Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

KCK’ê gerîlayên azadiyê yên derbên giran li dagirkeran xist pîroz kir

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê daxuyand ku gerîlayên azadiyê bi operasyonên şoreşgerî derbeke pir giran û şikestinê li artêşa qirker û dagirker hatiye xistin û hemû gerîlayên tevlî çalakiyê bûne pîroz kir.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyek nivîskî hêzên gerîla yên li Zap û Metînayê pîroz kir û got: “Ji ber çalakiyên bi serkeftî di serî de em fermandar û gerîlayên tevlî van çalakiyan bûne û hemû Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ji dil û can pîroz dikin.“

Di daxuyaniya bi sernavê “Ji fermandar û gerîlayên HPG û YJA Starê re“ ev tişt hatin gotin:

“Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel ji raya giştî re ragihand ku gerîlayan di 19 û 20’ê Mijdara 2023’an de li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê û herêma Metîna li dijî artêşa tirk a dagirker çalakiyên berfireh lidar xistine û gelek çeperên dijmin hatine rûxandin û bi dehan dagirker hatine cezakirin. Fermandariya Biryargeha me ya Navendî ya Parastina Gel di daxuyaniya xwe de diyar kir ku van çalakiyan derbeke pir giran û şikestinê li artêşa qirker û dagirker hatiye xistin. Em van çalakiyên serkeftî bi taybet li fermandar û şervanên tevlî van çalakiyan bûne û hemû Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ji dil û van pîroz dikin. Silav, hezkirin û rêzdariya xwe tînin ziman. Em Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel jî pîroz dikin.

Bîranînên şehîdan di asta herî jor biparêzin

Heval Andok, Ciwan û Egît ku di van çalakiyan de li eniyên pêş şer kirin û derbeyên giran li artêşa tirk a dagirker xistin, şehîd bûn. Em hemû şehîdên şoreş û demokrasiyê di şexsê van her sê hevalên xwe yên fedayî yên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin, bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranînên wan ditewînin û careke din soza xwe ya girêdana bi şehîdan re dubare dikin. Bêguman şehîdên me afirînerên resen ên gelê kurd û doza azadiya Kurdistanê ne. Divê gelê me û dostên me bi hevrê Andok, Ciwan û Egît serbilind bin û bîranînên wan di asta herî jor de biparêzin. Ew kesayetên Apoyî yên nemir in ku ji bo azadiyê bê dudilî xwe feda kirine û bûne hevrêyên Erdal û Rojhatan.

Gerîla bi ruhê fedaî Kurdistanê diparêze

Gerîla bi vê derba giran, careke din îspat kir ku ew şervan û parêzvanên Kurdistanê yên bêhempa ne û rê nadin dagirkeriyê. Şerê gerîla yê li dijî artêşa dagirker, parastina Kurdistanê ye. Gerîla bi ruhekî fedayî Kurdistanê li dijî dagirkerî, qirkirin û xiyanetê diparêze. Divê gelê Kurdistanê yê welatparêz bi piştgirî û beşdarbûna vê berxwedana gerîla ya li dijî dagirkerî, qirkirin û xiyanetê têkoşînê xurtir û berfireh bike.

Girîng û watedar e ku ev çalakî bi boneya 45’emîn salvegera partiya me PKK’ê tên lidarxistin. Bi vê boneyê em 45’emîn salvegera partiyê li hemû fermandar û şervanên HPG û YJA Starê bi taybet hevalên me yên li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê û qada Metîna pîroz dikin û di sala 46’an de di têkoşîn û berxwedana wan de serkeftinên mezin dixwazin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar