Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî jhilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê daxuyanî da. KCK’ê daxuyand ku ji bo namzetên DEM Partiyê li Kurdistanê bi ser nekevin her cure zext û hîle tê pêkanîn û got ku ji bo ev yek were pûçkirin divê gel bi tevlîbûneke hîn xurtir biçe ser sindoqan. KCK’ê ev bang jî kir: “AKP-MHP û hevkarên wê bi zext, sextekarî û komployan dixwazin rejîma qeyûmê yên şaredariyên Kurdistanê deseser kirine asayî bikin û rewa bikin. Divê gelê Bakurê Kurdistanê rê nede vê yekê.”
Daxuyaniya KCK’ê ya têkildarî hilbijartinên xwecihî bi vî rengî ye:
“Wek tê zanîn di 31’ê Adara 2024’an de li Tirkiye û bakurê Kurdistanê hilbijartinên herêmî tên kirin. Gelê bakurê Kurdistanê jî girîngiyê dide van hilbijartinan û dixwaze bi namzetên welatparêz, demokrat bikevin hilbijartinê. Em jî piştgiriya nêzîkatiya gelê bakurê Kurdistanê dikin û dixwazin encamên serkeftî bi dest bixin. Em siyaseta demokratîk weke qadeke girîng dibînin. Qada siyaseta demokratîk encama têkoşîna gelê me ye. Di pêkhatina vê herêmê û berdewamkirina hebûna wê de heta îro bi hezaran şehîdên gelê me hene. Bi ked, têkoşîn û bedelan hat qezenckirin û parastin. Rêveberiyên herêmî hêmana herî girîng a siyaseta demokratîk û demokrasiyê ne. Rêveberiyên herêmî yên demokratîk ji bo gelê me yê ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşin xwedî girîngiyeke taybet e.
Her wiha hem hilbijartinên giştî û hem jî yên herêmî di warê aşkerekirina helwest û îradeya siyasî ya gelê kurd de her tim cihekî girîng girtine. Gelê kurd li dijî qirkirin û mêtingeriyê ji bo hebûn û azadiyê têdikoşe. Dewleta tirk a dagirker bi dehan salan e ku dixwaze qada siyaseta demokratîk tasfiye bike û ji xeta xwe dûr bixe. Ji bo vê jî serî li zext, şantaj, sirgûn, girtin, komkujî û her cure pêkanînên dijmirovahî da. Jîtem û hizbulkontra bi hezaran kuştinên kiryar nediyar kirin û welatparêz hatin qetilkirin. Lê nekarî gelê kurd û qada siyaseta demokratîk bi dest bixe. Qada siyaseta demokratîk li ber xwe daye û dev ji helwest û xeta xwe ya welatparêziya demokratîk bernedaye û tawîz nedaye. Em vê yekê pir girîng û bi nirx dibînin û li vir em hemû şehîdên demokrasiyê yên weke Vedat Aydin û Apê Mûsa careke din bi bîr tînin.
Em dibînin ku namzetên DEM Partiyê li bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê eleqe û kelecanek mezin çêdikin. DEM Partî bi helwest, bername û bernamzetên xwe li ku derê be, çi li Kurdistanê û çi jî li Tirkiyeyê bala gelê me dikşîne û piştgiriyê didinê. Piştî hilbijartinên giştî yên 14’ê Gulanê çûna ba gel û destpêkirina pêvajoya avakirina demokratîk encamên girîng derxist holê. Yek ji van encaman jî ew e ku namzet ji aliyê gel ve bi rêbaza pêşhilbijartinê hatin diyarkirin. Ev rêbazek pir rast û demokratîk bû û raya giştî jî ev nêzîkatî rast dît û piştgirî da. Sedemek eleqe û kelecana Kurdistanê jî ev e. Ji ber ku DEM Partî pergala hevserokatiyê esas digire û bi namzetên hevşaredariyê derketin pêşberî gel, ev jî hişt ku gelê me piştgiriyê bide wê. Helwesta zelal a gelê me li hemberî nêzîkatiyên şaş ên li hemberî hevşdaredarî û hevserokatiyê û xeta jina azad, ev rastî bi awayekî vekirî nîşan da.
Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê zexta herî mezin li qada siyaseta demokratîk kiriye. Ji ber ku desthilatdariya AKP-MHP’ê bi temamî li ser qirkirina kurdan bû, di warê xerabiyê de her tişt kir. Zext, şantaj, gef, girtin, kuştin; heke ev nebin, bi rêbazên şerê taybet mirovan bixin, teslîm bigirin û hwd. her cure rêbazên qirêj bi kar anî. Tayînkirina qeyûman lûtkeya van xerabiyan e. Di çarçoveya polîtîkaya qirkirina kurdan de qeyûm hatin pêşxistin. Desteserkirina vîna gelê kurd, înkar û îmhaya hebûna wî ye. Tayyîp Erdogan û desthilatdariya AKP-MHP’ê bi tayînkirina qeyûman li bajarên Kurdistanê îspat kirin ku rêveberiya herî înkarker û dijminê herî mezin ê kurdan e. Gelê me vê heqîqetê pir baş fêm dike û têdigihîje. Helwesta tund a ku di Newrozê de derket holê, îlana vê ye. Helwesta xurt a gelê me ya di Newrozê de dostan şed kiriye û dijminên me yên zalim û înkarker hêrs kir. Aşkere ye ku ev helwest wê di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de jî derkeve holê. Em du mijaran girîng dibînin û dixwazin balê bikşînin ser wan.
Ya yekem, ev hilbijartin teqez di rewşeke demokratîk de pêk nayên. Zextên li ser gel û saziyên demokratîk gihiştiye lûtkeyê. Hemû sazî û dezgehên dewletê giraniya xwe dane Kurdistanê, her cure hîle li gel hemû zextan tê kirin da ku namzetên DEM Partiyê bi ser nekevin. Bi sed hezaran leşker, polîs û karmend ji bo dengdanê anîn bajarên Kurdistanê û li vir hatin bicihkirin. Ji ber vê yekê bi zane ku hilbijartin di rewşeke wiha de tê kirin, ji bo pûçkirina komplo û hîleyan pêwîste mirov bi beşdariyeke xurttir biçin ser sindoqan. Divê AKP-MHP û hevkarên wan nikaribin yek deng jî ji gelê me bistînin. Divê tu kes nekeve nava dubendiyê û ji bilî namzetên gel dengê xwe nede kesekî din. Divê kesên wiha îqna bikin, dudilî nebe, hilbijartin bi yek dengî pêk were. Li aliyê din divê hem gel û hem jî yên berpirsyar in divê teqez deng û sindoqan biparêzin. AKP-MHP û hevkarên wê bi zext, sextekarî û komployan dixwazin rejîma qeyûmê yên şaredariyên Kurdistanê deseser kirine asayî bikin û rewa bikin. Divê gelê bakurê Kurdistanê rê nede vê yekê.
Ya duduyan, divê li hember hevkar, xiyanetkar û kom û kesayetên kujer ku xwe firotiye dijmin û li dû mal û milkê xwe ne, bersivek pir tund bê dayîn. Divê tu kurd bi kêfxweşî nêzîkî van xayinan nebe. Ev pêkhateyên ku hewl didin xwe weke kurd nîşan bidin, destê wan ketine xwîna gelê me û ji bo ku têkoşîna azadiyê bi ser nekeve, keriyên kujer ên ku ji aliyê dewletê ve tên bikaranîn. Pir girîng e ku gelê me li hemberî van komên ku baş nas dike bi yekîtiyê tevbigerin û bersiva pêwîst bidin wan.
Bi vê hest, hêvî û baweriyê em bang li gelê xwe dikin ku bi xurtî beşdarî hilbijartinên 31’ê Adarê bibin û serkeftinê ji gelê xwe û namzetên demokratîk re dixwazin.”