Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

KCK’ê Seyîd Riza û hevrêyên wî bi bîr anî

KCK’ê bi daxuyaniyekê Seyîd Riza û hevalên wî yên 82 sal berê ji hêla rejîma faşîst a dewleta tirk ve hatibûn qetilkirin, bi bîr anî. KCK’ê  wiha got: “Şervanên azadiyê yên sekna Seyîd Riza û hevrêyên wî mînak girtine, dê bi ruhê fedayî, hemû berdêla bide ber çavê xwe û dê teqez faşîzmê têk bibe û Kurdistanê azad bikin.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi boneya 82’yemîn salvegera qetilkirina Seyîd Riza û hevrêyên wî ji aliyê rejîma tirk ve daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêvebe a KCK’ê wiha ye:

“Beriya bi 82 salan Pîr Seyîd Riza kurê wî û gelek lîderên eşîran hatin bidarvekirin. Pîr Seyîd Riza û lîderên Dêrsimê yên hatin darvekirin birêzdarî bibîr tînin, soz didin ku em ê hesreta wan a bi nasnameya xwe çand û baweriya xwe bijîn, bi teqez bi cih bînin.

Yekan e daxwaza Seyîd Riza ê 15’ê nîsana 1937’an hate darvekirin û hemû Dêrsimê li ser axa xwe bi nasname, ziman û baweriya xwe bi azad bijî bû. Lê plana Islehkirina Şerqê weke ku di raporên Dêrsimê de derketin holê çanda kurd a Dêrsimê tune bikin û tirkîtiyê dikirin hedef. Dixwestin Dêrsimê û Kurdistanê hemû bikin neteweyekî tirk. Ji ber ku Dêrsimê ev yek qebûl nekir, dewleta tirk dest bi êrîşên qirkirinê kirin. Bi dehhezaran qetil kirin, bi dehhezaran jî ji çand, ziman û baweriya wan dûr kirin û sirgûnî bajarên Tirkiyeyê kirin. Yên mayîn ji di bin zext û çewisandinên dewletê de bi qirkirina spî re hatin derbaskirin û qirkirina çandê li ser hatin kirin. Hovîtiyeke herî mezin li tu deverê dinê nehatiye dîtin li Dêrsimê hate kirin. Bi gotineke hê rastir, Dêrsim hate qirkirin.

Gotina Pîr Seyîd Riza a ‘Ez heq ji derew û fêlbaziyên we derneketim ev ji min re bû kul, lê min li ber we serê xwe netewand bila ev jî ji we re bibe kul’ rastiya heyî ya li holê raxist ber çavan. Ev sekna Seyîd Riza di zanabûna gele kurd de cihekî girîng girt. Rastiya dewleta tirk bê ka çiqas e bi hemû awayî da nîşandan. Hate nîşandan divê bawerî bi tu gotinên dewleta tirk neyê anîn, hemû polîtîka û gotinên wê ji bo nixumandina qirkirinê ye.

Neviyên Seyîd Riza û gele kurd hemû sekna Seyîd Riza ji bo xwe kirin mînak, serî li ber tu zext, zilm, gefên girtin û qetilkirinê netewand; serî natewîne jî. Heskirina welat a Seyîd Riza û Şêx Seîd dîsa israra wan a bi çanda xwe ya jiyanê ya li ber darvekirinê wê her tim di jiyana azad û demokratik a Kurdistanê de bijî.

Dewleta tirk ji armanca xwe ya qetilkirin û sirgûn, dîsa qirkirina spî ya çandê ya li Dêrsimê devjê bernedaye. Duh ji bo têkoşîna gele kurd ên digotin eşqiya û qirka kurdan anî, îro bi heman hişmendiyê bi navê li dijî terorîzmê dixwazin têkoşîna azadiyê ya gelê kurd bi qetlîam, her cure zext û qirkirina siyasî qirkirinê temam bikin. Hişmendî û polîtîkaya ku xwe li ser qirkirinê dide jiyîn îro jî êrîşên qirkirinê derxistiye dervey sînorê Tirkiyeyê. Duh çi li Dêrsimê kirin îro heman tişt li bakur, başûr û rojavayê Kurdistanê Şengalê heman êrîşên qirkirinê dikin.

Huseyîn Cevahîr, A. Haydar Yildiz, Mazlum Dogan, Sakîne Cansiz, Kazim Kulu, Dr. Baranlar, Suyleyman Cîhanana, Cafer Camgozan û Atakan Mahîran ên weke Pîr Seyîd Riza serî netewandin bi berxwedanê nasnameya Dêrsimê û rastiya têkoşînê derxistin holê, gelê kurd hemû û şervanên azadiyê jî heta Kurdistaneke azad û Dêrsimeke azad biafirînin dê li dijî hêzên qirker li ber xwe bide.

Şervanên azadiyê yên sekna Seyîd Riza û hevrêyên wê yên berî 82 salan hatibûn darvekirin mînak girtine, dê bi ruhê fedayî, hemû berdêla bide ber çavê xwe, dê bi teqez faşîzmê têk bibe, Kurdistaneke azad, Tirkiyeyeke demokratîk û Rojhilata Navîn a Demokratîk ava bike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar