Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK’ê derbarê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê daxuyaniyeke niviskî da.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li hemû jinan pîroz be.
Mirovbûn bi civakîbûnê dest pê kiriye. Pêşeng û hêza kedê ya esasî ya civakîbûnê jin bûye. Di sîsika civakîbûnê ango mirovbûnê de, di reheka wê de keda jinê, rengê jinê heye. Heta ku mirov jinê, rastiya jinê fêhm neke, em nikarin mirovahiyê û nirxên civakî fêhm bike û bimane bikin.
Çawa ku ya pêşî civakîbûn û mirovahî afirandiye jin e, her wiha ya ku pêşî keda wê hatiye mêtingeh cinsê jinê bûye. Rêber Apo bi vegotina, çîn û neteweya ku pêşî hatiye çewisandin jin e, kan û hîmê mêtinê û zextê bi rengekî çipiltazî daniye holê. Mêtingerî û zexta li ser jinê, mêtingerî û zexta li ser hemû mirovahiyê ye. Êrîşa li ser mirovahiyê û civakîbûnê bi êrîşa li ser jinê dest pê kiriye. Zext û mêtingeriya li ser jinê zext û mêtingeriya li ser gewher û reheka me ye. Bi vî rengî mirovahiyê nirxên xwe ji dest dane û nirx kêm bûne. Ji ber vê, ji bo ku mirovahî dîsa bigihêje hemû nirxên xwe, tam bibe, divê jin azad bibe û di nav civakê de bi rista sereke rabe.
Mêtingerî û zext li ser jinê dest pê kiriye, li derdora jinê hatiye girankirin û berfirehkirin. Ji ber vê ji bo ku jiyana bi azadî û demokratîk kûr û berfireh bibe, divê jin azad bibin. Heta ku rista diyarker a di jiyana azad û demokratîk de ya jinê neyê fêhmkirin, hemû têkoşîna ji bo azadî û demokrasiyê û hewldana ji bo vê, wê ‘nîvco’ be û kêm be. Di jiyana civakî de tambûn, yekparebûn, bi jinê ye, dema ku jin bi azadbûna xwe, di jiyanê de bibe xwedî rista sereke pêk tê. Ev ne daxwaz û armancake taybet e. Dîroka mirovahiyê, jiyana civakî ya dîrokî ev rastî nîşanî me daye.
Rêber Apo afirandiyê îdeolojiya azadiya jinê ye
Rêber Apo bi nirxandina di nav yekitiya civakî ya dîrokî de û bi dîtina cihê girîng ê jinê ya di nav vê rastiyê de, di ramanê de azadiyeke mezin û kûrbûneke aniye. Her ku civaka dîrokî ya bi navenda jinê têgihiştiye, di ramanê de geşedaneke mezin çêbûye. Ramanên azad û afirandinî gihaye asta herî bilind. Hem bi dîtina rista çêker a jinê ya di nav jiyana civakî de, hem jî bi dîtina dema ku zext û mêtingerî li ser jinê hatiye dîtin di şexsê jinê de mirovahî çi winda kiriye, gihaye vê astê. Rêber Apo piştî ku digihije wê hişmendiya ku dema cih û azadiya jinê ya di nav civakê de wê çi biafirîne, ev dibe sedem ku li ser mijara bê ka çareseriya pirsên civakî wê çawa bibe, zelal bibe. Ji ber ku heke pirsên civakî û siyasî bûbine girêka kor, di vê de rista pergalên mêr serwer a yên li ser jinê diyarker in. Ji vî alî ve Rêber Apo bi îdeolojiya azadiya jinê şûr li vê girêka kor daye, rê li ber çareseriya hemû pirsên civakî vekiriye. Dema ku dibêje, azadiya jinê ji azadiya çînî û netewî hê girîngtir e, vê rastiyê vedibêje.
Rêber Apo afirandeyê îdeolojiya azadiyê ya jinê ye. Xeta azadiya jinê kiriye xwedî çarçoweyeke teorîk a li ser rastiya dîrokî û civakî. Ji ber vê rêberê xeta azadiya jinê ye. Ev jî di serî de bi kuştina mêraniya bi xwe re pêk aniye. Serweriya mêr a bi rengê rastiya dîrokî û civakî li ser zext û mêtingeriyê bi dirûve bûye, ango mêraniya ku bi vî rengî çêbûye, bi kuştina wê, şûrê peşî li vê girêka kor daye. Bi ramana, ‘kuştina mêraniyê’ ji bo avakirina xeta azadiyê ya jinê gaveke girîng a şoreşa hişmendiyê avêtiye. Bi kuştina mêraniya ku di nav rastiya civakî ya dîrokî de hatiye afirandin, rêya pêkanîna şoreşa zihnî vekiriye.
Rêber Apo beriya ku li Îmraliyê dîl were girtin dest bi şoreşa hişmendiyê kiriye, piştî ku dîl hate girtin, li ser xeta azadiya jinê û têkoşîna wê ku jê re xebata min a destanî ya nîvco mayî, gotibû, zêdetir hûr bû û ew kir xwedî xeteke sîstematîk a bi paradîgmayê, îdeolojî û teorî. Paradîgma jî bi rengê, ‘paradîgmaya civaka demokratîk ekolojîk a bi azadîxwaziya jinê’ bi nav kiriye. Bi vî rengî destnîşan kiriye ku jin û ciwan hêza pêşeng a civakê ne.
Şoreşa azadiya jinê bûye gerdûnî
Bi keda Rêber Apo li Kurdistanê bi pêşengiya jinê şoreşeke sosyal û demokratîk çêbûye. Di şexsê jinê de li nav civakê û ji ber vê bi mêran re guherîn çêbûye. Heke di têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê hişmendiya azadiyê û demokrasiyê geş bûbe û hatibe asteke ku têk neçe, di vê de rola diyarker a şoreşa demokratîk a netewî, civakî, siyasî, çandî ya Kurdistanê heye, ya ku bi reng û giyanê jinê pêk hatiye.
Ji ber sedema ku pirsa jinê ne xwemalî neteweyekê, civakekê, baweriyekê ye û xwedî xisletê gerdûnî ye, şoreşa azadiya jinê ku Rêber Apo li Kurdistanê pêş xistî ji Kurdistanê bihuriye, bûye Rojhilata Navînî û gerdûnî. Heke îro li hemû cîhanê di têkoşîna azadiya jinê de geşbûnek hebe, di vê de îdeolojiya azadiyê ya ku Rêber Apo daniye holê û têkoşîna bi vê bingehê tê kirin, xwedî bandoreke zêde ye.
Ji niha ve diyar e ku sedsala 21’emîn sedsala jinê ye
Rêber Apo ji ber ku bi bandora îdeolojiya rizgariya jinê zanîbû, ji ber ku didît bê ka têkoşîna azadiya jinê ya li Kurdistanê çi encaman bi xwe re bîne, tespîta ‘Sedsala 21’emîn sedsala azadiya jinê ye’ kiriye. Hê di çarika sedsala 21’emîn de ev tespît piştrast bûye. Dewleta mêtinger û qirker a tirk, destpotîzma Rojhilata Navîn a 5 hezar salî ya zextkar, mêtinger û zilam serwer, hêzên modernîteya kapîtalîst ku nûnerê dawî yê hemû pergalên zilamserwer e û koledariya jinê berfireh û kûrtir dike, her çendî hewl bidin ku têkoşîna azadiya jinê asteng bikin jî, tu fêdaya tirsê li mirinê nîne. Têkoşîna azadiya jinê wê geştir bibe û sedsala 21’emîn dê dawî li her cure pergalên zilamserwer bîne.
Sala 2019’an ji hêla têkoşîna azadiya jinê ve têr û tije bûye. Li hemû deverên cîhanê jin rabûne ser xwe. Sala 2019’an nîşan daye ku 2020’an têkoşîna azadiya jinê wê hê xurtir bibe û tirseke mezin kiriye dilê pergala zilamserwer.
Di rewşeke wiha de ku em 8’ê Adarê ya 2020’an pîroz dikin, em bang li hemû jinan dikin ku bi çarçoweyeke berfireh werin gel hev, li dijî modernîteya kapîtalîst ku civakîbûna bingehê hebûn û xurtbûna jinê ye difeşkilîne, takekesîtî û madiyatiyê derdixîne pêş, têkoşînê geş bikin. Hêzên azadiya jinê bi avaniyên xwe yên rêxistinî dema ku pêşengiyê li têkoşînên civakî bikin, ev ê têkoşîna azadiyê û demokrasiyê geş bike, wê dawiya hemû peralên zilam serwer û nûnerê wê ya dawî, modernîteya kapîtalîst bîne.
Bi vê bingehê em dibêjin, Bijî Têkoşîna Azadiya Jinê, em di têkoşîna wan azadiya civakî de ya ku sala 2020’an wê li ser xeta Rêber Apo û bi helwesta Sara bikin, serkeftinê ji hemû jinan re dixwazin.” BEHDÎNAN