Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

KCK’ê hemû kesên dê di 2’yê Mijdarê de dakevin qadan silav kir

KCK’ê bi daxuyaniyekê hemû kesên di 2’yê Mijdarê Roja Rojava ya Cîhanê de dê dakevin qadan silav kir. KCK’ê diyar kir ku di rabûna ser pêyan de ya gelê kurd û mirovahiyê, rol û keda hunermendên kurd û hunermendên demokratîk ên li her devera dinyayê girînge

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê der barê çalakiyên 2’yê Mijdarê Roja Rojava ya Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Li dijî êrîşa dagirker a dewleta tirk a mêtinger û qirker a li dijî Rojava, çawa ku gelê kurd radibe ser pêyan, mirovahiya demokratîk jî piştevaniya berxwedana li Rojava dike. Mirovahî, kurd û dostên wan dê vê piştevaniyê di 2’yê Mijdarê de li her devera dinyayê nîşan bide. Em mirovahiya ku dê 2’yê Mijdarê li tevahiya dinyayê rabe ser pêyan bi rêzdarî silav dikin û destnîşan dikin ku piştevaniya wan dê li ser bingeha azadkirina Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di azadkirina Sûriyeyê û Rojhilata Navîn de xwedî roleke girîng be. Li ser vê bingehê em di wê baweriyê de ne ku kurd, dostên wan û mirovahiya demokrat dê di 2’yê Mijdarê de bi rengê herî xurt rabin ser pêyan û rastiya ‘dinyayeke din pêkane’ ya ku li Rojava ketiye meriyetê, veguherînin hêviyeke ji bo tevahiya dinyayê.

Di rabûna ser pêyan de ya gelê kurd û mirovahiyê, rol û keda hunermendên kurd û hunermendên demokratîk ên li her devera dinyayê girînge. Ji ber vê yekê em hunermendên kurd û hunermendên ku li her devera dinyayê bûne wijdanê mirovahiyê bi rêzdarî û minet silav dikin.

Nêzîkatiya hunermendên kurd pir girînge ku di dema berxwedana Rojava de li hev kom bûn û helwesteke hevpar nîşan dan. Ev helwesta hunermendan ku wijdanê gelê kurd in û afirînerên jiyana nû ne, dê di yekitiya gelê kurd û têkoşîna hevpar de bi bandor be. Tu tevgera siyasî ya kurd nikare sekna hunermendan, rewşenbîran û nivîskaran ji nedîtî ve bê ku ew afirînerên hestên paşeroja azad a gelê kurd in. Ger hunermendên kurd wijdanê gel bin hingî berpirsyariya hêzên siyasî yên kurd e ku di vê çarçoveyê de tevbigerin.

Kombûna li hev a hunermendên kurd ji bo piştevaniya bi berxwedana Rojava, helwesta wan a hevpar ji bo berxwedêran, gelê kurd bi taybetî gelê rojavayê Kurdistanê bûye moraleke mezin. Em hunermendên kurd hemûyan ji ber vê helwesta wan pîroz dikin. Em careke din destnîşan dikin ku helwesta wan di têkoşîna azadiyê ya kurd de çavkaniya bingehîn a hêzê ye; vê sekna wan bi rêzdarî silav dikin û di kar û hewldanên wan de serkeftinê dixwazin. Yekitiya hunermendan û serkeftina wan a di afirandina hesta hevpar a kurdan dê bibe serkeftina gelê kurd.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar