Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

KCK’ê çalakiya ‘Ji Ocalan re azadî’ silav kir

KCK’ê têkildarî çalakiya nobêdê ya kurdistanî û dostên wan a li Strasboûrgê li ber Parlamentoya Ewropayê (PE) ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 8 sale didome daxuyaniyeke nivîskî bi raya giştî re parve kir.

Daxuyaniya KCK’ê wiha ye:

“Gelê me yê li Ewropayê ev 8 sal in li bajarê Strasboûrgê li pêşiya Parlamentoya Ewropayê bênavber ji bo azadiya Rêber Apo di nobedê de ne. Em gelê xwe û dostê xwe yên li Ewropayê ji ber vê çalakiya herî demdirêj a cîhanê pîroz dikin. Ev çalakî îrade û israra têkoşîna azadkirina Rêber Apo nîşan dide. Vê îradeya ku li ba hemû gelê kurd heye, dê di demeke kurt de Rêber Apo azad bike.

8 sal in her hefte komek nobedê digire û ev jî tê wateya ku li her dera Ewropayê gelê me di vê çalakiyê de cih digire. Nîşanî hemû dinyayê hatiye dayîn ku Rêber Apo rêberê vî gelî ye. Di warê pûçkirina komplo û komplogeran de ev helwesta gelê me diyarker e. Xwedîlêderketina gelê me, hêz û moraleke mezin dide tevgera me ya azadiyê. Tevgera me ya azadiyê û gerîlayên me yên fedaî her dem li ber xwe didin.

Gerîla di serî de hemû hêzên têkoşer ên tevgera me ya azadiyê bi hêza ku ji xwedîlêderketina Rêber Apo digire, heta azadiya Rêber Apo û gelê kurd dê têkoşîna xwe bidomîne. Bi têkoşîna gelê me yê li her çar parçeyan wê Rêber Apo, gelê kurd û Kurdistanê azad bibin.

Em gelê xwe û dostê xwe yên li Ewropayê yên 8 sal in çalakiya nobedê bi rê ve dibin, bi rêz û hûrmet silav dikin û soza xwe dubare dikin ku em ê di sala 22’yan de komplogeran têk bibin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar