşê de sereke bû, hate naskirin. Heta niha jî keyanê xwe yê civakî, siyasî, rêveberî, leşkerî û ewlehî ava dike. Li dijî terorîstan û alîgirên wan bi ser ket. Bi saya şervanên YPJ/YPG’ê û HSD’ê ku hêza yekemîn ku parastina destkeftî û pêkhateyên bakur û rojhilatê Sûriyeyê kir.

Bang kir

Bi vê boneyê em bang li hemû hêzên demokratîk û pêkhateyên bakurê Sûriyeyê dikin ku li dijî berjewendiyên hêzên herêmî û navdewletî li Sûriyeyê û li dijî terora ku li dijî gelê Sûriyeyê ku bi sedhezaran ji gelê Sûriyeyê kuştin û bi milyonan neçarî koçberiyê kirin, bisekinin.

Xetereya terorê û dagirkeriyê heta niha berdewam e. Tişta ku terorê bi dest nexist li bakurê Sûriyeyê pêk tîne. Hewl dide ruhê terorê bi rêya tevliheviya mezhebî, neteweyî û olî ji nû ve vejîne. Tu çareserî ji bilî yekitî, hevgirtin û berxwedanê ji bo parastina destkeftî û nirxên Şoreşa 19`ê Tîrmehê tune ye. Tenê bi ruhê ku pê hat destpêkirin em dikarin jiyana azad berdewam bikin û şoreşa gelê xwe bi ser bixin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar