Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

KCK’ê ji bo malbata Gulo peyama sersaxiyê da

KCK'ê ji bo Yûsûf, Mûhammed û Mazlûm Gulo yên di êrîşa dewleta tirk de şehîd bûn, peyama sersaxiyê da û wiha got: “Em bang li gelê xwe dikin ku xwedî li van welatparêzan derkevin û ji bo parastina destketiyên wan, têkoşînê mezin bikin.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê 3 endamên malbata Gulo yê ku duh di êrîşa dewlet tirk a dagirker de şehîd bûn, peyama sersaxiyê da û ev tişt anî ziman:

“Welatparêzê mezin Yûsûf Gulo ku bi dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo dihat naskirin û xizmetên gelekî hêja û bi qîmet li têkoşîna azadiyê ya gelê kurd, tevî xizmên xwe Mûhammed û Mazlûm Gulo li Qamişloyê di êrîşa nemerdane ya dewleta tirk de hatin qetilkirin. Bila rehma Xwedê li şehîdên me yên hêja Yûsûf Gulo, Mûhammed Gulo û Mazlûm Gulo be û serê malbata Gulo û tevahiya gelê Kurdistanê sax be. Malbata Gulo di nava têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de gelek şehîd dane. Ev endamên hêja yên malbata Gulo dê tu carî neyên jibîrkirin. Bi Kurdistana Azad û Rojhilata Navîn a Demokratîk wê xwedî li hesreta wan bê derketin.

Yûsûf Gulo dostekî hêja yê Rêber Apo û şopdarekî wî yê dilsoz bû. Yek ji welatparêzên sereke û bi mînak ê Rojava bû. Gelên Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dê wan ji bîr nekin. Bi afirandina Sûriyeya Demokratîk û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ya Azad dê hesreta wan bi cih bê anîn.

Dewleta tirk bi rêya van êrîşan dixwaze welatparêzên ku keda wan di pêkhatina Şoreşa Rojava de heye bêzar bike, têk bibe. Lê belê bi van êrîşan wê gelê me yê kurd, ereb û asûrî-suryanî têk neçin, wê herêma xweseriya demokratîk a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê heta dawiyê bê parastin.

Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê li her derê êrîşî kurdên azadîxwaz dike û bi vî rengî dijminatiya xwe ya li kurdan nîşan dide. Vê êrîşê bi rengekî aşkera raxistiye pêş çavan ku mêtingeriya qirker di dijminatiya li kurdan de serî li rê û rêbazên çiqasî nemerdane dide. Desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst ku li dijî gerîla çekên kîmyewî bi kar tîne, li Rojava jî bi amûrê bêmirov bombeyan li wesayîtan dibarîne û mirovên me bi saxî dişewitîne. Ev êrîş hêrsa gelê me jî hêrsa me jî mezintir dike. Ev hêrs wê têkoşîna me mezintir bike, wê desthilatdariya AKP-MHP’ê ya dijminê kurdan li her parçeyên Kurdistanê têk bibe.

Welatparêzên mîna Yûsûf Gulo yê 82 salî dê tu carî neyên jibîrkirin û Kurdistana Azad a ku hesreta wan e, wê teqez bê pêkanîn. Ev têkoşîn bi saya welatparêzên bi vî rengî yên mezin heye û dewam dike. Erk û wezîfeya me ew e ku hesreta wan pêk bînin.

Em ji Yûsûf Gulo re dibêjin xweş razê. Hesreta te wê teqez pêk bê, tola we dê teqez bê hilanîn. Em bang li gelê xwe jî dikin ku xwedî li van welatparêzan derkeve, ji bo parastina destketiyên ku keda wan a mezin di nav de hene, têkoşînê mezin bike.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar