Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê Cejna Remezanê pîroz kir û wiha got: “Li dijî faşîstên dijminê mirovahiyê, mezhepperest û hêzên ku olê îstîsmar dikin, em bang li gelên xwe dikin ku bi baweriyeke hevpar têbikoşin.”
Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê bi wesîleya Cejna Remezanê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniya KCK’ê de wiha hat gotin: “Em hêvî dikin ku Cejna Remezanê ji bo alema îslamê bibe wesîleya aştî, aramî û jiyaneke demokratîk. Di serî de misilmanên kurdistanî, hemû misilmanên ku di dema rojiyê de daxwaza başî, rastî, maf û edaletê ji bo mirovahiyê kirin û îbadeta xwe bi vî rengî kirin; cejna wan hemûyan pîroz dikin.”
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, alema îslamê di nava zor û zehmetiyên madî û manewî yên ji ber pirsgirêkên aborî û siyasî rû dane, meheke rojiyê li pey xwe hişt û ev tişt hat gotin: “Gelên li cografyaya ku çanda îslamê lê serdest e, di nava zext, zilm û polîtîkayên tundiyê yên dewlet û desthilatdariyên ku ji xwe re dibêjin ‘Misilman in’, cejneke nû pêşwazî dikin. Rêya rizgariya ji vê atmosfer û jiyana ku çanda me heq nake, ew e ku bi zîhniyeta demokratîk li nava karên baş û bedew bixebitin, xwe bi rêxistin bikin û têbikoşin. Xeta demokratîk a îslamê, jiyana heyî ya misilmanan û rejîmên heyî yên siyasî ku navê xwe çi dibe bila bibe qebûl nake. Îslam oleke vekirî û xwedî nirxên demokratîk e ku berevajî mezhepperest, dîktatorên neteweperest û qirker ji bo qesr û desthilatdariya xwe bi kar tînin.”
‘Îbadeta herî mezin berxwedana li dijî zilmê ye’
KCK’ê destnîşan kir ku gelê Kurdistanê meha Remezanê bi berxwedaneke mezin temam kir û wiha ragihand: “Dayikên kurd piraniya rojên ku rojî bûn li qadan di nava têkoşîna demokratîk de derbas kirin. Bi vî rengî bûn dengê wijdanan û nirxên însanî careke din bi bîr xistin. Bi saya vê berxwedana xwe ji aliyê olî ve xêreke mezin kirin. Gelê kurd li dijî êrîşên qirker ên rejîma AKP-MHP’ê têdikoşe. Dayikên kurd di vê Remezanê de bûn nûner û pêşengên pîvana ‘îbareta herî mezin berxwedana li dijî zilmê ye’. Gelê kurd û dostan piştgirî dan berxwedana grevên birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û bi vî rengî kirin ku em hîn bi bawerî û hêviya serketinê dest bi vê cejnê bikin. Bi vê wesîleyê, bi navê tevgerê em Cejna Remezanê di serî de li dayikên xwe yên Laçik Spî, li kurdistaniyan û dostan hemûyan pîroz dikin ku ji bo serketina berxwedêrên greva birçîbûnê dua kirin.”
Daxiyaniya KCK’ê wiha didome: “Di meha Remezanê de tiştekî din ê ku nehate guhertin, êrîşên rejîma faşîst a Erdogan-Bahçelî bû ku bê navber li Tirkiye û Kurdistanê domand. Erdogan û AKP di îstîsmarkirina ol de sînoran nas nakin. Hewl dide bi îstîsmarkirina ol û derewan rastiya xwe ya neteweperest û faşîst veşêrin. Kuştina kurdan, bombekirina çiyayên Kurdistanê bi bikaranîna gotinên îslamî weke ku tiştekî baş dike vedibêje. Bi qasî ku pesnê xwe bi kuştina mirovan bide ji mirovbûnê derketiye û vê yekê jî weke serketinekê pêşkêşî gelên me dike. Bi vê rêyê dixwaze sîstema xwe ya li qesrê bidomîne. Bi wesîleya cejnê em bang li her kesên li Tirkiyeyê dikin ku li dijî Erdogan û AKP’ê helwestê nîşan bidin, ku ji bo li desthilatdariyê bimînin baweriya we qirêj dikin û dixwazin we bikin hevparê gunehên xwe. Divê hûn êdî destûrê nedin ku gunehkarek çavê we bitirsîne û we jî gunehkar bike. Li dijî rejîma qirker faşîst a AKP-MHP’ê ku hewl dide gelên me bi birçîbûn û xizaniyê terbiye bike, em dixwazin bi bîr bixînin ku helwesta herî îslamî, herî însanî, herî demokratîk ew e ku li dijî vê rejîmê têbikoşin.”
Banga ji bo têkoşîna li dijî desthilatdaran
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di vê cejnê de divê hîn bêhtir xwedî li şehîdan derkevin, wan bi bîr bînin û wikha hat gotin: “Di serî de malbatên şehîdan divê em di asta herî bilind de piştgiriya xwe bi malbatên girtiyan re nîşan bidin. Bi wesîleya vê cejnê em careke din bejna xwe bi rêzdarî û minetdarî li ber bîranîna şehîdên xwe ditewînin û soz didin ku em ê soza dane wan bi cih bînin. Di vê pêvajoyê de ku yekîtiya hêza demokratîk û neteweya demokratîk ji bo jiyaneke mafdarî gelekî girîng e, em careke din bi bîr dixînin ku divê li dijî rejîma qirker têkoşîna xwe mezin bikin û bi vî rengî cejnê pîroz dikin. Bi wesîleya vê cejnê em bang li tirk, ereb, fars û gelên din ên misilman jî dikin ku yekîtiya demokratîk xurt bikin û di nava ruhê biratiyê de tevbigerin. Li dijî faşîstên dijminê mirovahiyê, mezhepperest û hêzên ku olê îstîsmar dikin, em bang li gelên xwe dikin ku bi baweriyeke hevpar têbikoşin. Em Cejna Remezanê li wan pîroz dikin.” BEHDÎNAN