Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

KCK’ê bang kir: Tavilê bikevin nava liv û tevgerê

Komîteya Tenduristiyê ya KCK'ê bang li saziyên navneteweyî kir ku li dijî êrîş û sûcên şer ên dewleta tirk tavilê bikevin nava liv û tevgerê û wiha got: “Bêdengî dikuje, her bêdengî vexwendina ji bo komkujiyên nû ye.”

Komîteya Tenduristiyê ya KCK’ê têkildarî êrîşa li ser Şengalê daxuyaniyeke nivîskî weşand û banga vekirî li Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, sendîka û xebatkarên tenduristiyê, komeleyên mafên mirovan, însiyatîfa aştiyê, Komîsyona Penaberan a Neteweyên Yekbûyî û hikûmeta Iraqê kir.

Daxuyaniya Komîteya Tenduristiyê ya KCK’ê wiha ye:

“Em êrîşa balafirên şer ên dewleta tirk a li ser Nexweşxaneya Sikêniyê ya Şengalê şermezar dikin ku sivîl lê dihatin dermankirin. Di encama bombardûmana 17’ê Tebaxê de ya li nexweşxaneyê ku sê caran li pey hev hat kirin, yek jê zarok, wezîfedarên tenduristiyê û nexweş bi giştî 8 kes bi rengekî hovane hatin qetilkirin, gelek kes jî birîndar bûn. Em sersaxiyê ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane, civata tenduristiyê û gelê xwe re dixwazin, şîfa xêrê ji birîndaran re dixwazin.

Dewleta tirk li dijî mirovahiyê sûc dike

Li gorî hiqûqa şer a navneteweyî, bombekirina nexweşxane û saziyên tenduristiyê yên xizmeta mirovî dikin, zirardayîna li van saziyan, kuştina nexweşan û kedkarên tenduristiyê sûcê li dijî mirovahiyê ye. Bi êrîşa li ser nexweşxaneyan, gundan û wesayîtên sivîl ku hedefên leşkerî nîne û bêparastine, sûcê şer ê li pêş çavên cîhanê ye. Ev yek ne sûcê destpêkê ye ku Komara Tirkiyeyê dike. Beriya niha li bakurê Kurdistanê, başûrê Kurdistanê, Şengal, Mexmûr û rojavayê Kurdistanê bi bombardûmanan ku gelek caran kir, komkujî li sivîlan kir, xweza wêran kir, mîna li Efrînê kir; cih û war vala kir, mirov revand û bi îşkenceyê kuşt. Salên derbasbûyî li cih û warên Qendîlê bi bombardûmanê nexweşxaneya ku xizmet dida gundan hilweşand, di encamê de lingê jineke ciwan a sivîl jê bû. Di êrîşeke din de ya li zozanan, dayikek hate qetilkirin, wesayîta ku Solîn a pitik û malbata wê tê de bûn 24’ê Tebaxa 2011’ê bi zanebûn kir hedef û malbat bi temamî îmha kir. Di her êrîşa hewayî de bi sedan heywanên xelkê sivîl hatin kuştin, xisar li malên gel bû, di heman demê de dibistaneke seretayî jî bi temamî hat îmhakirin. Wekî din sala 2014’an di encama bombekirina gundê Zergeleyê de 10 sivîl qetil kir. Dema ku ev sûcên desthilatdariya AKP’ê ya faşîst bê lêkolîn wê were dîtin ku van sûcan ne tenê vê dema nêz dike; li dijî kurdan polîtîkayeke tunekirinê ya bi rêk û pêk dimeşîne, qirkirinê dike. Ji ber ku hesabê van sûcên bi salan ên dewleta tirk li qada navneteweyî nehatiye pirsîn, 17’ê Tebaxa 2021’ê li Şengalê û Rojava sûcên nû kiriye.

Divê raya giştî û sazî bêdeng nemînin

Ev sûcên dewleta tirk bi jimartinê naqedin lê belê kuştina sivîlan dikare bê bidawîkirin, desthilatdariya AKP’ê dikare bê rawestandin. Jiyan, maf û azadiya mirovan di ser her cûre berjewendiyên siyasî re ye. Ji ber vê yekê em bang li saziyên navneteweyî dikin ku bi erka xwe rabin, berpirsyariyên xwe tavilê bi cih bînin. Em bang li raya giştî dikin ku li hemberî sûcên şer ên dewleta tirk a faşîst bêdeng nemîne. Heta ku ev bêdengiya tirsnak dewam bike, wê ev komkujî jî dewam bikin. Ya ku dibe zemîn ku ev hovîtiya dewleta tirk dewam bike, hiqûqa navneteweyî li ber çavan bê binpêkirin bêdengiya saziyên navneteweyî ye, helwesta hevpar a siyasî ya hêzên navneteweyî ye, bi taybetî helwesta DYE’yê ye. Wezîfeya mirovî ya her kesî ye ku dawî li vê bêwijdaniyê, bêexlaqiyê bîne.

Bêdengî dide kuştin, her bêdengî dibe sedema rûdana komkujiyên nû. Dem hatiye ku dawî li vê yekê bê anîn. Sûcên şer ên dewleta tirk binpêkirina şênber a Peyman Cenevreyê ye, lewma divê saziyên navneteweyî yên ku me bang li wan kiriye tavilê bikevin nava liv û tevgerê.

Ji bo xwedîderketina li bîranîna kedkarên tenduristiyê û doktoran, ji bo hesabpirsîna ji komkujiyan em bang li doktoran û kedkarên tenduristiyê dikin ku bi şiryara ‘Bes e ji sûcên şer’ ên bêhejmar ên dewleta tirk a faşîst re, ji bo azadiya her kesî, ji bo hilweşandina faşîzmê têbikoşin, seferber bibin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar