Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

KCK’ê ji bo qurbaniyên li Şêxmeqsûd û Mêrdînê peyameke sersaxiyê weşand

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê ji bo qurbaniyên felaketa li taxa Şêxmeqsûd a Helebê û komkujiya li Mêrdînê peyameke sersaxiyê weşand.

Peyama Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê wiha ye:

“Li gorî daxuyaniyên ji raya giştî re hatin ragihandin, li taxa Şêxmeqsûd a Helebê ji ber hilweşîna avahiyekê 16 kesan jiyana xwe ji dest dan, gelek kes bi birîndarî hatin rizgarkirin û gelek jî hînê di binê enqazê de ne. Vê bûyera giran xelkê me yê Heleb û Şêxmeqsûdê, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tevahiya gelê Kurdistanê êşandiye. Vê bûyerê em gelekî êşandiye. Lewma hemxemiya xwe parve dikin, ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane sersaxiyê dixwazin. Bila serê xelkê me yê Şêxmeqsûdê, xelkê me yê li Helebê, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tevahiya gelê Kurdistanê sax be. Em ji birîndaran re jî şîfa xêrê dixwazin. Hêvîdar in ku wê hejmara qurbaniyan zêde nebe, yên di binê xirbeyan de mane jî bi saxî bêne rizgarkirin.

Xelkê me yê li Heleb û Şêxmeqsûdê heta niha di nava zor û zehmetiyên giran de li hemberî êrîşan, li hemberî birçîbûn, hilweşîn û bêderfetiyê de berxwedaneke mezin kirin û bi saya vî ruhê xwe yê berxwedêr zor û zehmetî hemû ji ber xwe rakir. Xelkê me yê li Heleb û Şêxmeqsûdê di mijara piştevanî û jiyana komunal de pratîkeke bi mînak nîşan da. Em di wê baweriyê de ne ku xelkê me yê li Şêxmeqsûdê wê vê bûyera giran a ku em hemû êşandiye bi vî ruhî û van hestan, bi xwedîderketina li hev wê derbas bike. Em careke din ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane, ji gelê Kurdistanê, xelkê me yê li Şêxmeqsûd û Helebê û tevahiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re sersaxiyê dixwazin, êşa wan parve dikin.

Komkujiya Mêrdînê divê bê aşkerekirin

Yek ji bûyerên ku gelê Kurdistanê gelekî êşand, êrîşa li Mêrdînê bû ku di encamê de pênc mirovên me yên ji başûrê Kurdistanê hatin qetilkirin. Bila rehma xwedê li her pênc mirovên me be yên ku di êrîşê de jiyana xwe ji dest dan û serê malbatên wan û tevahiya gelê Kurdistanê sax be. Ev komkujî divê teqez weke komkujiyekê bê dîtin. Heta niha li Mêrdînê bi dehan kurd ên welatparêz bi destê çete û kontrayan hatin qetilkirin. Gelê Kurdistanê baş zane ku ev komkujî jî ji aliyê dewleta tirk û desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ve bi destê kontrayan hatine kirin. Mîna ku Hêzên me yên Parastina Gel aşkere kir, gelek nîşaneyên şênber û xurt hene ku radixin pêş çavan, ku ev komkujî jî ji aliyê AKP-MHP’ê û bi destê kontrayan hatiye kirin. Pênc kesên hatin qetilkirin bi welatparêziya xwe têne naskirin. Eşîra Rêkanî eşîreke ku bi welatparêziya xwe tê naskirin û gelek şehîdên xwe hene. Ji xwe dewleta tirk biryara nepenîtiyê li ser dosyayê danî û bi vî rengî pêşî li aşkerebûna rastiyê girt. Balkêş e ku PDK û medya PDK qet li ser vê nesekinî û komkujî weke êrîşeke ji rêzê nîşan da, bi vî rengî hewl da bûyerê bibihurîne. Helwesta PDK’ê û medya PDK’ê xizmetê ji nixumandina rastiyê re dike. PDK divê ji ber têkiliyên xwe yên bi dewleta tirk re nekeve nava nêzîkatiyeke bi vî rengî. Em bang li raya giştî ya demokratîk dikin ku di vê mijarê de baldar be û ji bo aşkerebûna rastiyê bûyerê bişopîne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar