Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

KCK’ê bersiv da nameya jinan a ji bo Zînî Wertê

Navenda Nûçeyan |

Di roja 21’ê gulanê de zêdetirî 150 jinên siyasetmedar, nivîskar û akademîsyen ên ji 20 welatan, nameyek ji KCK, PDK û YNK’ê re şandin û bal kişandin ser kiryarên dagirkeriyê yên dewleta tirk û ji bo yekitiyê bang kiribûn.

Hevserokên Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat û Cemîl Bayik têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşandin. Daxuyaniya hevserokên KCK’ê wiha ye:

“Zêdetirî 150 jin ên ji saziyên jinan, aktîvîst, nivîskar û akademîsyenan ji serokê PDK’ê birêz Mesûd Barzanî, ji hevserokên YNK’ê birêz Lahor Talabanî û birêz Bafel Talabanî û hevserokên Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat û Cemîl Bayik re nameyeke vekirî nivîsandin û me jî bi kêfxweşî xwendin. Ji ber vê nameyê, em spasiya wan dikin ku ji bo me bûye hêzeke mezin.

Nameya jinan gelek bi wate û hêja ye

Peyama ku jinan piştî rûdana pirsgirêka di navbera PDK û PKK’ê ya li qada Zînî Wertê ya Qendîlê bi rengê nameyeke vekirî şandin gelekî bi wate û hêja ye. Şer li xwezaya jinê nayê. Ji xwe şer ji aliyê zîhniyeta bi serdestiya mêr û polîtîkayên wan ve tên derxistin. Jinên ku ewlad, hevser, xwişk û birayên xwe ji dest didin, di tevahiya dîrokê de her tim li ber şer rabûne. Niha jî hêza ku pêşengiyê ji dijberiya şer re dike, jin in. Jinên kurd jî her tim li ber şer rabûne; di şerê eşîran de jî ketine navberê û kirine ku li hev bikin. Ji ber vê çanda dîrokî em pê bawer in ku partî û siyasetmedarên kurd wê vê banga jinan bibihîsin.

Kengî zîhniyeta bi serdestiya mêr hate lawazkirin û rê û rêbaza fikrê jinê li ser jiyana civakî û siyasî bêhtir bi bandor bû, hingî wê li dinyayê şer bi dawî bibe û aştî serdest bibe. Em vê banga jinan ne tenê ji bo çareserkirina rageşiya di navbera partiyên kurd girîng dibînin, di heman demê de ji bo tevahiya mirovahiyê gelekî girîng e. Li cîhana ku mêr lê serdest e, jin temsîla wijdanê civakê dike.

Her sekneke li dijî şer radibe, beşek ji têkoşîna azadiyê ya jinê ye

Jin di zanin ku li ku dibe bila bibe, şer zîhniyeta bi serdestiya mêr xurtir dike. Her sekneke ku li ber şer radibe, beşek ji têkoşîna azadiya jinê ye. Gotineke wiha heye; ‘Li devera ku şer lê diqewime beriya her tiştî rastî dimire.’ Li devera ku şer lê diqewime ya esasî, demokrasî û azadî derbê dixwin. Ji ber vê yekê gelekî hêja ye ku jinan di banga xwe de li ser bingeha yekitiya di navbera kurdan de bal kişandine ser rola Kurdan a ji bo demokratîkkirina Rojhilata Navîn û cîhanê. Kurd bi vê rola xwe wê herî zêde jiyana azad û demokratîk a kurdan xurt bikin û hebûn û destkeftiyên kurdan ewle bikin.

Banga ku jinan bi dostane û ji dil ji bo yekitiya kurdan kirin, ji bo me wezîfeyeke ku divê pêk bê anîn. Tespîta, ‘metirsiya li ser kurdan dê bi vî rengî ji holê bê rakirin, firsend dê bi vî rengî karibin bên bikaranîn’ wezîfeya me ya vê demê bi bîra me dixe. Em dixwazin bêjin ku ji ber vê hesasiyeta wan, em minetdar in.

Tirsa herî mezin a dewleta tirk tevna piştevaniyê ya jinan e

Dewleta tirk ji bo li pêşiya jiyana demokratîk û azad a kurdan a bi çand û nasnameya wan bibe asteng, êrîşê dibe ser daxwazên kurdan ên ji bo demokrasî û azadiyê, dixwaze destkeftiyan tune bike. Dijminatiya li jinan û dijminatiya li kurdan bi hev re tê meşandin. Heman piştî banga jinan a ji bo yekitî û aştiya nava kurdan, êrîş li dijî jinên kurd hate kirin ku ev yek jî vê karakterê nîşan dide. Tirsa herî mezin a dewleta tirk tevna piştevaniyê ye ya ku jinên kurd bi jinên Tirkiyeyê û jinên li her devera cîhanê daniye. Vê yekê, li hemberî kiryar û polîtîkaya xwe ya mêtinger û qirker, li hemberî zîhniyeta faşîst a serdestiya mêr û polîtîkayên xwe yên şer weke astengiyê dibînin. Ji ber vê yekê êrîş birin ser jinên ku ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşin.

Banga têkoşîna hevpar

Em di wê baweriyê de ne ku jinên azadîxwaz û demokratîk ên li tevahiya cîhanê dost û xwişkên jinên kurd in. Eger jinên li dinyayê bi jinên kurd re li dijî neheqî û şerê qirêj bi rengekî hevpar têbikoşin, dê dinyayeke demokratîk û azad ku şer lê nîne, bêhtir nêz bibe. Karakterê sedsala 21’ê dê ji aliyê têkoşîna hevpar û piştevaniya jinan ve bê destnîşankirin. Em vê banga jinan di heman demê de weke bangek ji bo têkoşîna hevpar a jinan li dijî hêzên dijminê azadî, demokrasiyê yên li Rojhilata Navîn û dinyayê fêhm dikin; em piştgiriyê didin têkoşîna demokrasî û azadiyê ya jinên li dinyayê. Banga wan wê ji bo me timî bibe wezîfeyek ji bo pêkanînê.

Li ser vê bingehê em dibêjin ku ji bo banga wan a yekitiya neteweyî û aştiya nava kurdan, em ê hewl bidin di pratîkê de bibin bersiv û jinên ji bo demokrasî û azadiyê têdikoşin hemûyan bi rêzdarî silav dikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar