Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

KCK’ê qurbaniyên Komkujiya Gurgumê bi bîr anî

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyekê qurbaniyên di Komkujiya Gurgumê de şehîd bûn, bi bîr anî. KCK’ê diyar kir ku Komkujiya Gurgumê ya 1978’an weke ku dane ber xwe, bi qirkirina elewiyan a li ser vê xakê biencam bûye. KCK’ê bang li hemû elewiyên ji Gurgum, Dêrsim, Meletî, Sêwaz û herêmên din kir ku li warên xwe vegerin û li dijî vê konsepta tunekirinê bi rêbazên piralî têbikoşin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi boneya salvegera Komkujiya Gurgumê daxuyaniyeke nivîskî bi raya giştî re parve kir.

Daxuyaniya KCK’ê wiha ye:

“Di salvgera 41’emîn a Komkujiya Gurgumê de em hemû kurdên wlewî û şoreşgerên ku şehîd bûne bi rêzdarî bi bîr tînin. Em dîsa sond dixwin ku em ê bêrîkirina wan di têkoşîna xwe xwe ya Tirkiyeya demokratîk û Kurdistana azad de bidin jiyîn.

Bi Komkujiya Gurgumê re zemîn ji  faşîzma 12’ê Îlonê re hate amadekirin. Bi vê komkujiyê re polîtîkaya qirkirinê ya li ser elewiyan hatiye geşkirin, li dijî têkoşîna azadiyê ya gelê kurd û hemû hêzên şoreşger êrîş anîne, plansazî û amadekariyên darbeya faşîst a 12’ê Îlonê hatiye kirin. Bi rêveberiya şidiyayî ya ku piştî Komkujiya Gurgumê hatî ragihandin, ji kujeran hesab nehatiye pirsîn, êrîş birine ser yên ku êrîş bi ser de hatî, ev jî  bi zelalî radixe ber çavan bê ka komkujî ji hêla kê ve hatiye kirin.

Qirkirina fîzîkî bi rêbazên cuda domiya

Li Gurgumê nifûseke xilbe ya kurdên elewî hebû, her wiha li nav bajêr jî nifûseke xilbe elewî bû.  Çend tax jê bi temamî kurdên elewî bûn. Piştî komkujiya Gurgumê li nav bajêr kurdên elewî neman, her wiha li navçe û gundan jî piraniya kurdên elewî derketin. Berê xwe dane metropolên Tirkiye û Ewropayê. Vê komkujiyê bandora xwe ne tenê li ser Gurgumê kiriye, her wiha li ser nifûsa kurdên elewî yên rojavayê Firatê, li ser Meletî, Sêwaz, Semsûr, Erzîngan û Dêrsimê jî kiriye. Kurdên elewî bilez ji ser xaka ku lê dijîn qut bûn. Bi 12’ê Îlonê re bi asta ku li rojavayê Firatê kurdên elewî nemînin, zor li wan hatiye kirin da ku koç bikin. Komkujiya Gurgumê ya 1978’an weke ku dane ber xwe, bi qirkirina elewiyan a li ser vê xakê biencam bûye. Komkujiya fizîkî bi gelek rêbazan, bi koçberkirinê hatiye domandin, ev erdnîgarî ji elewî û kurdan hatiye bêrîkirin.

Li gundan nifûsekî pir kêm maye

Plana qirkirina kurdan a ‘Islehkirina Şerqê’ di serî de Dêrsim û rojavayê Firatê daye ber xwe. 1938’an de bi Qirkirina Dêrsimê re li ser kurdên elewî bi zexteke zêde ya fizîkî û psîkolojîk qirkirina spî hatiye domandin. Komkujiya Gurgumê qirkirina spî ango qirkirina çandî aniye qonaxeke nû û bûye êrîşa ku vê biencam bike. Li gundan nifûseke pir kêm maye û ev jî heta bi asteke girîng ev qirkirin encamek standiye.

Vegera li gundên xwe berpirsyariyekî dîrokî ye

Bibîranîna Komkujiya Gurgumê ji ber vê sedemê divê bi têkoşîna dijî vê qirkirinê, bi rawestandina vê qirkirinê û berevajîkirina vê be. Heke lorîk wê ji bo bi temamî rabûna ji holê ya elewiyan neyê gotin, divê mirov têkoşîna pêkanîna bîranîn û bîrîkirina şehîdên me bike, ev têkoşîn divê ji bo hemû elewiyan risteke dîrokî be. Ji bo vê jî divê di serî de dawî li terikandina şûnwarên xwe were ku ev bi rengê pratîkbûna qirkirinê pêk tê. Êdî di serî de Gurgum vegera ser gundên Meletî, Sêwaz, Erzîngan, Semsûr û Dêrsimê, berpirsyariya dîrokî ya elewiyan e ku xwedî li nasname û baweriya xwe derkevin.

Komkujiya Gurgumê li hemû kurdan hatiye kirin

Komkujiya Gurgumê divê tenê weke komkujiya li ser kurdên elewî neyê dîtin. Ji bo ku rojavayê Firatê bi temamî ji kurdan û elewiyan were bêrîkirin hatiye kirin. Li rojavayê Firatê ku bi sedan salan çanda elewîtiyê dihate afirandin û domandin, bi temamî qirkirina elewiyan hatiye kirin. Ji ber vê jî, dema ku Komkujiya Gurgumê hate bibîranîn, nedîtina vê hêlê wê bibe kêmasiyeke mezin û dê elewiyan bîne ber nemanê.

Di sala 42’yan a Komkujiya Gurgumê de em bawer dikin ku ev komkujî bi temamî hatiye fêhmkirin û li ser  vê bingehê têkoşîn pirhêlî dê were domandin. Di wê têkoşînê de ku Gurgum jî di nav de hemû rojavayê Firatê bikin erdnîgariya ku dîsa çanda elewî û kurd lê heye, em sond dixwin ku li gel hemû hêzên dmokrasiyê mil bi mil bin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar