Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Salı - 9 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

KCK: YSK li Kurdistanê weke amûra qirkirina siyasî tê bikaranîn

Hevserokatiya Konseya Rêvebir a KCK’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku biryara YSK’ê ya der barê şaredariyên kurdan de, komployeke siyasî ye. KCK’ê diyar kir ku YSK li Kurdistanê weke lingekê qirkirina siyasî tê bikaranîn û têkoşîna li dijî xespkaran mafê gelê kurd ê herî rewa ye

Hevserokatiya Konseya Rêvebir a KCK’ê têkildarî derbeya Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) ku bi hinceta Biryarnameya Di Hukmê Qanûnê de (KHK) gelek şaredariyên HDP’ê xesp kirin,  daxuyaniyek nivîskî weşand. KCK’ê da zanîn ku berxwedana gelê kurd a li dijî xespkaran, mafê wan ê herî rewa ye.

Daxuyaniya Hevseroka Konseya Rêvebir a KCK’ê wiha ye:

“AKP û şefê faşîst Tayyîp Erodgan weke hilbijartina 7’ê hezîranê naxwaze dev ji desthilatdariyê berde. Hilbijartinan jî weke rêya rewa ya ji bo dîktatoriya faşîst dibîne. Hilbijartina ku desthilatdarî xistiye rewşa nîqaşan û ji desthilatdariyê ketinê jî qebûl nake. Helwesta tifaqa AKP-MHP’ê ya piştî hilbijartina 31’ê adarê di vî alî de ye. Bingeha vê  helwestê li Stenbol û Kurdistanê bi zelalî dibînin. Lîstikên li Stenbolê tên kirin û xespkirina şaredariyê hemû cîhan dibîne.

YSK weke alavekî tê bikaranîn

Xespên li Kurdistanê jî bi awayekî aşkera dikin. Ji bo van xespan jî YSK’ê weke alavekê bi kar tînin. YSK li Kurdistanê yek ji lingê bingehîn ê qirkirina siyasî ya li dijî gelê kurd e. YSK hevkarê operasyonên xespkirina şaredariyên li bajar û navçeyên Kurdistanê ye. Hilbijartin tenê ji bo serdegirtina van xespan hatiye bikaranîn. Şirnex, Mûş, Melezgir û navçeya Xelfetî ya Rihayê delîlên herî net in. YSK ku hevkarê van xespan e bi hinceta KHK’ê mazbata nedaye hinek hevşaredaran. Bi zelalî ev şaredarî hatine xespkirin û ji bo AKP’ê hatine dayîn. Bi vê re diyar dibe ku YSK aktorekî şerê taybet ê qirkirina siyasî ya li Kurdistanê pêk tîne.

Rewabûna qeyûmên hatine tayînkirin nîne

Qeyûmên partiyê tayînî navçeyên Rezan a Amedê, Artêmetan, Tûşba û Ebex ên Wanê, navçeya Tatos a Erziromê û bajarokê Dagpinar a Qersê kirin. YSK bûye saziya tayînan a dîktatoriya faşîst a qirker. Ev bi zelalî êrîşek e li dijî îradeya gelê kurd e. Derbeye qirkirina siyasî ye. Divê gelê kurd van êrîşên zelal û derbeyê qebûl neke. Qeyûmên partiyê yên ku hatine tayînkirin tu rewabûnekî ya wan tuneye. Ji bo wê divê gelê kurd û hêzên demokrasiyê xwedî li van şaredariyên girêdayî gel, derbikeve. Divê ji hemû cîhanê re bidin nîşandan ku van dagirker û xespkaran qebûl nakin.

Komploya siyasî

Despêkê destûrê bide namzetan ku beşdarî hilbijartinê bibin; piştî ku hate hilbijartin jî serokatiya şaredariyê xesp bike; ev komployekî siyasî ye. Di hiqûqa navneteweyî û di qanûnên li Tirkiyeyê de jî tu palpiştekî vê komployê nîne. Ji bo vê mafê gelê kurd heye ku li dijî van xespkaran têbikoşe. Têkoşîna li dijî van xespkaran mafekî rewa yê gerdûnî ye. Divê gelê kurd jî bi zelalî bibîne ku êrîşekî li dijî îradeya wê heye. Ji ber wê jî divê li dijî komplo, derbe û xespkaran bi teqez têbikoşin.

‘Dixwazin kurdan hînî xespkaran bike’

Dîktatoriya faşîst dixwaze gelê kurd fêrî van xespkaran bike. Gelê kurd ê ku têkoşîna demokrasî û azadiyê dide divê bi xwedî derketina şaredariyên xwe nîşan bide ku fêrî van êrîşên şikandina îradeyê nabin. Helwesta bi vî awayî ya gelê kurd dane holê wê ji aliyê hêzên demokrasî yên li Tirkiye û gelên cîhanê ve were destekkirin. Divê gelê kurd têkoşîna li dijî van xespkaran weke têkoşîna demokrasiya xwecihî û parastiya jiyana azad geştir bike.

Ne tenê gelê kurd gelên Tirkiyeyê xespkirina îradeya gel a ji aliyê desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ve dibîne û li dijî vê desthilatdariya faşîst helwestê dide nîşandan. Divê gelê kurd vê têkoşîna li dijî desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê bi pêkhateyên civak û hemû gelên zirar dîtine bikin parçeyek ji têkoşîna demokratîbûyîna Tirkiyeyê.”  BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar