Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

KCK’ê Cejna Noelê li alema xiristiyan pîroz kir

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî Cejna Noelê li hemû alema xiristiyan pîroz kir

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî Cejna Noelê ya alema xiristiyanan pîroz kir.

Daxuyaniya Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê wiha ye:

“Em Cejna Noelê ya alema xiristiyan pîroz dikin. Hêvîdar in ku dê sala 2020’an ji hemû mirovahiyê re aştî û aramiyê bîne. Rojhilata Navîn qada avabûn û geşbûna xiristiyaniyê ye lê îro li her dera wê şer heye. Hinek kes dînê îslamê îstîsmar dikin û gelên xiristiyan ên li Rojhilata Navîn dikin hedef. Di vî şerî de herî zêde dewleta tirk tevî çeteyên xwe êrîşî kurdistaniyan dikin.

Di sala 2019’an de ji ber êrîşên qirker ên dewleta tirk herî zêde gelê me yên li Serêkaniyê û Girê Spî êş kişandin. Dewleta tirk a qirker xiristiyanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nav de, li ser hemû gelan xetereyeke mezin e. Ev desthilatdarî ne bi tenê dijminatiya gelê xiristiyan dike. Ev desthilatdarî dijminatiya ezdî, elewî û hemû bîr û baweriyan dike. Li hemberî van êrîşan divê hemû bîr û bawerî li ser xeta neteweya demokratîk yekitiya xwe pêk bînin.

Gelê me yê suryan û ermen ên li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di serî de, em Cejna Noelê ya hemû alema xiristiyanan pîroz dikin. Hêvîdar in ku sala 2020’an dê bibe sala ku xerabî bi dawî bibe û têkoşîna neteweya demokratîk bi ser bikeve.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar