Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

KCK’ê 14’ê Tîrmehê Roja Rûmeta Neteweyî pîroz kir

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê 14’ê Tîrmehê Roja Rûmeta Neteweyî ya ku ji bo şehîdên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê hatibû îlankirin pîroz kir û hemû şehîdên şoreş û demokrasiyê bi bîr anî.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya salvegera Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê ku kadroyên pêşeng ên Tevgera Azadiyê Mehmet Hayrî Durmuş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek tê de şehîd bûn, daxuyaniyek da û 14’ê Tîrmehê Roja Rûmeta Neteweyî pîroz kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku berxwedana 14’ê Tîrmehê li dijî faşîzm û mêtingeriyê helwesta rast û rêya serkeftinê nîşanî gelê Kurd û Tevgera Azadiyê da û hate gotin, “Em kadroyên pêşeng ên partiya me ku ev berxwedana mezin pêş xistine, heval Hayrî Durmuş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek di salvegera çalakiya wan de, wan bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û li ber çalakiya wan a dîrokî bejna xwe ditewînin. Em di şexsê şehîdên mezin ên 14’ê Tîrmehê de hemû şehîdên şoreş û demokrasiyê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û careke din soza serkeftinê ya ku me daye şehîdan jî diyar dikin.

Daxuyaniya KCK’ê wiha ye:

“Em ketine salvegera 41’emîn a Berxwedana 14’ê Tîrmehê. Berxwedana 14’ê Tîrmehê ku di dîroka mirovahiyê û gelê Kurdistanê û Tevgera me de xwedî cihekî girîng e; di bin zilm, hovîtî û êşkenceya giran de jî çalakiya herî bi rûmet û watedar a parastina nirxên mirovayetiyê û mirovbûnê ye.

Dema ku ev berxwedana mezin weke gel û tevger li dijî faşîzm û mêtingeriya qirker helwest û serkeftina rast nîşanî me dide; ne tenê ji bo gelê Kurdistanê, ji bo tevgera sosyalîst a demokratîk a cîhanê û mirovahiyê jî xwedî nirxekî mezin e. Em kadroyên pêşeng ên partiya me ku ev berxwedana mezin pêş xistine, heval Hayrî Durmuş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek di salvegera çalakiya wan de, wan bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û li ber çalakiya wan a dîrokî bejna xwe ditewînin. Em di şexsê şehîdên mezin ên 14’ê Tîrmehê de hemû şehîdên şoreş û demokrasiyê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û careke din soza serkeftinê ya ku me daye şehîdan jî diyar dikin. Em di serî de Rêber Apo yê ku li Îmraliyê li ber xwe dide û hemû berxwedêrên li zindanan ên ku bi ruhê 14’ê Tîrmehê di zindanên mêtingeriyê de li ber xwe didin, bi rêzdarî silav dikin û hezkirina xwe diyar dikin. Dîsa em gerîlayên ku bi ruhê 14’ê Tîrmehê yên li dijî dijmin şer dikin û gelê Kurdistanê yê welatparêz, dostên xwe û hemû berxwedêran silav dikin.

iI 14’ê Tîrmehê de tiştên ne mumkun pêk hat

Berxwedana mezin a 14’ê Tîrmehê ku di dîroka mirovahiyê de yek ji helwestên herî bi rûmet û watedar e, pêwîstî bi lênêrîn, têgihiştin û fêmkirine ciddî heye. Berxwedana 14’ê Tîrmehê; mînaka cesaret, lehengî û fedakariya mezin a li hemberî zilm, hovîtî û êşkenceyê ye. Helwestek bi rûmet û bilind li hember nefstenikiyê ye û girêdana bi hezkirin û evînê ya bi jiyana azad û nirxên mirovayeyiyê ye. Tişta ku wêrekiyeke mezin jê re hewce dikir, hatiye kirin û tişta ku wekî ne mumkun dihate dîtin jî hatiye biserxistin.  Ji ber vê wateya Berxwedana 14’ê Tîrmehê bûye serxistina tişta ne mumkun. Ev tespîteke pir rast û guncav e û tê wateya rastiya Berxwedana 14’ê Tîrmehê û berxwedêrên wê.

Di nav berxwederên 14’ê Tîrmehê de girêdanî û baweriya bi doza azadiya Kurdistanê û xeta têkoşîna PKK’ê gelekî li pêş e. Têkoşîna 14’ê Tîrmehê, ji ber vê bawerî û dilsoziyê, di şert û mercên gelekî giran de ti carî ji helwesta xwe ya azadiyê tawîz neda û xeta berxwedanê ya PKK’ê bi awayekî bêqisûr temsîl kir. Ya ku rastiya 14’ê Tîrmehê diafirîne, taybetiyên van kesayetên dîrokî ne. Di vî warî de ji bo ku em 14’ê Tîrmehê bi hemû aliyên wê fêm bikin, divê em Berxwedana 14’ê Tîrmehê bêtir fam û nas bikin.

Di 12’ê Îlona 1980’an de ji bo pêşî li pêşketina şoreşgerî ya demokratîk a ku li Kurdistan û Tirkiyeyê were girtin û careke din pergala mêtingeriya qirker were sazkirin, darbeyeke leşkerî hate kirin. Bi darbeya leşkerî ya faşîst re, armanca wan ew bû ku civakê bi awayekî mutleq bindest bike û civakê bitepisîne. Ji bo zemîna ku civak meyla xwe berdide ser fikra azadî û têkoşînê were hişkirin, li ser civakê pêleke mezin a zext û şîddetê hatiye avakirin. Rejîma cûntaya faşîst ji bo ku bigihêje vê armancê, di nav şoreşgerên ku fikra têkoşîn û azadiyê dide şoreşgeran îtîrafkarî û poşmanî zêde kiriye û hewl daye çavkaniya hêvî û baweriyê ya civakê tune bike. Ji ber vê jî bi awayekî hovane êrîşî şoreşgeran kirin, bi êşkenceyê bi hezaran şoreşgeran dan û ew qetil kirin. Zindan bi şoreşgeran hatin dagirtin û ev der veguherîn navendên êşkenceyê. Di nav van navendan de ya ku herî zêde derket pêş jî zindana leşkerî ya Amedê bû ku kadro û alîgirên PKKê tê de bûn. Êşkenceya ku li zindana leşkerî ya Amedê li dijî kadro û sempatîzanên PKK’ê û welatparêzên Kurd hate meşandin, encex bi karektera dewleta Tirk a mêtinger a li dijî Kurdan dikare were ravekirin û tê wateya pêkanîna karakterekî wisa. Hovîtiya li girtîgeha leşkerî ya li Amedê bûye mijara huner, wêje, stran, helbest û destanan, di dîrokê de kêm tê dîtin û li bîra gelê Kurdistanê hatiye kolandin. Ji ber vê tu rê û hinceteke din tuneye ku ev hovîtî were ravekirin.

Berxedana 14’ê Tîrmehê plana teslîmgirtina civakê pûç kir

Ev berxwedanên mezin ên li girtîgehê pêş ketine; ji bo pûçkirina vê armanca rejîma leşkerî ya faşîst a 12’ê Îlonê û ji bo parastina hêviya azadiyê ya gel, hatiye pêşxistin. Berxwedanên ku bi Mazlûman dest pê kir û bi Çar Şoreşgeran dewam kir, bi Berxwedana 14’ê Tîrmehê re bi ser ket û konsepta tasfiyeyê ya rejîma 12’ê Îlonê pûç kiriye. Bi Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê teslîmiyet, îtîrafkarî, poşmantî û her cure lewazî û bêbiryarî hat mehkûmkirin û rejîma êşkencekar a faşîst hatiye têkbirin. Qanûnên faşîzmê hatine parçekirin û hêmanên azadiyê yên li ser esasê berxwedanê, hatin serwerkirin. Bê guman ev berxwedana mezin a li girtîgehê, bandora xwe li derve jî kiriye. Hêviya azadiyê ya civakê mezin kiriye; xwesteka têkoşînê, cesaret û zanebûn daye civakê. Şoreşgerên Kurdistanê danîn holê ku çi dibe bila bibe wê dest ji doza xwe ya azadiyê bernedin û bernedan. Vê yekê bandoreke mezin li ser civakê kiriye. Girtî di şert û mercên herî giran de jî teslîm nebûn, li ber xwe dan û jiyana xwe fedayê doza azadiyê ya gelê Kurd kirin. Ev yek bû sedem ku di her kesî de lêpirsînek, xweberpirsyardîtin û hesta xwedîderketina li têkoşînê, pêş bikeve. Di civaka Kurd de pêşketina van hestan bêguman bûye pêşketineke gelekî girîng. Bi vî rengî Berxwedana 14’ê Tîrmehê plana tunekirina hêviya gel û bi temamî teslîmgirtina civakê pûç kir û li derve jî derbeyeke mezin li rejîma 12’ê Îlonê xistiye û ev rejîma faşîst têk biriye.

Çalakiya 14’ê Tîrmehê ya Mezin tarzê têkoşîn û xeta berxwedanê ya PKK’ê îfade dike. Rêber Apo Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin 14’ê Tîrmehê weke çalakiya rûmetê aniye ziman. Çalakiya 14’ê Tîrmehê û ruhê wê, ruhê şoreşa PKK’ê û Kurdistanê û tarzê têkoşînê ye. Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê li ser xeta berxwedanê ya 14’ê Tîrmehê pêş dikeve û hemû geşedan encama vê tarzê ne. Şerê azadiyê jî ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê dimeşîne, li ser xeta 14’ê Tîrmehê pêş ketiye. Rêber Apo Pêngava Gerîla 15’ê Tebaxê da destpêkirin û xeta 14’ê Tîrmehê gihandiye noqteyeke hîn ber bi pêş û ji nû ve hebûna gelê Kurd pêk anî, şoreşa vejînê pêk anî û rejîma 12’ê Îlonê bi bin xist. Îro jî berxwedana lehengî ya ku gerîla dimeşîne û têkoşîna gelê Kurd a ku serî li ber faşîzma AKP-MHP’ê natewîne, li ser xeta 14’ê Tîrmehê pêş dikeve. Bêguman eger li Kurdistanê pêşketinek were avakirin, ev encex bi esasgirtina xeta 14’ê Tîrmehê dibe.

Faşîzma AKP-MHP’ê teqez wê hilweşe

Desthilatdariya AKP-MHP’ê jî dewama rejîma 12’ê Îlonê ye. mîna rejîma 12’ê Îlonê desthilatdariya AKP-MHP’ê qirkirina Kurdan weke armanca xwe ya bingehîn diyar kiriye, xwestiye tişta ku rejîma 12’ê Îlonê nekarî pêk bîne, ew pêk bîne. Ev jî bi tasfiyekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd, pêkanîna qirkirina Kurdan e. Tecrîda li ser Rêber Apo û hemû êrîş di vê çarçoveyê de tên kirin. Li dijî vê êrîşkariya faşîst weke Tevger û gel em di nava berxwedan û têkoşîneke bê hempa de ne. Lê ji bo têkbirina faşîzma AKP-MHP’ê û êrîşkariya wê, divê em têkoşînê hîn geştir bikin. Ev jî bêguman bi esasgirtina ruh û tarzê 14’ê Tîrmehê pêkan e. Çawa ku bi Berxwedana 14’ê Tîrmehê rejîma cunta ya faşîst 12’ê Îlonê hatibe têkbirin, îro jî li ser xeta 14’ê Tîrmehê bi mezinkirina têkoşînê wê faşîzma AKP-MHP’ê teqez wê têk biçe. Faşîzm ti carî nikare gelê Kurd, hêzên demokrasiyê, rûmet û wijdana mirovahiyê teslîm bigire û ew ê faşîzm negihije serkeftinê.

Em careke din Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê ku geşedanên dîrokî yên mezin ava kiriye û dîrok gelê Kurdistanê guhertiye, bi rêzdarî û minetdariyeke mezin bi bîr tînin. Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê her tiştên xwe ji bo doza azadiyê ya gel feda kirin û diyar kirin ku ew deyndarê gelê Kurdistanê ne. Ev gotinên hatine gotin, kesayeta van şoreşgerên mezin bi rengekî pir eşkere datîne holê. Divê her mirovekî Kurd, welatparêz û şoreşger xwediyên van gotinan û pratîka wan zêdetir fêm bike û hewl bide ku layiqî wan be. Li ser vî bingehî em bang li her kesî dikin ku xeta 14’ê Tîrmehê baştir fêm bikin, li ser xeta 14’ê Tîrmehê hîn zêdetir lêhûrbûnê bikin û têkoşînê mezin bikin. Em Roja Rûmetê ya Neteweyî 14’ê Tîrmehê pîroz dikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar