Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

KCK: Zîlan mînaka herî esîl a hevrêtiyê ye

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê di salvegera çalakiya fedaî ya Zîlan de daxuyaniyek da û got, "Çalakiya hevala Zîlan nîşaneya herî mezin a xwedîderketina li rastiya Rêbertî ye ku pîvanên azadiyê afirandiye û wê diparêze."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya salvegera çalakiya fedaî ya Zîlan, ku 30’ê Hezîrana 1996’an de li Dersimê pêk anî, daxuyaniyeke  bî vî rengê weşand: “Em, hevala Zîlan ku di 20’ê Hezîrana 1996’an de çalakiyeke mezin lidar xist û navê xwe li dîrokê nivîsand, di şexsê wê de jî şehîdên şoreşê û demokrasiyê hemûyan bi rêz û minetdariyeke mezin bi bîr tînin, soza dilsoziyê û serketinê ya ku me dane şehîdan careke din dubare dikin. Hevrê Zîlan bi jiyan, sekn, meş û çalakiya xwe li Kurdistanê bû sembolek, xetek, rêbazek û tev li karwanê nemiran bû. Ne tenê li Kurdistanê û ji bo gelê kurd, di heman demê de ji bo têkoşîna azadiyê ya jinan û têkoşîna azadiyê ya gerdûnî ya mirovahiyê xwedî cih û girîngiyeke mezin e.

Gelekî zehmet e ku bi gotinê rastiya Zîlan bi her awayî û wateya wê bê vegotin. Ji xwe Zîlan ne bi gotinê lê bi çalakiyê xwe îfade kir. Xwe bi çalakiyê îfade kir û bi vî rengî bû xwedî jiyan û rastiyeke rasteqîn. Dema ku çalakiya xwe ya dîrokê pêk anî, diyar kir ku ew gelekî hez ji jiyanê dike, dilsoza jiyanê ye û çalakiya xwe jî ji bo vê dike. Ev sekn û kûrahî tenê bi meşa li ser xeta azadiyê dikare bê fêhmkirin û bicihanîn. Lewma fêhmkirina Zîlan, hevrêtiya bi Zîlan re tenê bi meşa li ser xeta wê dibe.

Rêber Apo got, Zîlan fermandar e, em jî şervanên li ser xeta wê ne û her carê destnîşan kir ku divê hevala Zîlan û çalakiya wê baş bê fêhmkirin, ew bi xwe jî hewl dide vê yekê hîn bêhtir fêhm bike û hêjayî wê be. Di pêvajoyeke bi vî rengî de ku em niha di nav de ne, desthilatdariya AKP-MHP’ê hewl dide kurdan qir bike, modernîteya kapîtalîst bi girankirina qirkirina jin, civak û xwezayê hewl dide serweriya xwe dewam bike; ji bo vê jî bi kûrkirina qirkirina jinan hewl dide serweriya xwe dewam bike; li dijî vê yekê jî li Kurdistan, Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê gel, jin û bindest hemû di nava berxwedanê de ne. Ji her demê bêhtir pêwîstî pê heye ku di pêvajoyeke bi vî rengî de rastiya Zîlan bê fêhmkirin û kûrbûn di nava vê rastiyê de bê kirin. Ji ber ku Zîlan nav û îfadeya wê yekê ye ku xwe bi temamî bide azadiyê û di nava şert û mercên herî giran de jî serketî be. Ji ber vê yekê her milîtanek, her kurdek, her jinek, li her devera cîhanê her kesên ku di nava lêgerîn û têkoşîna azadiyê de ne divê rastiya Zîlan fêhm bikin û xwe di nav vê rastiyê de kûr bikin.

Gerîlayên azadiyê Zîlan jixwe re dikin mînak

Çalakiya hevala Zîlan nîşaneya herî mezin a xwedîderketina li rastiya Rêbertî ye ku pîvanên azadiyê afirandiye û wê diparêze. Ji xwe ya ku rastiya Zîlan derxiste holê jî ev sekin û fikir e. Di demekê de ku dewleta tirk a mêtinger qirker ji bo îmhakirina Rêber Apo kete nava liv û tevgerê û êrîşên îmhayê dikir, hevrê Zîlan çalakiyeke mezin a dîrokî pêk anî û raxist pêş çavan ku dilsoziya bi afirîner û parêzvanê pîvanên mirovahiyê, dilsoziya bi Rêber Apo re divê çawa be. Zîlan bi vê çalakiya xwe derbeke mezin li sîstem û mejiyê dijminê mirovahiyê, qetlîamkar, mêtinger û qirker xist, azadî xurt kir û bû mînaka herî esîl a hevrêtiyê. Rêbaz û çalakiya hevrê Zîlan di heman demê de nîşaneya ast û rêbaza nû ya li ser xeta fedaîtiyê ye ku têkoşîna me ji xwe re dike esas. Ev yek di rêbaza fedaîtî ya Apoyî de digihêje asta herî bilind. Bêguman Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê vê rêbazê ji xwe re dikin esas, bi vê rêbaza fedaî li dijî dijminê faşîst li ber xwe didin û ji bo parastin û azadiya Kurdistanê şer dikin. Gerîla îro li Zap, Avaşîn, Metîna, Xakurkê, Botan, Amed, Dersim, Serhed û li her deverên din ku lê ne, bi rêbaza Zîlan li ber xwe didin, dijîn û şer dikin.

Zîlan hevrêtiya bi Rêber Apo re ye

Bêguman ji bo Zîlan bê fêhmkirin, hestên wê bêne jiyîn divê hesreta wê bi cih bê anîn û li ser xeta wê bê meşandin. Zîlan beriya her tiştî fêhmkirina rastiya Rêber Apo ye ku ji bo gelê Kurdistanê afirînerê nirxan hemûyan e, îfadeya dilsoziya bi Rêber Apo û hevrêtiya pê re ye. Lewma ji bo me fêhmkirina rastiya Zîlan û meşa li ser xeta wê tê wateya kûrbûna hîn bêhtir a li ser rastiya Rêber Apo. Di salvegera 27’an a şehadeta wê de em hevrê Zîlan û di şexsê wê de şehîdên şoreşê û demokrasiyê hemûyan careke din bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Di serî de gelê me, em bang li her kesî dikin ên ku baweriya xwe bi pîvan û nirxên azadiyê tînin, ku li dijî tecrîdkirina Rêber Apo helwesteke hîn xurt nîşan bidin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar