Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

KCK’ê bang li gel kir: Berxwedana Gezen mezin bikin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyekê nivîskî bang li gelê kurd kir û wiha got: “Em bang li gelê xwe dikin ku xwedî li bîranîna şehîdê destpêkê yê pêngava ‘Em tecrîdê bidawî bikin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin’ Zulkuf Gezen derkeve û  biherike qadên Newrozê, berxwedanê mezin bike û bi rengekî bi heybet wî oxir bike.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî Zulkuf Gezen ku ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tekîrdagê çalakiya fedayî pêk anî, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya KCK’ê wiha ye:

“Li zindana Tekîrdagê ewladê hêja yê gelê me, şoreşgerê mezin hevrêyê me Zulkuf Gezen çalakiya fedayî pêk anî û şehîd bû. Hevrêyê me Zulkuf Gezen bi vê çalakiya xwe re bû yek ji sembolên mezin ên xeta berxwedanê ya 14’ê Tîrmehê û Newrozê. Em hevrêyê xwe Zulkuf Gezen bi rêzdarî bi bîr tînin û soz didin ku em ê Rêberê xwe azad bikin, Kurdistanê azad bikin û Tirkiyeyê demokratîk bikin ku hesreta wî bû. Em bang li gelê xwe dikin ku xwedî li bîranîna şehîdê destpêkê yê pêngava ‘Em tecrîdê bidawî bikin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin’ Zulkuf Gezen derkeve, biherike qadên Newrozê, berxwedanê mezin bike û bi rengekî bi heybet wî oxir bike.

Pêngava ‘Em tecrîdê bi dawî bikin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin’ ku bi pêşengiya Leyla Guven û Nasir Yagiz dest pê kir, bi beşdariya bi sedan kesî û bi hezaran berxwedêrên li zindanan, bi tevlêbûna gelê me yê li welêt û derveyî welêt mezin dibe û bandorê li raya giştî ya dinyayê dike, bi çalakiya mezin a fedayî ya hevrêyê me Zulkuf Gezen derbasî qonaxeke nû bûye. Divê gelê me li ser xeta berxwedanê ya fedayî ya hevrêyê me Zulkuf Gezen li dijî desthilatdariya qirker faşîst a AKP-MHP’ê dakeve qadan û berxwedanê bi ser bixîne.

Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê bi sîstema tecrîd-îşkenceyê ya li Îmraliyê hewl dide polîtîkaya qirkirina kurdan a ku bi sedan sal in tê meşandin, bi ser bixîne. Bi têkoşîna bi heybet a PKK’ê ya zêdeyî 40 salî, sîstema netewe-dewleta tirk a faşîst a 96 salî têk çûye. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ya qirker, di şexsê Rêber Apo de sîstema tecrîd û qirkirinê li kurdan ferz dike û hewl dide sîstema qirker jinûve ava bike. Bi pêşengiya şoreşgerê mezin Zulkuf Gezen berxwedana ku bi ruhê 14’ê Tîrmehê û Newrozê geş dibe dê tecrîdê ji holê rake, rejîma faşîst a AKP-MHP’ê hilweşîne û gelan azad bike.

Li ser vê bingehê em bang li gelê xwe, civaka Tirkiyeyê, jin, ciwan, hêzên çep, sosyalîst û demokratîk dikin ku ji bo mirovahiyeke azad û demokratîk xwedî li têkoşîna Zulkuf Gezen derkevin û berxwedanê bi ser bixînin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar