Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...
Pazartesi - 7 Ekim 2024

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

KCK: Yên ku êrîşî Bedel kirin dê teqez hesab bidin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê destnîşan kir ku yên li Şengalê êrîşî Merwan Bedel kirin dê hesab bidin û wiha got: “Dewleta tirk ev êrîş kir, lê belê yên ku îstîsbarat dane, ew kesên 'Parastinê' yên li Şengalê ne.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşa dewleta tirk a dagirker a li ser Şengalê daxuyanî da û ev tişt vegot:

“Dewleta tirk a mêtinger qirker komkujiyeke din kir. Bi balafirên bêmirov ên bi çek êrîş birin ser Hevserokê Meclisa Gelê Êzidî Merwan Bedel. Dema ku Merwan Bedel hat qetilkirin, zarokên wî di kêliya dawî de rizgar bûn. Yên ku ev komkujî kirin wê li pêşberî mirovahiyê teqez hesab bidin; xelkê me yê êzidî dê Êzidxana Azad teqez ava bike ku hesreta Merwan Bedel bû.

Merwan Bedel yek ji rêberên gelê êzidî bû. Yek ji pêşengên gelê êzidî bû ku dema DAIŞ’ê ji bo qirkirinê êrîş kir, mil bi mil li gel gerîla şer kir; Êzidî li çiyayê Şengalê bi rêxistin kir. Em vî berxwedêrê mezin bi minet û rêzdarî bi bîr tînin, sersaxiyê ji tevahiya gelê me yê êzidî re dixwazin. Bi navê Tevgera Azadiyê em careke din destnîşan dikin ku em ê her tim bi gelê xwe yê êzidî re bin.

Ev êrîş ji aliyê dewleta tirk ve hatiye kirin, lê belê yên ku îstixbarat dane, ew kes in ku ‘Parastin’ê li Şengalê birêxistin kiriye. Ev kes agahiyê didin MÎT’ê, agahiyê didin dewleta tirk. Jixwe rêveberên PDK’ê bi daxuyaniyên xwe, bi bername û nûçeyên televîzyonan êrîşên li dijî êzidiyên ku ji bo xweseriya Şengalê têdikoşin, asayî û rewa nîşan didin. Ne tenê êzidî, kurd hemû vê rastiyê dibînin. PDK herêmên ku lê ne serwer e, dike hedefa hêzên mîna dewleta tirk. Divê dest ji vê nêzîkatiya xwe berde.

Rêberên êzidiyan ên li Şengalê hatin qetilkirin li dijî DAIŞ’ê li ber xwe dabûn; di qewirandina DAIŞ’ê ji Şengalê de bi rola sereke rabûn. Lewma Merwan Bedel, Seîd Hesen, Zerdeşt Şengalî fermandarên gelê me yê êzidî ne. Hevalên Derwêşê Evdî ne. Ew şehîdên berxwedana li dijî DAIŞ’ê ne. Dewleta tirk tolê ji van berxwedêran hiltîne. PDK jî bi polîtîka, helwest û gotinên xwe van êrîşan rewa dike û dibe hevparê van êrîşên tolhildanê.

Yek ji mezintirîn qirkirinên sedsala 21’ê li Şengalê li dijî êzidiyan hat kirin. Hîn jî bi hezaran keç û jinên êzidî di destê DAIŞ’ê de ne. Tevî Iraq û PDK’ê, dewletên ku li Rojhilata Navîn ji aliyê siyasî û leşkerî ve xwedî hêz in ji vê rewşa li Şengalê berpirsyar in. Dewleta tirk ku hevalbendê DAIŞ’ê ye, hevkarê vî sûcê qirkirinê ye. Hevkariya ku dewleta tirk bi DAIŞ’ê re kiriye wê paşerojê yek bi yek aşkera bibe. Ji xwe agahiyên di vî warî de li ber destê gelek dewletan hene. Eger DAIŞ a ku êzidî qir kir li dadgeheke navneteweyî bê darizandin, ev rastî wê yek bi yek aşkera bibe.

Dewleta tirk bi van êrîşan dixwaze êrîşên qirkirinê yên DAIŞ’ê temam bike. Herhal ji PDK’ê heye ku eger Şengal bê eciqandin wê rastiya wê ya ku li hemberî DAIŞ’ê li ber xwe neda û êzidî bi qirkirinê re rû bi rûnişt bê nixumandin. Ji bilî vê yekê helwesta PDK’ê ya ku êrîşên dewleta tirk rewa dike, nikare bê îzahkirin. Bi dîtina me, PDK şaşitiya herî mezin a dîroka xwe li dijî êzidiyan dike. Halbûkî eger êzidî xweser bibin û PDK jî vê qebûl bike, wê rewşa ku di 3’ê Tebaxa 2014’an de ket navê, telafî bike.

Êzidiyên ku di komkujiyên Şengalê de îstîxbarat dane, di dîroka êzidiyan de wê timî bi xiyanet û nebaşiyê bêne bîranîn. Berê bi çavê ‘ji bo tasek şorbeyê gel firotin’ li kesên bi vî rengî dinihêrîn; li Kurdistanê jî ji van kesan re ‘tirşikçî’ dihate gotin. Tirşikçiyên niha jî ji bo çend madeyên xwarinê vê yekê dikin. Divê êzidî van kesan ji nava xwe derxînin û bikin ku nikaribin li nava civakê bimînin. Kesên bi vî rengî heq nekirine ku li xaka pîroz a êzidiyan bimînin.

Divê êzidî Mam Zekî, Mam Beşîr, Seîd Hesen, Zerdeşt Şengalî û Merwan Bedelî ji bîr nekin. Ji bo dilsoziya bi wan re divê xwedî li doz û armancên wan derkevin. Eger Merwanek şehîd ketibe divê bi dehan, bi sedan Merwan li şûna wî bêne bicihkirin. Azadî bi hêsanî bi dest nakeve. Ji bo careke din ferman nebe, pêwîstî bi Êzidxana azad û xweser heye. Dema ku Êzidxan azad û xweser bû, hingî wê dawî li fermanan bê; hingî wê êzidî weke yek ji baweriyên herî kevn ên dîrokê nirxên gelekî hêja li nasname û çanda Rojhilata Navîn zêde bikin.

Ji bo bîranîna yên ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin qetilkirin, hatin revandin û hatin şehîdxistin, yekane bersiva herî rast divê azadî û xweseriya êzidiyan be. Ev yek êdî hesreta êzidiyan hemûyan e. Gelo kîjan êzidî vê naxwaze? Eger xwedî li Êzidxana xweser û azad nayê derketin, sedema vê yekê ya zext e, yan jî berjewendiyên erzan e.

Bi navê Tevgera Azadiyê ya Kurd em bang li êzidiyan hemûyan dikin ku ji bo hesreta Merwan Bedel û şehîdên Êzidxanê hemûyan, têkoşîna ji bo pêkanîna Êzidxana xweser û azad mezin bikin. Dema ku êzidî xwedî li Êzidxana xweser û azad derketin, tu hêz nikare li pêşiya pêkhatina Êzidxana azad û xweser bibe asteng.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar