Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

KCK’ê têkildarî dorpêça li ser Mexmûrê daxuyanî da

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê der barê dorpêça li ser Mexmûrê de daxuyaniyek da. KCK’ê diyar kir ku wargeh ji ber bûyereke ku tu eleqeya gelê Mexmûrê pê tune ye hatiye dorpêç kirin. KCK’ê destnîşan kir ku ger rêveberiya herêma Kurdistanê vê dorpêçandinê rake dê temamiya gelê kurd keyfxweş bibe û daxwaza rakirina dorpêçê kir

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî dorpêça li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) daxuyaniyeke nivîskî bi raya giştî re parve kir. KCK’ê di daxuyaniyê de bal kişand ser rewşa li Mexmûrê.

Daxuyaniya KCK’ê wiha ye:

“Ev serê 25 salan e ji ber ku dewleta tirk a dagirker gund şewitandibûn, gelê me ji Botanê berê xwe da Mexmûrê û li wê derê penaber in. Niha li Mexmûrê 15 hezar mirovên me bi penaberî dijîn. Gelê Mexmûrê bi nasname, ziman û çanda xwe jiyanek ava kiriye û heta ku doza kurdan çareser nebe, naxwazin vegerin Tirkiyeyê. Lê dewleta tirk êrîşên hewayî jî di nav de li ser Mexmûrê êrîşên xwe didomîne.

Kampa penaberan a Mexmûrê di bin mîsogeriya Neteweyên Yekbûyî (NY) de ye û di nav sînorên federasyona başûrê Kurdistanê de ye. Dema ku DAIŞ’ê êrîşî Hewlêrê kir, beriya hemû kesan gelê Mexmûrê mudaxele kir. Ji ber bûyereke ku tu eleqeya gelê Mexmûrê pê tune, rêveberiya herêma Kurdistanê Mexmûr dorpêç kiriye. Niha li Mexmûrê nexweş, xwendekar û karker nikarin ji kampê derkevin. Gelê Mexmûrê ev rewş ji rêveberiya Herêma Kurdistanê, dewleta Iraqê, Neteweyên Yekbûyî û ji gelek saziyan re ragihandiye. Me bi name û wesîleyên cihê xwest ku bila ev ambargo were rakirin. Lê bi mehan e ev ambargo û tecrîd didome, ji ber vê jî em a niha daxuyaniyekê didin.

Li gorî me divê rêveberiya kurdan alîkarî bidan vê kampê. Carinan kêşe çêbûne jî di hin waran de bûne alîkar. Lê dewleta tirk her dem li ser Iraq, Neteweyên Yekbûyî û rêveberiya kurdan zext çêkiriye û hewl daye vê kampê ji hev belav bike. Tê diyarkirin ku di demên dawîn de balefirên keşfê li ser Mexmûrê digerin. Fikara gel ev e ku dê êrîşên hewayî pêk werin. Gelê Mexmûrê parçeyekî xweser ê kurdan e. Hemû kurdên li Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava hesasiyeta wan a Mexmûrê heye. Bendewariya hemû kurdan ew e ku tecrîd û dorpêçandina li ser Mexmûrê were rakirin.

Heke rêveberiya herêma Kurdistanê vê dorpêçandinê rake dê hemû gelê me kêfxweş bibe. Ji bo ku gelê me yê Mexmûrê zêde astengiyan nekişînin, em daxwaza rakirina vê dorpêçandinê dubare dikin. Em hêvîdar in ku dê rêveberiya hikûmeta herêma Kurdistanê van bendewariyan bi cih bîne.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar