Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

KCK: Xwedî li azadî, edalet, wekhevî û aştiya civakî derketin bi qasî îbadetê xêr e

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê Cejna Remezanê li tevahî misilmanên baweriya wan bi biratiya gelan heye pîroz kir û xwest bibe wesîleya azadî, edalet û wekheviyê.

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê bi wesîleya Cejna Remezanê daxuyaniyek da û bang li Misilmanan hemûyan kir ku li dijî faşîstan, desthilatdarperestan, dijminê civakê, bazirganên olî û mezhebperestan têkoşîneke hevpar bimeşînin.

Peyama Komîteya Gel û Baweriyan a ji bo Cejna Remezanê bi vî rengî ye: “Alema Îslamê û civakên Misilman îsal jî di nava zor û zehmetiyên mezin de rojiya Remezanê temam kirin. Em hêvî dikin ku Cejna Remezanê ya 2023’yan ji bo gelan hemûyan bibe wesîleya edalet, azadî û wekheviyê; di navbera gel û olan de bibe wesîleya biratî, aştî û yekîtiyê, avakirina jiyaneke demokratîk. Di serî de Misilmanên Kurdistanî em Cejna Remezanê ya mubarek li Misilmanan hemûyan ên ku di îbadeta xwe de daxwaza maf, edalet, başî û rastiyê ji tevahiya mirovahiyê re dikin, pîroz dikin.

Li herêmen erdhejê cejna Remezanê pêvajoyeke giran de tê pêşwazî kirin

Weke gelê Kurdistanê em cejnê di nava pêvajoyeke giran de pêşwazî dikin. Erdhej ji felaketa xwezayî wêdetir ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP’ê ve veguherî amûreke qirkirinê. Ji ber ku tedbîrên pêwîst nehatin wergirtin li ser gelê me bû felaketeke mezin. Hikûmetê bacên ji bo erdhejê ji bo armancên xwe yên qirêj bi kar anî, li şerê li dijî mirovahiyê yê li Kurdistanê xerc kir; pêşkeşî hemû diz, kujer, tecawizkar û bazirganên narkotîkê yên li dora xwe kir. Piştre jî got ‘qeder’ e û xwest li wan helal bikin. Ji bo bûyerên xwezayî veneguherin felaketê tedbîr dikarin bêne wergirtin, têne wergirtin jî. Mixabin hikûmeta AKP-MHP’ê ya faşîst a ku ola me bi kar tîne, tedbîr wernegirt û bû sedem ku zêdeyî 100 hezar mirovên me jiyana xwe ji dest bidin. Ev qeder nîne, ev komkujiyeke ku bi zanebûn hatiye kirin. Gelê me wê hesab ji van kujerên gelên me û bazirganên olê bipirse. Gelê me wê li herêma erdhejê bibe dermanê derdên hev. Gelê kurd û hêzên demokratîk, wê di dema cejnê de jî birînên gelê me yê mexdûr bipêçin, wê hîn bêhtir bibe derman ji hewcedaran re.

Hilbijartin firsendeke mezin e

Di serî de ji bo gelê kurd, ji bo hemû gel, bawerî, jin û ciwanên li Tirkiyeyê firsendeke mezin hatiye afirandin. Bi taybetî ji bo gelê kurd ê ku êrîşên qirkirinê lê tê kirin, bi hilbijartinên vê biharê re wê pêvajoyeke ji bûyerên mezin rû bide. Ji bo ev yek pêk were, ji bo bi kêrî kurdan, elewiyan, ereban, gelên cuda û baweriyên cuda bê, ji bo bi kêrî jin û ciwanan bê divê mirov hîn bêhtir bixebitin, bi rêxistin bikin û bi rêbaza seferberiyê tevlî pêvajoyê bibin. Lewma pêvajoya hilbijartinê hem ji bo gelên li Tirkiyeyê hem jî bi taybetî ji bo civaka Kurdistanê pêvajoyeke girîng e. Têkoşîna ku Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê 50 sal in dimeşîne, desthilatdariya faşîst xistiye nava pêvajoya hilweşînê. Gelê kurd bi biryar e ku bi hilbijartinê re vê pêvajoyê bibe serî.

Xwedî li azadî, edalet, wekhevî û aştiya civakî derketin bi qasî îbadetê xêr e

Lewma divê were zanîn ku hewldana ji bo azadî, edalet, wekhevî û aştiya civakî, têkoşîna di vê oxirê de bi qasî îbadetê xêr e. Her Misilmanên li Tirkiyeyê yên baweriya xwe bi demokrasî û azadiyê tînin, divê bêteredût tevlî pêvajoyê bibin. Gel û baweriyên li Tirkiyeyê, çandên li Tirkiyeyê wê çarenûsa xwe di vê hilbijartinê de diyar bikin. Di vê hilbijartinê de jî Partiya Çepên Kesk wê bi rola diyarker rabe.

Wezîfeya mirovî ya her bawermendî ye ku têbikoşe

Gelê kurd ji roja ku baweriya îslamê nas kir û pê ve biratiya ummetê ji xwe re kir bingeh, bi gel û baweriyên cuda re her tim di nava piştevaniyê û dostaniyê de bû. Bi taybetî di 50 salên dawî de bi Tevgera Azadiyê re ev çand hîn bi zanebûn, bi mejî û pîvanên jiyaneke demokratîk û azad xurtir bû. Ji HADEP’ê heta bi HDP’ê û herî dawî jî Partiya Çepên Kesk, partiyên mîna wan nirxên encamên vê têkoşînê ne. Ji ber vê yekê divê bi rêbaza seferberiyê têkoşîna civakî bê meşandin, rêxistinî bê xurtkirin, hîn bêhtir kar bê kirin û Tifaqa Ked û Azadiyê di vê hilbijartinê de bê biserxistin. Di serî de li Kurdistanê li her devera ku gelê kurd lê ye, li dijî mejiyê desthilatdariyê yê ku ji bo qirkirinê êrîşî kurdan dike, îşkenceyê dike, dixe zindanê û di şexsê Rêberê Gelê Kurd de tecrîdê ferz dike, wezîfeya mirovî ya her bawermendî ye ku têbikoşe.

Em cejna hev pîroz bikin û rê nedin nebaşiyan

Divê serdana malbatên me yên girtiyan bê kirin, piştevaniya bi wan re di asta herî bilind de bê nîşandan. Di vê cejnê de divê em hîn bêhtir xwedî li şehîdên xwe derkevin, wan bi bîr bînin û bi girseyî serdana şehîdgehan bikin. Divê malbatên me yên şehîdan bi tenê neyên hiştin, cejna hev pîroz bikin û serdana hev bikin. Weke tevgerê bi wesîleya cejnê em li pêşberî bîranîna şehîdên xwe bi rêzdarî û minetdarî bejna xwe ditewînin û soz didin ku têkoşîna wan heta serkeftinê mezin bikin.

Bi taybetî xêreke mezin e ku serdana mexdûrên li herêma erdhejê bê kirin û bersiv ji pêwîstiyên wan re bê dayin. Divê hemû misilmanên li herêma erdhejê çi kurd çi ereb çi jî ji neteweyên cuda, serdana wan bê kirin û cejna wan bê pîrozkirin.

Bi wesîleya cejnê em bang li gelên Rojhilata Navîn dikin bi taybetî jî bang li misilmanan dikin ku li dijî faşîstan, desthilatdarperestan, dijminê civakê, bazirganên olî û mezhebperestan têkoşîneke hevpar bimeşînin. Lewma em cejna Remezanê careke din li hemû derdorên Misilman ên demokratîk, ku di nava feraseta jiyaneke bi hev re ya gelan de ne û alîgirên yekitiya gelan e, careke din pîroz dikin. Em hêviya xwe careke din tînin ziman ku cejn bibe wesîleya azadî, edalet û wekheviyê ji bo gelên Rojhilata Navîn.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar