Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...
Pazartesi - 25 Kasım 2024

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

KCK’ê şehîdên Madimakê bi bîr anî

Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê, ji bo salvegera Komkujiya Madimakê daxuyaniyek da û kesên ku di qetlîamê de şehîd bûne bi bîr anî

Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê bi boneya salvegera Komkujiya Madimakê ya Sêwasê daxuyaniyek da. KCK’ê şehîdên komkujiyê bi rêzdarî bi bîr anî û kujer şermezar kir. KCK’ê destnîşan kir ku tevlîbûna girseyî ya gelek nûnerên yekbûyî ya demokrasî û elewî ya bîranînê, ji bo siberojeke demokratîk destkeftiyeke girîng e.

KCK’ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku dê hesreta kesên di Komkujiya Madimakê de şehîd bûne di têkoşîna azadiya Kurdistanê de bidin jiyîn. KCK’ê ev tişt anî ziman:“Beriya 26 salan li otela Madimak a Sîwasê bi desteka dewletê û hewldanên wê 33 kesên dildarên elewîtî û elewî yên tevlî şahiya Çanda Pîr Sûltan Ebdal bûbûn bi şewitandinê hatin qetilkirin. Bi şehîdbûna du xebatkarên otelê re hejmara şehîdan bû 35 kes. Bi wesîleya vê rojê carekî din hemû şehîdên demokrasî û şoreşê yên Kurdistan û Tirkiyeyê bibîr tînin. Em ê hesreta wan di têkoşîna Azadiya Kurdistanê de bidin jiyîn.”

KCK’ê bi berdewamî balkişand ser tundiya li ser elewiyan û wiha got: “Desthilata tirk û dîroka dewletê ya kevneşopiya xwe ya li Rojhilata Navîn ku ji Selçûkiyan heta Osmaniyan û ji Osmaniyan heta Komara Tirkiyeyê her demê zext, tundî û komkujî li dijî baweriya elewîtiyê kiriye. Di dema komarê de xwestine baweriya elewîtiyê bi zext, tundî û qetlîaman tine bikin. Bi vê yekê Komara Tirkiyeyê di demê xwe de ev qetlîam qebûl nekiribû, heta kujeran jî bê sûc dabûn nîşandan. Dema 2’yê Tîrmehê qetlîam pêk hat, şefê şerê taybet ê demê Serokwezîr Çîler îşaret bi kujeran kiribû û gotibû; ‘Şikir ji xwedê tiştek bi welatiyên me nehat’ hişmendiya qirker û înkarker a dewletê ya li ser elewîtiyê carekî din dabû nîşandan. Komara Tirkiyeyê ya ku bi din navê nasnameya laîk de elewiyan didin nasîn û didin nîşandan ku parêzvanên elwiyan in û dixwazin qetlîamên li ser elewiyan ji di encama bûyerên derveyî agahî û hesabên wan ên polîtîk pêk hatine, bidin nîşandan. Di qetlîamên li Çorûm, Gurgum û Taxa Gazî yên hate dîtin nêzîkatiya dewletê ya ji bo Qetlîama Sêwasê heman e. Her çendî diyar e bê ka Qetlîama Sêwasê ji aliyê kê ve hatine kirin lê heta niha tu kes ji kujeran nehatine dadgehkirin û hesab ji kesê nehatiye xwestin.”

Li ser înkara nasnameya bawerî û gelan hatiye avakirin

KCK’ê daxuyaniya xwe wiha didomîn e: “Dewleta Komarê ya Tirkiyeyê li ser înkarkrina nasnameya bawerî û gelan hatiye avakirin. Ev polîtikaya bingehîn a dewletê ku ne guheriye îro bi yekîtia AKP-MHP’ê tam veguheriye rejîma qirker û sîstema faşîst a tekparêz. Ji ber vê sedemê kurd û elewiyên ku nasnameya wan tê înkar kirin weke mexdurên yekemîn yê van êrîşên înkar û îmhayê ne. Kurd û elewî bi berxwedana xwe ya li beramberî van êrîşên înkar û îmhayê, weke civak jî di rewşa pêkhateyên bingehîn yê têkoşîna demokrasiyê ya li Tirkiyeyê ne. Têkoşîna azadiyê ya Kurdistan ku salên 70’î pêş ket û di serê salên 90’î de beşek mezin ê civakê xiste nava tevgerê li Kurdistan û Tirkiyeyê elewiyên ku dînamîka demokrasiyê ne bandor kirine û bi vê re bûne hêza têkoşîna demokratîk. Têkoşîna elewiyan ku serê salên 90’î bi awayekî rêxistinî pêş ket, bi têkoşîna azadiya Kurdistan li heman eniyê beşdarî têkoşîna demokratîbûyîna Tirkiyeyê bû, dewleta faşîst a paşverû ji vê tirsiya û bi qetilkrina hunermend û rewşenbirên elewî ya 2’ê Tîrmeha 1993’an xwest pêşî li têkoşîna demokrasiya Tirkiyeyê bigrin.”

Hişmendiya desthilatiyê

Bi berdewamî KCK’ê wiha got: “Hişmendiya ku 2’ê Tîrmehê pêk anî hişmendiya AKP-MHP’ê ya li desthiltdariyê ye. Yên ku hiştin ev hişmendî bibe desthiltdar, pêşiya wê vekir netewperstiya di CHP’ê de ye. Parêzerên ku kujerên Sêwasê diparstin gelek ji wan piştre ji AKP’ê bûn wekîl. Bi vê re careke din hate îspatkirin ku Komkujiya Sêwasê projeyekî ya dewletê ye. Herî zêde îro gefa komkujiyê li ser elewiyan heye. Tişta ku elewiyan ji vê metirsiyê rizgar bike geşkirina têkoşîna demokrasî ya li Tirkiyeyê ye. Heta ku desthiltdariya faşîst a AKP-MHP’ê neyê têk birin wê êrîşên îmha, înkar û metirsiya Qetlîama li ser elewiyan ranebe. Ji ber wê şehîdên demokrasiyê yên 2’ê Tîrmehê carek din bibîr tînin û bibîrdixin ku bersiva herî rast û diyar têkoşîna hevpar ya hemû pêkhateyan e.”

Daxuyanî wiha bi dawî dibe: “Tevlîbûna girseyî ya gelek nûnerên yekbûyî ya demokrasî û elewî ya bîranînê, ji bo siberojeke demokratîk destkeftiyeke girîng e. Em tevger bi wesîleya bibîranîna 2’ê Tîrmehê hemû şehîdn komkujiyan û komkujiya 2’ê Tîrmehê bibîrtînin, kesên komkujî pêk anîne şermezar dikin, bang li her kesê dikin ku hê birêxtinkirî beşdarî têkoşîna Kurdistana xweser û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê idkin.”BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar